‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’

  • rojane
  • 11:23 19 Nîsan 2022
  • |
img
EDENE - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş, diyar kir ku li girtîgehan mafê tedawiyê tê astengkirin û politikaya “kuştinê” ya demdirêj tê meşandin. 
 
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan, pêkanîn keyfî û zextên li girtîgehê bi rêya nameyekê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. Karakaş, bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku demên dawî de gihiştin asta herî jor û wiha got: “Desthilat her ku tengav dibe ewilî êrişî girtiyan û girtîgehan dike.”
 
MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Karakaş, destnîşan kir ku li girtîgeha ku lê tê ragirtin binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin û ragihand ku hewl didin van pêkanînan bi saziyên têkildar re parve bikin lê bi astengiyên idariye girtîgehê re rûbirû dimînin. Karakaş, diyar kir ku ji ber lêgerîna nava dev û mûayeneya bikelemçe qebûl nakin mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. 
 
Karakaş, da zanîn ku ji ber mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin rewşa tenduristiyê ya girtiyan ber bi xerabiyê ve diçe û wiha got: “Hin nexweşiyên kronîk û yên din ên hevalên me hene. Ez û hevalên me yên ku nexweşiyên dil, gurçik, mîde, rûvî, bêhntengî, KOAH, tumor û gelek nexweşiyên din bi wan re hene gelek caran tevî ji aliyê revîra girtîgehê ve sewqî nexweşxaneyê hatin kirin jî ji ber ev pêkanînên bêrûmet me qebûl nekirin sewqkirina me ya nexweşxaneyê ji aliyê cendermeyan ve bi awayekî fîîlî tê astengkirin. Serlêdan û giliyên tên kirin bi hêceta mevzûatê bêencam tên hiştin. Ev jî cesaretê dide kesên van pêkanînan li me ferz dikin.”
 
MALBAT DI BIN XETEREYÊ DE NE
 
Karakaş, ragihand ku bi hinceta bergiriyên pandemiyê mafê wan ê makeqanûnî tê astengkirin, serlêdanên wan nayên qebûlkirin û da zanîn ku bi tu faaliyetên civakî sûdê nawergirin û mûxataban nabînin. Karakaş, têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin ev agahî parve kirin: “Li odeyên ku ser cihê hewadarkirina wan hatine têl kirin, em tên tecrîdkirin. Hemû odeyên me ji hev cuda ne û dûrî hev in. Korîdorên em lê ne û li odeyên rex me komên dijber ên weke DAÎŞ û FETO’yê hene. Ev rewş gelek caran bingeha provokasyonê dide avakirin û me bi hev re derdixînin hevdîtinên vekirî û bi vê yekê ewlehiya canên malbatên me dikeve bin xetereyê. Serlêdanên ku em têkildarî mijarê dikin, bi awayekî keyfî tên redkirin. 
 
 
Weke tê zanîn gelek hevalên me demên dirêj di zindanan de ne û bi awayekî keyfî bi kîlometreyan ji malbatên xwe tên dûr xistin. Ev rewş hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatan zehmetiyên maddî û manevî dide avakirin. Û girtiyan têxin odeyên ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine. Ev rewş gelek caran ji bo saet û roja hevdîtinê dibe pirsgirêk û daxwaza guhertina odeyê jî nayê qebûlkirin. Ev jî rê li ber mexduriyetê vedike. Daxwazên sewqkirinê jî gelek caran ji ber cezayên dîsîplînê yên bi awayekî keyfî bi ferzkirina ‘rewşa baş’ nayên qebûlkirin.
 
VEGERANDINE TICARETXANEYÊ
 
Pirsgirêkên aboriyê ku hûn jî li derve ji nêz ve dişopînin bandoreke nebaş li zindanan jî dikin. Girtiyên ku bi piştgiriya malbat û xizmên xwe pêdiviyên xwe bi cih tînin ji ber bihayê zêde zehmetiyê dikişînin û tên mexdûrkirin. Li zindana ku em lê dimînin di hin tiştan de ji sedî 300 heta 400’an biha hatiye zêdekirin û her tişt tê zemkirin. Pirsgirêkeke din jî bi qanûna hatiye derxistin ji bilî ‘ronîkirinê’ bedelê ceyrana tê bikaranîn ji girtiyan tê girtin. Ji sedî 127 zemê 2 qet heq ji girtiyan tê tahsil kirin. Piştî serlêdanan em hîn bûn ku girtîgehên ku weke mekan tên bikaranîn di statuya ‘TICARETXANEYÊ’ de tên bikaranîn û bi vî şiklî fature tên amadekirin. 
 
SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ PEJIRANDIN
 
Dîsa li aliyê din bi mûameleyên di beşa ‘qebûlkirina mehkuman’ a di ketina girtîgehê de, girtiyên ji girtîgeheke din tên sewqkirin an jî hevalên me yên nû tên girit ‘lêgerîna tazî’ tê ferzkirin û mûdaxileya devkî û fîzîkî li hevalên me yên van sûcê mirovahiyê qebûl nakin dikin. Dîsa li hevalên me yên li dijî vê pêkanînê derdikevin û li ber xwe didin cezayên dîsîplînê tê birîn û ji giliyên me yên derbarê personelan de bi biryara ‘hewceyî bi pey ketinê nîne’ sûcên mirovahiyê ji aliyê sazî û dezgehan ve tê pejirandin. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Di mehên dawî de li zindanan ji ber mafê astengkirina tedawiyê gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest didin. Her roj ji ber van polîtîkayên derveyî mirovahiyê girtî jiyana xwe ji dest didin. Li girtîgeha em lê tên ragirtin hevalên me yên ku zêdetirî 20-25 sal in di girtîgehê de ne û nexweşiyên wan ên giran hene bi van polîtîkayan re rûbirû tên hiştin ku jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê ji neyîniyên ku derkevin holê hemû saziyên têkildar berpirsyar in û em dixwazin raya giştî jî di vê çarçoveyê de hestiyar be. Em bi rêya we xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar dengê xwe radigihînin û ji saziyên sivîl ên civakî dixwazin ku hesas û hestiyar tevbigerin. Dema em van pirsgirêkan radigihînin weke girtiyên di zindanan de em rojnamevan jî bi heman pirsgirêkan dijîn.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

20/04/2022
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome