Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

img

BÛRSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe de li Bûrsayê axivî û got: "Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi serbikevin. Bila ew bitirsin, çimkî yê têk bişikên."

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Bûrsayê bi dirûşmeya “Li Bûrsayê dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’an li eywana vexwendinê ya Sûltan a navçeya Osmangaziyê li dar xist. Eywana kongreyê bi alayên HDP’ê û pankartan hat xemilandin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna şoreşgerî de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  
 
'DESTHILATDARÎ HEWL DIDE SÛCÊN XWE VEŞÊRE'
 
Di kongreyê de ewilî Hevseroka HDP’a Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan axivî. Erdogan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo rojevê biguherîne her tim senaryoyan dinivîse û got: “Em karker, gundî û kedka, fîlmên tirsnak û bi kelecan ên ku wan çêkirine heta hestiyê xwe hîs dikin. Dewlet bi dosyayên girtinê yên li hemberî partiya me vekirine, bi dosyayên komploya Kobanê, bi şert û mercên giran ên tecrîdê yên li hemû zindanan bi taybet Girtîgeha Îmraliyê û bi pêkanînên dijmirovahî yên li ser girtiyên nexweş bi taybetî Aysel Tûglûk hewl dide sûcên xwe veşêre."
 
‘OCALAN DENGÊ AŞTIYÊ YE'
 
Piştî axaftina Erdogan, Hevserokê HDP’a Bûrsayê Nadir Kirlilar jî axivî û got: “Em HDP çi qasî pesnê xwe bidin jî kêm e. Li cîhanê tu partiyek ku li hemberî ewqas êrîşan bikare bijî, kêmasiyan tije bike û mezin bibe tune. We ev yek pêk anî. Yê ku welat ber bi hilweşandinê ve dibe bloka desthilatdariyê ye. Ew aştî naxwazin, dixwazin şer heta hetayê bidome. Dizanin ger aştî çêbibe ew ê nikaribin kêliyekê jî li wir bimînin. Çima di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de israr dikin? Ji ber ku ditirsin ger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biaxive dengê aştiyê were bihîstin. Em ê ji vê hikûmeta ku qedera wan bi şer ve girêdaye xilas bibin.”
 
‘EM Ê XWEDÎ BIRYAR Û GOTIN BIN'
 
Piştî axaftina Hevserokên HDP’a Bûrsayê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Ez girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ne, bi taybet Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag silav dikim û hêvî dikim ku di demek herî nêz de li cem me bin.”
Bûldan anî ziman ku li hemû bajaran kongreyên xwe bi coş didomînin û got: “Tevî hemû zext û astengiyan wê HDP bibe deng û hêza her kesî. Tevî hemû astengî û zextan jî em ê li her derê bi gelê xwe re bin. Ji ber ku em ji niha ve dibînin ku partiya demokratîk ya mafan wê di pêşeroja Tirkiyeyê de bibe xwedî gotin û biryar. Ji ber ku HDP deng, gotin, mala hevpar a tirk, kurd, elewî, sunî, ermenî, asûrî, jin, ciwan û hemû bawerî û nasnameyên vî welatî ye.”
 
‘TÊKOŞÎN WÊ HETA DAWIYÊ BIDOME'
 
Bûldan bilêv kir ku ji bo jin û ciwan bibin xwedî gotin û biryar têdikoşin û destnîşan kir ku ev têkoşîn wê heta dawiyê bidome. Bûldan got: “Helbet di destê me de ye ku em Tirkiyeyeke ku tu kes xizaniyê nekêşe, çavkaniyên welat bi awayekî wekhev bên parvekirin û em gelên xwe ji bo siberoja xwe biaxivin û biryar bidin, di destê me de ye. Dema ku em vî karî dikin, em ê dev ji kesekî ku nikaribin destê wî bigirin, dest dilê wî nedin û deriyê wî nexin bernedin. Ev têkoşîn wê bidome heta ku welatê mexdûran, ne yên ku li vî welatî diêşin, bibe welatekî ku ev welat tê de biguhere û veguhere û paşeroj ji nû ve bê afirandin." 
 
'WÊ DESTHILATDARÎ WINDA BIKE'
 
Bûldan destnîşan kir ku ji siberojê ditirsin, ji ber dizanin dê siberoja xwe winda bikin û wiha pê de çû: "Hikûmetek heye ku nirxên civakî yek bi yek dixwe. Hikûmetek heye ku tu ehlaqên siyasî, rêgezên exlaqî û zagonan nas nake. Hikûmetek heye ku bi polîtîkayanên li ser civakê dixwaze conk li wan dane. Hikûmeteke heye ku HDP û têkoşîna wê wekî astengiya herî mezin dibîne. Ji siyaseta me, ji helwesta me, ji berxwedana me, ji têkoşîna me ditirsin. Bila tirsa wan berdewam bikin, em ê timî bibin kabûsa wan. Ji ber ku ji me ditirsin bi siyasetê dernakevin pêşiya me, bi dozên siyasî û dozên komployê derdikevin pêşberî me. Haya me ji dozên ku li dijî mafên Tirkiyeyê hatine vekirin heye. Em baş dizanin ku ew bi van dozan ve girêdayî ne. Ger em yek bi yek ji wan re bibêjin, dê ji Bûrsayê heta Enqereyê rêyek ducar be. Hûn mafên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê haya we ji plansaziya van bûyeran heye. Nasnameyên cuda, jin û ciwan di nava nakokiyan de ne. Ew bi hiqûqê re jî di nava dozê de ne. Ew bi her tiştê mirovahî re nakok in ji ber ku me bi van dozan re mijûl dikin ji ber ku siyaset û paşeroja wan qediyaye.”
 
'GEL HETA MIRINÊ LI BER XWE DIDE'
 
Bûldan anî ziman ku li gel dozan, provakator ji avahiyên partiya wan re hatine şandin û tiştên ku 3 roj berê qewimîn bi bîr xist û got:  "Gotina 'Ez ê te bi dîwêr bizmar bikim' ji aliyê polîsekî ve ji hilbijêra gel re hat gotin. Ev ne gotineke ku were daqurtandin e. Em baş dizanin yê ku ev gotin ji kê ferman girtiye û hatiye wir, lê divê baş bizanin ku li hemberî van gefan her yek ji parlementer û rêveberên me yên HDP’ê, dengdêrên me, tu carî serî li ber we natewînin. Ev gotina desthilatdariya xwedî hişmendiya salên 90’î ye. Ji hingê ve gelek tişt guherî. Wê demê gel li ber xwe da, niha jî gelê ku heta mirinê li ber xwe dide heye." 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “ Hewl tê dayîn civakê bitirsînin. Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Bila bitirsin, ji ber ku ew ê winda bikin. Girtîgeh veguheriye hawîrdora tecrîdê. Girtiyên nexweş bi mirinê re têdikoşin û her roj binpêkirinên mafan pêk tên. Em dibînin ku ji bo siberoja welat tu wehdên wan nîne. Tevî ku îro li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk nayê jî, ji bo parêzeran cezayê disiplînê yê 6 mehan hat dayîn. Ne malbat ne parêzer dikare hevdîtinê bike, lê careke din qedexe hat dayîn. Tirkiye bûye welatekî ku qanûnên xwe jî pêk nayîne. Yên ku li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tînin, berpirsyar in.”
 
ÊRIŞÊN DAGIRKIRINÊ
 
Bûldan anî ziman ku desthilatdarî ji bo temenê xwe dirêj bike, polîtîkayên şer xistin dewrê de û wiha got: “Em dizanin ku ji bo temenê xwe dirêj bikin polîtîkayên şer xistine meriyetê. Ya herî girîng jî rastiya AKP'ê heye, ji bo ku kurd li tu cihî bi ser nekevin û nebin xwedî gotin û biryar, xwe li şer girtiye. Em wek HDP ji bo aştî, ne şer, ji bo jiyanê, ne mirin, ji bo hemû ciwan bibin xwedî pêşerojeke ku li vî welatî di nava aştiyê de bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
DAYIKÊN BERXWEDÊR HATIN SILAVKIRIN 
 
Bûldan di dawiya axaftina xwe de got ku îro Roja Dayikan e û bi lêv kir ku ew dayikên zarokên xwe winda kirine, dixwazin bigihîjin zarokên xwe ji dil pîroz dike û ev tişt got: "Silav li Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, dayika me Emîne Şenyaşar û dayika Denîz Poyrazê. Ji bo ku êdî hew dayikeke me jî bigirî, tişt bi zarokên me nebe dema derxistina AKP-MHP’ê ji dîroka siyasî hatiye. Rêya me hemûyan vekirî be, ya serkeftin ya jî serkeftin."
 
 Piştî axaftina Bûldan, namzet bi namzed hatin nasandin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl axivîn û kongre silav kirin. 
Piştî hilbijartinê Ceylan Erol Erdogan û Mehmet Dîlek wek hevserokên HDP’a Bûrsayê hatin hilbijartin.
 

Sernavên din

09/05/2022
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin