Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke

  • rojane
  • 10:02 19 Nîsan 2022
  • |
img

AMED -  Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku mîmarê dîwarê li Şengalê tê çêkirin, PDK ye û wiha got: “Tu cudahiya vî dîwarî û dîwarê ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê çêkirî ji hev nîne. PDK, bi çêkirina vî dîwarî dixwaze Şengalê dagir bike. Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke.” 

Bi vekişîna hêzên PDK’ê ji Şengalê, DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxe sala 2014’an de êrişî Şengalê kir. Di êrişê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin revandin. Bi destpêkirina komkujiya li Şengalê re hêzên Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonê de di navbera Şengal û Rojava de korîdoreke mirovî vekirin û bi dehhezaran êzdî derbasî herêmên biewle kirin. Bi demê re gelê êzdî hêzên xwe yên parastinê ava kirin û Rêveberiya Xweser damezirand. Piştî ku gelê êzdî xwe bi xwe birêve bir, gelek caran rastî zextên Hikûmeta Iraqê û ya PDK’ê hat. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê ji bo vala kirina Şengalê gelek caran li hev kir. Herî dawî di 9’e Cotmeha 2020’an de bi “Peymana Şengalê” dest bi polîtikayên berfireh ên li ser Şengalê kirin. Niha jî di çarçoveya vê peymanê de PDK û Hikûmeta Navendî ya Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwar çê dike. Ji çêkirina dîwar mebest ew e ku rê li ber êrişên ser Şengalê vekin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier ku demek dirêj li herêmê xebatên dîplomasiyê kiribû, têkildarî “Peymana Şengalê” û dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de tê çêkirin ji ajansa me re axivî.
 
‘GELÊ KURD DÎWARAN QEBÛL NAKE’
 
Parlamenter Îmam Taşçier dest nîşan kir ku bi Peymana Lozanê re Kurdistan bûye çar parçe û welatê kurdan di nava çar welatan de hatiye parvekirin. Taşçier, got ku bi vê yekê re di navbera xaka kurdan de sînor hatin avakirin û wiha domand: “Wan sînoran jî nekarî kurdan parçe bike.  Ji ber ku nekarîn bi wan dîwaran kurdan parçe bikin, vê carê di navbera kurdan de dîwarên şênber çêkirin. Lê gelê kurd wan dîwaran jî qebûl nake. Kurdan tu carî Kurdistan weke çar parçe qebûl nekirin. Di hişê her kurdekî de Kurdistan her yek parçe ye.”
 
DÎWARÊ EWIL TIRKIYEYÊ ÇÊKIR 
 
Bi domdarî Taşçier bi bîr xist ku piştî şêre navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiyeyê dîwarekî bi dirêjiya 915 km’an çêkiriye. Taşçier, da zanîn ku yekemîn car e ku di nava xaka kurdan de dîwar tê çêkirin û ev jî nîşaneya polîtîkaya mêtingeriyê û dijminatiya li dijî kurdan e. 
 
HIŞMENDIYA TIRKIYE Û PDK’Ê
 
Di berdewema axaftina xwe de Taşçier balkişand ser dîwarê ku ji aliyê PDK’ê ve di navbera Rojava û Şengalê tê çêkirin û ev nirxandin kir: “Ew partiya ku ji xwe re dibêje ez partiya Kurdistanî me îro wê siyaseta dîwar didomîne. Her çiqas Şengal bi fermî giredayî Hikumeta Iraqê be jî ew der axa kurdan e. Heta PDK nepijirîne, hikûmeta Iraqê nikare wî dîwarî çê bike. Ji xwe PDK jî li hemberî çêkirina dîwar bêdeng e. Ev jî nîşan dide ku li hev kirine. 2 sal berê jî peymaneke bi vî rengî hebû. Bi têla direhî xwestin her du aliyan ji hev qut bikin. Lê ji ber ku gel bertek nîşan da, vê carê dikin dîwar çêbikin. Çêkirina vî dîwarî daxwaza Tirkiyeyê ye. Ji ber ku bandor wê hem li ser hikûmeta Iraqê û hem jî başûrê Kurdistanê heye. Tu cudahiya vî dîwarî ji dîwarê Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê çêkiriye nîne.” 
 
 ‘PDK PÊŞENGTIYA ÇÊKIRINA DÎWAR DIKE’ 
 
Bi domdarî Taşçier bi lev kir ku PDK destkeftiyên kurdan tune dike û wiha domand: “Tu sûdeke siyaseta dîwar ji partî û rêxistinên kurdan re nîne. Heke PDK an jî partiyeke din a kurd li dijî destkeftiyên kurdan tevbigerin, dê statûya wan jî ji dest biçe. Divê em kurd tevek statûya Rojava weke çavê xwe biparêzin. Heke statûya Rojava têk biçe, dê ya Başûr jî têk biçe. Yên ku li hemberî çêkirina dîwar dernekevin, ev tê wê wateyê ku ew jî tev li vê siyasete dibin. Lê xuyaye ku PDK pêşengtiya çêkirina dîwar dike. Ev jî, dagirkerî ye.”
 
 ‘PDK’Ê AXA KURDISTANÊ PÊŞKEŞÎ TIRKIYEYÊ KIR’
 
Taşçier, diyar kir ku Tirkiye hezeke dagirkere û heta niha ketibe ku dere, ji wir derneketiye. Taşçier, bi domdarî Hatay û Qibris weke mînak nîşan dan û wiha pê de çû: “Tirkiye kete van deveran û êdî jê derneket. Tirkiye dê ji qereqolên li Başûr jî dernekeve û her ku diçe dagirkeriya xwe berfirehtir dike. Em di vê mijarê de PDK’ê hişyar dikin û dibêjin ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê nekin. PDK axa Kurdistanê pêşkeşî Tirkiyeyê dike û ev nayê qebûlkirin û efûkirin. Haya wan ji dîroka welatê wan nîne û Tirkiyeyê jî nas nakin. Heke kurdan yekitiya xwe ava bikira, niha di vê rewşê de nedibûn. Dê ji hevkariyên Tirkiyeyê yên bi PDK’ê re tu carî encamekî baş bo PDK’ê dernekeve. Ji ber ku Tirkiye li Bakur zimanê 25 milyon kurdan înkar dike. Baş e lê di rewşeke wiha de dê çawa parçeyeke din a Kurdistanê qebûl bike?”
 
‘PDK DIXWAZE KURDAN JI HEV QUT BIKE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Taşçier gotina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ku digot; “Li ser rûyê dinyayê cihekî bi navê Kurdistanê tune ye û dê tu carî tune be jî” û ev tişt anî ziman: “Bi vê dijmintiya xwe dê çawa mafê xelkê Başûr û PDK’ê biparêze? Teqez dê neparêze. Xuyaye ku ew polîtiyan dîwar jî raste rast a Tirkiyeyê ye. Bi vê siyasete xuya dibe ku PDK dixwaze kurdan ji hev qut bike. Ji ber vê siyaseta dîwar, dê PDK di dîrokê de tu carî neye efûkirin.”
 

Sernavên din

20/04/2022
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin