Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir

  • rojane
  • 12:49 29 Nîsan 2022
  • |
ÎZMÎR - Parêzerên doza Denîz Poyraz heyeta dadgehê red kirin. Parêzer Turkan Aslan got: “Sî ketiye ser bêterefiya we. Nijadperest û endamên SADAT’ê tên veşartin.” Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin.  
 
Danişîna 3’yemîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 6’emîn berdewam dike. 
 
Piştî navberek kirn danişînê dîsa dest pê kir. Parêzerê kujer axivî û diyar kir ku belgeya rayeya hukmê hatiye dayîn derbasdar e û wê ev biryar rastiya madî dernexe holê, dê dozê dirêj bike û xwest ji biryarê lêpoşmanbûn bê kirin. 
 
 
HEYETA DADGEHÊ HAT REDKIRIN 
 
Pişt re Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û got: “Ez parêzerek xwedî bi erk im. We ji bo min raste rast mafê kirina pirsan bêderfet kir. We vê dozê veguherand halek sanal. Bersûc, dadger guhê li xwe axaftinan girtine. Ji ber bersûc ne li vir e, şahid ne li vir tên guhdarîkirin, darizandin nayê kirin. Em dixwazin darizandin bi şiklek adilane were kirin. Bila ewilî dadgeha we ji dozê vekişe. Hêcetên we di biryarên navberê de ava kirin, bêterefî û serbixwebûnê ji holê radike. Lewma em heyeta dadgehê red dikin. Em ji bo vî welatî edaletê dixwazin. Em dixwazin hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê. We bi biryara ku daye li pişt vê yekê disekinin. Em her endamên we red dikin.” 
 
BELGEYA RAYEYÊ NEHAT QEBÛLKIRIN 
 
Serokê dadgehê rayedarkirina Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel qebûl nekir. 
 
‘EM HEYETA WE RED DIKIN’ 
 
Parêzer belgeya rayeyê pêşkêş kir lê daxwaz hat redkirin. Li ser vê yekê ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç axivî û wiha got: “Bêterefî û serbixwebûna dadgeha we nemaye. Wek ku serokê baroya me got, em jî dibêjin em hemû endamên heyeta we red dikin. Tu rayeyek nijadperestan nîne ku sûc bikin. Ji wêneyên ku parve kiriye diyar e ku nijadperest e. Di dema lêpirsînê de hat parastin. Biryarên ku dadgeh ji serê sibehê ve dide, yenî mîna pêvajoya lêpirsînê ye. Ev tevgerek ku nijadperest û endamên SADAT’ê vedişêre ye. Tu azadiyek ku ew bersûcê we xistiye ekranê sûc bike nîne. Divê we biryarên navber li gorî qanûn û hiqûqê ava bikira. Ji ber ku bêterefiya we ji holê rabû, ez dixwazim hûn ji dozê vekişin. Heke hûn venakişin jî ez tevahiya heyeta we red dikim.” 
 
BERDEWAMIYA GIRTINÊ
 
Dozger xwest heyeta dadgehê têkildarî daxwazên reda dadgerî karûbar bên kirin û biryara berdewamiya girtina kujer Gencer da.
 
Serokê dadgehê derbarê beşdariya SEGBÎS’ê de ji kujer Onur Gencer kir. Parêzer û yên li eywanê amade bûn bertek nîşanî serokê dadgehê dan. 
 
DAXISTINA TAHRÎKÊ XWEST 
 
Kujer Gencer heqaret li HDP’ê kirin û got: “Ez dixwazim derbarê min de daxistina tahrîkê bê kirin.” Parêzeran berê xwe da heyeta dadgehê û gotin: “Vê wêrekî û hêzê we daye bersûc.” 
 
HEQARET LI HDP’IYAN KIR 
 
Kujer ji endam û rêveberên HDP’ê yên li ewyanê amade bûn re got, “terorîst” û li ser vê yekê endam û rêveberên HDP’ê bertek nîşan dan. Li ser vê yekê rageşî li eywanê qewimî. Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşan da û got: “Hûn nikarin destûrê bidin ku kujer heqaretê li me bike. Li ber çavê we ji me re dibêje ‘terorîst’. Em partiyek ku siyaseta demokratîk dikin. Kes nikare wan gotinan ji me re bêje.” 
 
KUJER HEQARETAN DEWAM KIR 
 
Serokê dadgehê daxwaza anîna kujer a danişînê red kir. Karmendên wezîfedar ên li cem kujer jî li ber heqaretên wî dengê xwe dernexist. Beşdarên danişînê bertek nîşanî kujer û heyeta dadgehê dan û gotin, “hûn kujer daparêzin.” 
 
DÊ DANIŞÎNEK DIN KUJER BÎNIN EYWANÊ 
 
Heyeta dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwaza ku heyet ji dozê vekişe red kir û biryar da ku daxwaza reda dadgerî ji Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 7’emîn re bê şandin. Dadger biryar da ku bersûc Onur Gencer girtî bê darizandin û biryara di danişînek din de li eywanê beşdarî danişînê bibe da. 
 
Danişîn taloqî 18’ê tîrmehê hat kirin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/09/2022
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'