Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin

MÊRDÎN - Omer Çeken û Huseyîn Bozkurt ku piştî 30 salan hatin berdan, diyar kirin ku ew berdana xwe weke azadî nabînin û gotin: "Sedsala 21’emîn di hêla fikirandina kesan de bûye sedsala ji çanda xwe, ji rastiya xwe û ji zimanê xwe dûrketinê."

Di sala 1992’yan de ji ber bûyereka di 3'ê adarê de li gundê Xerabê Ripin ê navçeya Hezexê ya Şirnexê diqewime bi Ekrem û Şukru Akman re Omer Çeken û Huseyîn Bozkurt jî tên girtin û cezayê muebedê li wan tê birîn. Çeken û Bozkurt ku bi birayên hev Ekrem û Şukru Akman ên birayên hev re di heman rojê de hatibûn girtin dîsa di heman rojê de bi wan re hatin berdan. Di 24'ê sibatê de Omer Çeken (60) ji Girtîgeha Bafra ya Samsûnê û Huseyîn Bozkurt (65) ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hatin berdan. Çeken û Bozkûrt jî derbarê serboriya xwe ya 30 salan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. 
 
 
Pirsên ku me ji Çeken û Bozkurt kirine û bersivên wan wiha ne;
 
Dema ku hûn hatin girtin hiqûqekek çawa li Tirkiyeyê hebû û we texmîn dikir ku hûn ê 30 sal girtî bimînin? 
 
Huseyîn Bozkurt: Kesî ji me texmîn nedikir ku em ê 30 salî di hefsê de bimîne. Lê hiqûqa hingê li gorî şerê derûnî bû. Wê demê dixwestin mirovan ji rastiya wan dûr bixin. Dixwestin mirovek kurd ji kurdbûna wan dûr bixin. Bi qanûnên ku çêkiribûn ne tenê kesan di şexsê kesan de malbatên wan jî didarizandin û ceza dikirin. 
 
Omer Çeken: Wê demê tecrubeya me ya zindanan tunebû û me texmîn nedikir ku em ê ewqas girtî bimînin. Hindik be jî ji hiqûqa wê hinek tişt dihatin fêmkirin. Dixwestin me û malbatên me bitirsînin. Qet tiştekî te tunebûna jî heke giliya te bihatina kirin bêyî lêkolîn te digirtin û 25-30 sal ceza li te dibirîn. Lê tu dera dinyayê hiqûqeke wiha tuneye. Mirov 36 salan nade 12 mirovan. 
 
 
 Em diçûn bijîşk lê penceşêrê bi aspirînê tedawî dikirin. Nêzîkatiya nexweşxaneyê û bijîşkan ev bû. Li gel nexweşiyên giran tişta ku mirov li ser pêya digirt moral û ruhê hevaltiyê bû.
 
Li girtîgehê rojên we çawa derbas dibûn, hûn dikarin hinek qala serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê bikin?
 
Huseyîn Bozkurt: Heta ji me dihat me pirtûk dixwendin. Werzîş dikirin. Di jiyana dîlgirtî de her tiştê mirov ji mirov tê girtin. Di hişmendiya mirov de dema ku xeyalên mirov hebin, mirov li gorî xeyalên xwe dijî. Me jî bi vî awayî xwe li ser pêya digirt û jiyana we didomand. Li gorî vê; me dixwend, bi hevalên xwe re suhbet dikir û pêvajoya li derve dişopand. 
 
Omer Çeken: Serê ewil em ne xwedî tecrube bûn. Bi alîkariya hevalên xwe em tecrubetir bûn û hînê jiyana girtîgehê bûn. Mirovek bê girtin heke vîna xwe xurt neke nikare têde bimîne. Bi xwendina pirtûkan û têkiliya bi hevalan re ev bi me re bi pêş ket. Ev me li ser piya dihişt. Di encama êrişên dijmin de hevalên li cem me ku me hev nas dikir şehîd bûn. Vê qet ji bîr nakim. 
 
Ligel parastina mejî, parastina tenduristiyê jî muhîm e. Di rewşên wisa giran de we çawa tenduristiya xwe diparast? Mesela kesek bi nexweşiya şekir, yan bi nexweşiyeke din biketa, we çi dikir? (Ji bilî meseleya serîlêdana doktorê girtîgehê)
 
Huseyîn Bozkurt: Em diçûn bijîşk lê penceşêrê bi aspirînê tedawî dikirin. Nêzîkatiya nexweşxaneyê û bijîşkan ev bû. Li gel nexweşiyên giran tişta ku mirov li ser pêya digirt moral û ruhê hevaltiyê bû. Bi her awayî em li cem hev bûn. Çiqas derfetên me kêm bûn jî me ji bo kesekî nexweş hemû derfetên xwe bi kar dianî û hevalê nexweş îhmal nedikir. Maneviyata hevaltiyê mirov li ser pêya dihişt. Gelek hevalên me bi nexweşiyên giran ketin û hinek ji wan jî şehîd bûn. Lê ji ber alîkariyê û ruhê hevaltiyê negotin 'ay' jî.
 
Omer Çeken: Weke derve derfet tunebûn ku mirov biçe cem bijîşkan tedawî bibe. Bijîşkan li mirov nedinêrt. Bijîşkên nû dianîn. Nizanibûn û xwe li wir hîn dikirin. Pişt re dibûn bijîşkên pispor. Kudera te biêşiya êşbirê didane te. 
Ji berê ve li girtîgehan mîrasek hebû. Ew mîras jî me li ser pêya digirt. Heke hevalek nexweş bûna her heval alîkariya wî dikir. Mînak hevalek felç bûna her hevalî lê mêze dikir. Bi vî awayî me moral dida hev û nexweşiya wî pê dida jibîrkirin. 
 
Nêrîn û analîzkirina girtiyan a derbarê geşedanên li derve bêtir bi çi rengî bûn?
 
Huseyîn Bozkurt: Çapemeniya pergalê tiştên rast serobin dikir û wisa dida. Lê li gorî rastiya civakê û mijarên ku dibûn rojev, analîzên me zêde ne xerab bûn. Mirovek dema her û her li ser civakê û pêvajoyê bifikire, bawer nakim ku ters bikeve. Lê tu bikî nekî weke li derve derfetên hin tiştan di destê me de nebûn. Hin nirxandinên me yên li ser bûyeran jî şaş derdiketin û berovajiyê wan çêdibû.
 
Omer Çeken: Weke derve nebe jî fikra mirov li ser çi be bivê nevê mirov ji wî tiştî baş fêm dike. Berê me ji malbatan hin tişt dibihîstin. Zêde guhê xwe nedida çapemeniyê. Tiştên ku çapameniyê digot me tersî wî fêm dikir. Kesên ku ji çapameniyê bawer kirin jî ji me qut bûn. Nêrînên me ne xerab bûn.
 
 
Me hin tiştên teknîkî ji kovarên zanistî dişopand lê me jê fêm nedikir. Niha dizanim telefonê vebikim, Min elimandine lê zêde jê fêm nakim. Kişandina wêneyan nîşanî min dane. 
 
Girtî siyasetê baş dişopînin. Lê gelo çiqas dikarin tiştên din ên li derve bişopînin? Mesela we qet dizanibû ku facebook vebûye? Dûre twitter hat, tenê mirov bi çend rêzikan tiştan dibêjin? Yên li hundir dikarin heta kîjan astî vê pêvajoya derve bişopînin?
 
Huseyîn Bozkurt: Me dizanibû ku teknîk pir pêş ketiye. Sedsala îro em têde ne sedsala zanist û teknîkê ye. Lê di şertên dîlgirtinê de me sûd ji vê nedigirt. Malbatan û hevalên ku nû dihatin girtin me ji tiştên nû agahdar dikin. Ji ber vê em dizanibûn û lê me nizanibû bi kar bînin. Niha em hatin berdan hê jî êşa vê dikişînin. Niha ji bilî vekirin û girtinê bi telefona xwe re eleqedar nabim. Tişte ku mirov bi kar neyne ne rast e ku mirov bibêje ez dizanim. 
 
Omer Çeken: Wexta em hatin girtin hema bibêje tiştek tunebû. Me hin tiştên teknîkî ji kovarên zanistî dişopand lê me jê fêm nedikir. Hevalên ku nû dihatin girtin ji me re qala teknîkê dikirin. Lê em difikirîn ku çawa tiştekî wiha çêdibe. Vê derbarê de haya ji hin tiştan hebû. Ji hin tiştan jî haya me tunebû. Teoriya hin tiştan em dizanibûn û lê pratîka wî tunebû. Niha dizanim telefonê vebikim, Min elimandine lê zêde jê fêm nakim. Kişandina wêneyan nîşanî min dane. 
 
Pistî 30 salan li derve cudahiya herî berbiçav çi ye û di çarcoveya ferqa hundir û derve de li gorî we wateya azadiyê çi ye?
 
Huseyîn Bozkurt: Her kesek ji bo wî wateya azadiyê heye. Mirovek ku ji siyasete fêm bike ji bo wî azadî jiyaneke xweser e. Hinek jî li gorî dikaribe çi bike û derfetan ji xwe re bi kar bîne, ew dibêje azadî ev e. Lê li gorî me heta bi her awayî mafê gelê me bi dest nekeve azadî nîne. Em ji bin dîlgirtinê derketibin jî em ne azad in. Tenê mekan guheriye. Azadiyê li vir nabînim. 
 
Tişta balkêş jî têkiliyên di nava civakê de ne. Ji şêwazê bigire heta nêzîkatî û xîtaba wan a bi hev re. Derketina me ya ji girtîgehê weke meseyiyek ji nav avê girtibin û avêtibin bejahiyê. Masî çiqas hewl bide xwe jî di encamê de mecbûr dimîne û disekine. Ê me jî hinek wilo ye. Xwedayê kesan bûne pere. Ez jiyaneke wiha weke azadî nabînim. 
 
Omer Çeken: Fikra me civakî ye. Şexs çiqas li derve be jî dema ku civaka wî û gelî wî ne azad be ne pêkane bibêje ez azad im. Serokê gelekî ku ne azad be ew gel nikare ji xwe re bibêje ez azad im. Dema derketin miletê ji me re got êdî hûn azad in. Lê azadiya wiha nabe. Heke civak me ne azad be em jî ne azad in. 
 
Em hinek matmayî man. Ji şêwazê bigire heta guhertina mirovan guhertina xwezayê û bajaran em matmayî hiştin. Berê em li gundan bûn, her tişt xwezayî bû. Niha teknolojî pêş ketiye hemû kes bi wê ve mijûl in. Bivê nevê ev hinek ji mirov re xerîb tê. Fikirandina şexsê xwe ji me re xerîb tê. Li girtîgehê wiha nebû. Fikirandina giştî û komî hebû. Ev hinek li me zor tê. Em ji xwe re azadî nabînin. Fikra me ew e ku em û civaka bi hev re azad bibin. 
 
 
Gelek neviyên min çêbûne. Niha ji min re dibêjin yabo, ji ber ku min wan nedîtiye û di nava wan de nemame ev zora min diçe. Dema ku dibêjin yabo ji min re ecêb tê.
 
Dema ku hûn hatin berdan û derketin derve, ji nav tiştên we li derve dîtin a herî balkêş ku bandor li we kir çi bû? Wekî mînak we guherîneke çawa dît?
 
Huseyîn Bozkurt: Têkiliya civaka dema ku em hatin girtin cuda bû. Lê îro têkilayî cûdatir in. Sedsala 21’emîn di hêla fikirandina kesan de bûye sedsala ji çanda xwe, ji rastiya xwe û ji zimanê xwe dûrketinê. Dema ku em hatin girtin kesê xwe înkar nedikir. Lê niha ji bo çar qurişan kes dikare xwe, çanda û nasnameya xwe înkar bike. Ez bi vê matmayî mam. A din jî têkiliya di navbera kesan de min matmayî hişt. Asta têkiliya di navbera jin û zilaman de ji hêlekê ve erênî dibînim û ji hêlekê ve jî bi temamî ji bo dûrketina ji rastiya xwe hatiye bi kar anîn. Ev jî min matmayî dihêle. 
 
Omer Çeken: Berê di navbera biçûk û mezinan de hurmet hebû. Li gundan dema ku kesek biaxiviya lê guhdarîkirin hebû. Lê niha niha ne wihaye. Her kes bi serê xwe diaxive. Ev min matmayî dihêle. A din ku min matmayî dihêle jî telefon e. Serê mirovan 24 saetan di telefonê de ye.  
 
Çaxê hûn hatin girtin bira/xwişkên we yên ezeb hebûn. Zarokên we biçûk bûn. Lê îro zewicîne, zarokên wan çêbûne. Yanî neviyên we hene. Dema ku hûn hatin berdan û ev zarok ber bi we hatin we çi hîs kir?
 
Huseyîn Bozkurt: Hemû zarokên min zewicîne, min deweta kesî ji wan nedît. Gelek nebiyên min çêbûne. Niha ji min re dibêin yabo, ji ber ku bi wan re nejiyama û di nava wan de nemame ev zora min diçe. 30 sal ne hindik e. Dema ku dibêjin yabo ji min re ecêb tê. Di jiyana me ya 30 salan rêhevaltî hebû. Uslûba me li ser rêhevaltiyê bû. Em hinek di hînbûna civakê de zehmetî dikişînin. Em nikarin ji bin ve red jî bikin. Lê em zehmetî dikişînin. Yek dibêje yabo yek dibêje xalo. Em ji van gotinan re xerîb mane. Hê nû nû nebiyên xwe nas dikim. Ji gund tên cem me, ez wan nas nakim.
 
Omer Çeken: Dema ku ez jî hatim girtin zarokên min biçûk bûn. 9-10 salî bûn. Em bi hev re nejiyan. Hin caran dihatin hevdîtinê. Ew jî tev nedihatin. Niha dibêjin yabo, ez matmayî dimînim. Nizanim ku gazî min dikin. Ji ber vê hin caran ez û ew jî matmayî dimînin. Ji neçarî niha em xwe hêdî hêdî hîn dikin. 
 
Em dizanin li girtîgehê perwerdehî her heye. Lê li derve tiştek wiha bi rêk û pêk tune ye. Ev rewş we aciz nake. Hûn niha dema xwe bi çi derbas dikin û bi çi re mijûl dibin?
 
Huseyîn Bozkyrt: Bixwazî nexwazî piştî 30 salan çûn û hatina me heye. Hê jî mêvan tên. Lê dixwazim ji civakê fêm bikim. Ji mirovan fêm bikim. Hê jî ji zarokên xwe re dibejim heval. Niha em difikirin ku çawa derûniya girtîgeha ji ser xwe biavêjin. Hewl didim ku ji vê derûniyê rizgar bibim. Dixwazin hê bêtir bi civak, malbat û gel re têkiliyeke xweş deynim. Em niha di pêvajoya derûniya girtîgehê ji ser xwe biavêjin de derbas dibin. 
 
Omer Çeken: Em difikirin ku em ê di nav civakê de bi roleke çawa rabin. Çawa bikevin nava wan. Ji bilî vê hê me dest bi xwendin û nivîsandinê nekirine. Min ji hevalên xwe yên girtîgehê re name şandin. Hêdî hêdî em ê bi elimin. Lê niha wiha derbas dibe.
 
 
 Em ji xwezayê pir dûr bûn. Min dixwest li nav xwezaya welatê xwe bigerim. Hesreta me dîtina xwezayê bû. 
 
Tişta ku we li hundir herî zêde xweziya xwe pê dianî çibû? 
 
Huseyîn Bozkûrt: Xeyala me bû ku em hinek li xwezaya welatê xwe bigerin. Ji Serhedê bigire heta Dêrsim û Botanê ji xwe re li xwezayê bigerin. Lê nexweşiyên min rê nadin vê yekê. Careke emeliyat bûme û ez ê careke din jî emeliyat bibim. Ev xeyalên min hê pêk nehatine. Em ji xwezayê pir dûr bûn. Min dixwest li xwezaya welatê xwe bigerim. Hesreta me dîtina xwezayê bû. Niha em derketine jî ji ber nexweşiyên xwe min ev xeyalên xwe pêk neaniye. 
 
Omer Çeken: Ê min jî xeyala min xweza bû. Em li gundan nav xwezayê mezin bûbûn. Xeyaleke min jî gera bajaran û deverên dîrokî. Beriya girtina xwe me zêde wate nedida cihên dîrokî. Lê derfetên min çênebûne. Heke derfetên min çêbibin û hêza min a gerê hebe ez ê bigerim. 
 
Hûn ê ji niha û şûn ve çi bikin û bi çi awayî jiyana xwe bidomînin, planên we yên ji bo siberojê çi ne?
 
Huseyîn Bozkûrt: Ji ber nexweşiya xwe min hê xeyalên xwe pêk neaniye. Helbet her mirovek xeyaleke wî heye. Xeyalên 30 salan ji bîr nabin. Serboriya me jî ji bîr nabe. Xeyala min civakek azad, rojek azad û welateke azad e. 
 
Omer Çeken: Em hê mêvan in. Heta niha hinek bi tenduristiya xwe re mijûl bûm. Ji ber vê min hê planeke daneniye pêşiya xwe. Keda ku me li girtîgehê dît nayê jibîrkirin. Em ê li ser vê kedê bimeşin.
 
MA / Kadrî Esen - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

09/05/2022
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin