Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan

  • rojane
  • 09:09 19 Nîsan 2022
  • |
img

WAN - Siyasetmedarê rojhilatî Abdûllah Hîcab, anî ziman ku operasyona derveyî sînor a bi şirîkatiya AKP-PDK'ê li ser asasê qirkirina kurdan hatiye sêwirandin û got: "PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan." 

Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li Herêma Kurdistana Federe, li herêma Kurê Jaro dest bi operasyoneke nû kir. Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) jî li tenîşta Tirkiyeyê di nava vê operasyonê de cih girtiye. Li gor agahiyên tên ragihandin li herêmê şerekî dijwar dest pê kiriye. Her wiha di daxuyaniya HPG'ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hat weşandin, hat diyarkirin ku heya niha 28 esker mirine û 2 helîkopter jî derb xwarine. 
 
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê berê siyasetmedarê rojhilatî Abdûllah Hîcab, armanca operasyona derveyî sînor nirxandin û got, PDK ku daxilî nava êrişan bûye, zirarê dide destkeftiyên kurdan. 
 
 
YEKÎTIYA NETEWEYΠ
 
Hîcab, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gavên girîng hatibûn avêtin, lê berjewendiyên malbatî yên PDK'ê bûne asteng li ber van gavan û got: "Gava mirov li rewşa Herêma Kurdistana Federe mêze dike, dibîne ku feraseteke neteweyî heye. Lê berjwendiyên partiyan ên bi hêzên navdewletî re, dibin asteng li ber vê. Bi piranî berjwendiyên pergalên siyasî bêtir li pêş in. Li Herêma Kurdistana Federe derfetên cidî hene, lê mixabin ev derfet baş nehatin bikaranîn. Bi taybetî jî partiyên siyasî, PDK û YNK, divê li hemberî hêzên derve berjwendiyên neteweyî biparêzin. Divê çav bernedin destkeftiyên kurdan." 
 
‘AKP, SÛDÊ JI PDK'Ê DIGIRE'
 
Hîcab, anî ziman ku Tirkiye PDK'ê ji bo berjwendiyên xwe bi kar tîne û got: "PDK, divê berjwendiyên herêmê esas bigire. Bi taybetî jî desthilata AKP'ê pir sûdê ji PDK'ê digire. Qethiyen divê tu kes berjewendiyên kurdan neke qurbana berjewendiyên hêzên dagirker. Ev ne helwesteke rast e. Her tim divê berjwendiyên gelê me û polîtîkayên ji bo mivha Kurdistanê li dar bin. Mixabin pêwendiya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re pêwendiyeke taktîkî ye. Di têkiliya bi Tirkiyeyê re ne berjewendiyên herêmî, berjewendiyên PDK'ê li dar in." 
 
‘ZIRARÊ DIDE DESTLEFTIYAN'
 
Hîcab, diyar kir ku kurd li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên girîng bi dest xistine û got: "Ger PDK zirarê bide kurdan, qethiyen divê ev yek neyê qebûlkirin. Îro ro PDK divê berjewendiyên gelê kurd esas bigire. Hebûna tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê, di warê neteweyî de xwedî tevkariyeke pir mezin e. Tu pratîkeke ku zirarê bide Bakurê Kurdistanê û berjewendiyên neteweyî, nayê qebûlkirin. PDK, divê bi hêzên ku kurdan dikuje û çav berdaye destkeftiyên kurdan re nexebite." 
 
‘PDK, DIVÊ BERBAYÎ LÎSTIKAN NEKEVE'
 
Hîcab, ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên kurdan kir û PDK'ê jî hişyar kir û got: "Tirkiye ji bo qirkirina kurdên li Bakurê Kurdistanê çi ji desta tê dike. PDK, divê vê yekê baş bibîne. Demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde. PDK, divê fêm bike; helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan tu carî eguheriye. Tirkiye, ji bo berjwendiyên xwe kurdan û partiyên kurdan bi kar tîne. PDK, divê berbayî van lîstikan nekeve. Divê derfetên di dest xwe de ji bo gelê xwe bi kar bîne. Tirkiye, di vê operasyonê de dê hemû derfetên xwe bi kar bîne. Ev ji bo wan di wesfê fînalê de ye û mixabin hêzên kurdan jî daxilî nava vê dike. Armanca sereke ya operasyonê li ser asasê qirkirina hatiye sêwirandin. PDK, bixwastana dikaribû pêşî li ber vê bigirtana, lê nekir. Ger ev yek wisa bidome, dê pirsgirêkên di navbera kurdan de kûrtir bibin. PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde." 

Sernavên din

19/04/2022
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin