‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’

  • rojane
  • 09:02 22 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pîrozkirina “23’yê Nîsanê Cejna Zarokan” hewl dide xwe weke ku mafê zarokan diparêze nîşan bide lê li aliyê din hejmara zarokên girtî balê dikişîne. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di rapora xwe ya derheqê zarokên girtî de destnîşan dike ku zarok rastî tundî, heqaret û lêdanê tên. 

 
Meclisa Mezin a Gel di 23’yê nîsana 1920’an de li Enqereyê civiya û Meclisa Mezin a Gel a Komara Tirkiyeyê ragihand û êdî biryar hate dayîn ku 23’yê nîsanê weke “Roja Serxwebûna Neteweyî” were pîrozkirin. Ji sala 1924’an û şûnde jî weke “Cejna Serxwebûna Neteweyî û ya Zarokan” hate pîrozkirin. Ji destpêka komarê heta niha yek ji welatên ku herî zêde mafên zarokan lê tên binpêkirin jî Tirkiye ye. Ji komkujiya Dêrsimê heta ya Zîlanê, bi dehhezaran zarokên kurd hatin kuştin, girtin, revandin, girtin û destdirêjî lê hat kirin. Heman rêbaz heta roja me jî bênavber berdewam kir. Bi taybet jî di dema desthilatdariya AKP’ê de ev binpêkirin her ku diçe zêdetir dibin. Ji zarokên di girtîgehan de heta yên rastî tundî, zext û destdirêjiyê tên, ji zarokên rastî îstîsmara zayendî tên heta gelek cureyên din ên tundiyê, bi hezaran zarok dibin qurbaniyên polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê.
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di rewşeke wiha de amadekariyên pîrozkirina 23’yê Nîsanê dike û hewl dide xwe weke desthilatdariyeke ku mafê zarokan diparêzer nîşanî cîhanê bide. Yek ji mijarên ku li Tirkiyeyê balê dikişîne jî hejmara zarokên girtî ye. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Edaletê ye ku di 31’ê adara îsal de parve kiribû; niha 2 hezar û 76 zarok di girtîgehan de ne. Zarokên ku di girtîgehê de jî rastî îşkence, heqaret û nêzikatiya xerab tên. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên li dijî zarokan, di îlona 2021’an de xebatek dabû destpêkirin û piştre jî rapora xwe aşkere kir. Di çarçoveya xebatê de li Girtîgeha Zarokan a Amedê bi zarokan re hevdîtin hatibûn kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku mafên tenduristî, perwerde û lîstikê yên zarokan hatine binpêkirin, zarok rastî tundiya gardiyan û cendirmeyan tên, zarok li cihên bêkamera yan jî li odeyên psîkolog, midûr û karmendan rastî lêdanê tên. Ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Metîn Arkaş têkildarî binpênkirina mafên zarokên girtî bi ajansa me re axivî. 
 
‘BI DARÊ ZORÊ DAXWAZNAME TÊ NÎVÎSANDIN’
 
Metîn Arkaş diyar kir ku 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan nêz dibe û wiha got: “Lê belê ev cejn ji bo zarokên di girtîgehê de mirov nikare weke cejn pênase bike. Di demekî ku hemû zarok cejnê bi hemda dilê xwe dijîn de zarokên li girtîgehê bi zext û binpêkirinan derbas dikin.”
  
Arkaş da zanîn ku weke Navenda Mafên Zarokan ev saleke bi rêk û pêk diçin Girtîgeha Zarokan a Amedê û wiha berdewam kir: “Bi 76 zarokan re heta niha me nêzî 100 hevdîtin kirine. Zarok gelemperî bigazinc bûn. Rastî tundiya psikolojik û fîzîkî hatibûn. Rewşa ku me dîtî baş nebû. Her wiha binpêkirinên mafan û zext hene. Zarok nawêrin vê rewşê vebêjin. Dema me pê re hevdîtin dikir û wan jî tiştên dijiyan ji me re vedigotin, zexta li ser wan hêj zêdetir dibe. Em ji zarokan hîn bûn ku rêveberiya girtîgehê ji bo astengkirina hevdîtinên me di nava hewldanan de ye û bi darê zorê daxwaznameyan bi zarokan didin nivîsandin.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ’
 
Di rapora navendê de hatibû destnîşankirin ku zarokekî piştî tundiyê giliyê karmendekî kiriye û li ser vê yeke karmendekî din ji zarok re gotiğe; ‘ne giliyê wî lê yên min bike.’ Têkildarî vê mijarê jî Arkaş ev agahî parve kirin: “Sedema hemû tundî, îşkence û bipêkirinên mafan, polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Van binpêkirina ceza nakin lê diparêzin. Lewma karmend li gorî dilê xwe tevdigerin. Destên wan li ber, zarokên girtî bi stûxwarî dikevin rêza hejmartinê. Yên li dij derdikevin jî weke ‘bêhurmet’ pênase dikin. Jixwe ev pênaseye bi tena sere xwe tundiya psîkolojîk e. Li qawîşan zarokek weke nûner tê hilbijartin û hemû hêza îdareyê didin deste wî. Ev yek jî bi berpirsyartiya girtîgehê dibe. Lewma zarok tundiyê li hev dikin lê sedema wê rêveberiya girtîgehê ye. Li dijî vê sepanê tevdîr nayên girtin. Bi vî rengî gefan li zarokan dixwin. Weke amûreke gefê tê bikaranîn.” 
 
‘DIVÊ GIRTÎGEHÊN ZAROKAN WERIN GIRTIN’
 
Arkaş, axaftina xwe wiha qedand: “Weke Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê em li dijî girtîgehên zarokan in. Sûcên ku zarokan kirine pewîste bi vî rengî neyên cezakirin. Zarok di girtîgehan de hesta xwe ya mirovî winda dikin û bandoreke mezin li ser wan çêdike. Kesayeta wan diguhere. Lewma em dibêjin ku bila girtîgehên zarokan bên girtin.”
 

Sernavên din

22/04/2022
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle