Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye

  • rojane
  • 09:03 19 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên endamên HPG'ê û YJA STAR'ê ji aliyê Tirkiyeyê û PDK'ê ve radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ku ji çar aliyên Kurdistanê bi salane li benda cenazeyên zarokên xwe ne gotin: "Ev tişta ku tê kirin, ne însanî ye û ne jî wîjdanî ye.”  
 
Cenazeyên endamên HPG û YJA STAR'ê yên di dîrokên cuda de di şeran de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin. Tevî hemû hewldanên malbatan jî cenaze nayên dayîn û  piraniya van cenazeyan jî li goristanên bêkesan, bêyî agahiya malbatan tên veşartin. Li bakur cenaze ji aliyê Tirkiyeyê ve û li başûr jî ji aliyê PDK’ê ve radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ku li çar parçeyên Kurdistanê li benda cenazeyên zarokên xwe ne dixwazin ku demildest cenazeyên zarokên xwe werbigirin. 
 
'EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN' 
 
Li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'ê gulana 2021’an de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Hezer, Ayşe Hezer salek e li benda cenazeyê keça xwe ye. Ayşe Hezer, diyar kir ku tevî hemû hewledanan jî cenaze radestî wan nayê kirin û wiha axivî: "Keça min par di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku min agahiya mirina wê girt ez çûm nexweşxaneyê min xwîn da ku cenaze werbigirim. Tişta herî nexweş ew e ku agahiya mirina zarokê mirov ji mirov re bê. Piştî ku min xwîna xwe da red kirin. Ji min re gotin,'Cenazeyeke wiha tune ye'. Ji ber ku dayika min nexweş bû min nekarî ez careke din biçim serlêdanê bikim. Lê ez ê dîsa serlêdanê bikim. Heta ku ez saxbim ez ê dev ji lêgerîna cenazeyê xwe bernadim. Weke her kesî em jî dixwazin ku cenazeyên zarokê xwe bistînin û defin bikin. Piştî ku keça min qetilkirin jî îşkence li cenazeyê wê kirin e. Tişt nemaye ku li cenaze nekirine. Em dixwazin ku ev şer bisekine, ev xwîna diherike bisekine. Em bi kuştinê xelas nabin. Bila zarokên xelkê bes bi kîmyasalê bên kuştin. Êdî bes e hatina cenazeyan bidin sekinandin. Ez bang li Mesut Barzanî dikim; me balifa bin serê xwe da wan. Niha ji me çi dixwaze? Doza çi dike? Bila hişê xwe bidin serê xwe. 4-5 mehan malbat li ser sînorê Sêmelka çalakî kirin ku cenazeyên zarokên xwe bigirin. Vê zilma Barzanî dike ji zilma hemû dewletan bihûriye. Kuştin çêdibe lê xelk cenazeyê xwe digire. Dawiya vî şerî aştî ye. Hê ku dereng nebûye bila ji vê talûkeyê vegerin." 
 
'PDK DIJMINATIYÊ DIKE'
 
Li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê di 29'ê tebaxê de jî 5 endamên HPG'ê ku ketibûn kemîna hêzên PDK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van cenazeyan ê endama YJA STAR'ê Nesrîn Temîr û endamê HPG'ê Yusif Îbrahîm cenazeyê wan ketibû destê PDK'ê. Nêzî salekê ye ku cenazeyê Temîr û Îbrahîm nayê dayîn. Birayê Îbrahîm, Muaf Îbrahîm bi lêv kir ku ew tişta ku PDK'e dike dijminahî ye û wiha got: "Ev 8 meh in em li benda cenazeyê xwe ne. PDK çima cenazeyên me nade me? Ditirse ku bibêje ev cenazeye di destê me de ne. Ji ber wê jî nabêje ku cenaze di destê min de ne. Naxwaze ku vî tiştî aşkere bike. Heke ku cenazeyên me nedin me wê ev weke kulekî li ser dilê me bimîne. Ev tişta ku PDK'ê dike em tu caran ji bîr nakin. Ji aliyê kurdekî ve desteserkirina cenazeyên kurdekî ne tişteke ku mirov qebûl bike ye. Ev ne xwişk û biratî ye. Pênasekirina vî tiştî tune ye. Heta ku niha agahiyek jî nedane me. Em dixwazin demildest cenazeyê me bidin me.” 
 
SÊ CAR IN JI ROJHILAT TÊ BAKUR 
 
Li navçeya Silopiyaya Şirnexê jî di 2’ê îlonê de di şer de endamê HPG'ê Kemal Selimî jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Selimî ku ev 3 car in ji navçeya Salmasê ya bi ser bajarê Urmîyê ya Rojhilatê Kurdistanê tê Tirkiyeyê cenaze radestî wan nakin. Dayika Selîmî, Şohret Nurîzade anî ziman ku nedayina cenazeyan ne tişteke însanî ye û wiha got: "Ji bo ku cenazeyê kurê xwe bistînim ez heta niha 3 caran hatim Tirkiyeyê. 2 caran me xwîn daye. Ewil min nekarî ez biçim birayê wî hatibû û wî xwîn dabû. Pişt re gotin bila dayika wî bê. Ez jî hatim min xwîn da. Lê belê hê jî encam derneketiye. Em dizanin ku cenazeyê me destê wan de ye. Lê belê bi zanebûn cenazeyê me nadin. Li ser medyaya tirk jî hat gotin ku kurê min di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo ku ji me re zehmetiyê derbixînin cenaze nadin me. Ez gelek nerehetim. Me ne cenazeyê xwe defin kir û ne jî agahiyek dane me ku li ku ye. Êşa min gelek mezin e. Kesekî alîkarî neda ku em cenaze bistînin. Em dixwazin ku cenazeyê me bidin me. Bi çi rengî be em dixwazin ku cenazeyê me bidin. Heke nedin êm ê jî di aliyê hiqûqî de gilî bikin ku cenazeyê me bidin me.”
 
JI SALA 1998'AN VE LI BENDA CENAZEYÊ KURÊ XWE YE
 
Endamê PKK’ê Pola Mihemed jî di sala 1998’an de di şerekî li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide. Bi salane destûr nayê dayîn ku malbat cenazeyê zarokê xwe bînin cem xwe. Bavê Mihemed, Îbrahîm Mihemed diyar ku PDK li dijî kurdatiyê tevdigere û got: "Kurê min di sala 1998'an de li mintiqa Çoman di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana Helgûrt hatiye veşartin. Ev der di kontrola PDK'ê de ye. PDK destûr nade ku cenazeyê kurê xwe bînim û em biçin ser goristanê. Ev tişt ne însanî ye û ne jî exleqî ye. PDK bi van kirinên xwe li dijî olê tevdigere. Em niha doza cenazeyê xwe dikin û dixwazin ku cenazeyê kurê xwe bînin. Bila PDK dev ji vê dijminahiya xwe ya bi salan e berde û bi helwesteke netewî tevbigere. Bila bes cenazeyê birayên xwe desteser bikin. Bila dev ji vê dijminahiyê berdin.” 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/04/2022
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin