Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye

  • rojane
  • 10:08 2 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmenderên kurd ên Herêma Federal a Kurdistanê diyar kirin ku li herêmê jiyana tu kesî ne di ewlehiyê de ye û wiha gotin: “Di kuştina her siyasetmedarekî kurd de tiliya PDK'ê heye. Herêm êdî bûye cihê îstixbarat û hêzên sîxûriyê.”
 
Aloziya aborî, siyasî û civakî ya Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe. Pirsgirêkên navxweyî yên li herêmê, aloziya heyî hîn girantir dike. Bi girêdayî vê rewşê re zext, binçavkirin, girtin, gef û înfazên li dijî hêzên demokratîk jî didomin. Herî dawî di 17’ê gulanê de siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Siyasetmedarên başûrê Kurdistanê têkildarî sûîqestan, zext, binçavkirin û girtinên li başûrê Kurdistanê axivîn. 
 
Têkildarî mijarê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah destnîşan kir ku li ser Herêma Kurdistanê lîstikên mezin tên lîstin û wiha got: “Hêzên hegemonîk polîtîkaya xwe li ser seranserî cîhanê ferz dikin û tevahiya cîhanê di rewşeke nediyar de derbas dibe. Şer, bi xwe re mirin û wêraniyê tîne. Her hêzeke kapîtalîzt xwedî projeyeke. Çend aliyên wan hene. Ev alî piştgiriya şer dikin û di nava danûstandinan de ne. Ji van gelekan koalîsyon ava kirine û di nava koalîsyonan de jî nakokî hene. Ji ber ku her hêzek dixwaze hegemonyaya xwe zêde bike û ji bo berjewendiyên xwe şer bike. Şerê xazê, neftê, bazar, dîrok û hwd. ku ev şer gelemperî li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Iraq û Kurdistanê ye. Lewma erdnîgariya me bûye cihê aloziyên wiha.”
 
‘KURDISTAN BÛYE CIHÊ ALOZIYÊN HÊZÊN HEGEMONÎK’
 
Bi domdarî Ebdullah got ku ji DYA’yê heta inglîz û îsraîliyan, gelek dewlet ji bo Kurdistanê xwedî proje ne û wiha domand: “Dîsa hîlala şîe ji vir derbas dibe û osmaniya nû dixwaze vir dagir bike. Mixabin di rewşeke wiha de hêzên kurd ne ji bo gelê xwe lê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo hêzên derve dixebitin. Vê yekê jî herêm kiriye cihê nakokiyên hêzên derve. Herêm bûye cihê îstixbarat û hêzên sîxûriyê. Bi taybetî dewleta tirk dixwaze ji vê paşverûtiyê sûd bigire û vê xakê dagir bike. Lewma dewleta tirk vê terorê li Herêma Kurdistanê dike ku rayedarên herêmê jî alîkariya wan dikin.” 
 
'HEWLÊR JI BO TERORÎSTAN CIHEKE EWLE YE'
 
Di berdewamê de Ebdullah anî ziman ku PDK kujeran bi awayekî vekirî diparêze û wiha pê de çû: “Herêma Kurdistanê di bin serweriya PDK û dewleta tirk de ye. Gelek baregehên leşkerî û sîxûriyê yên dewleta tirk hene. Bi hêzên çekdar ên PDK’ê re lihevkirî ne. Asayîşa YNK’ê dibêje ku ew kujerên şehîd Şukrî Serhed û şehîd Mihemed Zekî Çelebî ne. Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê. Ev jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê bo terorîstan cihekî biewle ye, di destê dewleta tirk de ye û ji bo welatparêzan jî cihekî xeternak e. Ev êrişên ser welatparêzan, bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê û bi hevkariya hinek dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê tên kirin. Dixwazin bi van kiryarên terorîstî di nava kurdan de bêbaweriyê pêş bixin û vîna kurdê azad têk bibin.” 
 
'TIRKIYE BEYÎ PDK'Ê NIKARE KAR BIKE'
 
Ebdullah bal kişand ser bêdengiya PDK’ê ya li dijî van înfazan û wiha nirxand: “Ev tê wateya erêkirinê. PDK ji bo parastina desthilatdariya xwe, ji bilî kurdan dê serî li her derê bide. Ji ber ku ne girêdayî gelê xwe lê her tim girêdayî hêzên derve ye. Ew in ku ji bo berjewendiyên hêzên derve şer dikin. Lê binêrin, PDK ji bo xatirê Tirkiyeyê alîkariya DAIŞ’ê kir. Ma em ê çima bibin beşekî nakokiyên navxweyî yên şîeyan? Rêkeftina Barzanî, Sedr û Sunne beşeke vî şerî ye. PDK êdî bûye parçeyeke stratejiya Tirkiyeyê. Tirkiye bêyî PDK'ê nikare li Iraq û Herêma Kurdistanê karê xwe bike. Her wiha PDK bêyî Tirkiyeyê nikare li ser lingan bisekine. Êdî bêdeng nemînin.”
 
'EV DER JI BO ŞOREŞGERAN NE CIHEKE EWLE YE'
 
Mihemed Ebdullah got ku her kesê têkoşîna azadî û demokrasiyê dike li Başûr zext û êriş lê tên kirin û wiha pê de çû: “Dema em li siyaseta desthilatdarên Başûr dinihêrin, dibînin ku pêşerojeke tarî li pêşiya me ye. Dagirker bi zanebûn çanda şoreşgerî ya gelê Başûr tune dikin. Piştre jî sîxurtî û xeta xiyanetê pêş dixin. Hewlêr bûye navenda hêzên derve. Herêm bûye warê dezgehên îstixbaratê. Tevek jî li dijî kurdan, demokrasî, azadî û vîna azad in. Ji ber ku hemû hêzên herêmê ji bo parastina wan amade ne ji wan re bûye wargeheke ewle. Piştî kuştina sîxûrê tirk Osman Kose gelek kes hatin girtin û lêgerîn hate kirin. Lê doza mirovên şoreşger winda ye. Îradeya şoreşgerên Şêladizê qereqola dewleta rûxand û artêşa tirk têk bir. Lê PDK’ê ji bo têkbirina vê îradeyê çend şoreşger girtin. Ev jî nîşan dide ku Başûr ji bo şoreşgeran ne cihekî biewle ye.” 
 
'HEVKARIYA PDK'Ê YA BI KUJERAN RE DIYAR DIKE'
 
Ji nûnertiya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Mervan Xwedêda jî derheqê mijarê de axivî. Xwedêda, anî ziman ku kesên weke PDK'ê nefikirin tê terorîzekirin û wiha derbirî: “Aloziya aborî, siyasî û civakî ya li Başûr her ku diçe girantir dibe. Xelk ji desthilatdariya heyî aciz e. Her wiha di nava saziyên kurdan de alozî hene. Li herêma zer a ku di bin kontrola PDK’ê de terorîzekirin û hedefnîşandana siyasetmedaran berdewam e. Li herêma PDK’ê kesek nikare bi awayekî azad siyasetê bike. Dewleta tirk xwe li Behdînan birêxistin kiriye û PDK bi vekirî alîkariya wan dike. Dijbariya li dijî PDK’ê zêde dibe. Ne tenê siyasetmedar lê rojnameger jî ji hêla PDK’ê ve tên terorkirin. Lewma kujer nayên aşkerakirin û darizandin. Heke kesek diziyê bike asayîş di nava 24 saetan de wan dibîne û ceza dike. Siyasetmedarek tê kuştin lê kujer nayên dîtin. Ev jî nîşan dide ku PDK hevkarê van êrişan e. MÎT’ê xwe li seranserî Başûr birêxistin kiriye û welatparêzan hedef digire. Piştî aloziya di nava rêveberiya YNK’ê de, MÎT’ê xwe niha li herêmên YNK’ê jî birêxistin kir û welatparêzan dikuje.” 
 
'DIVÊ BAŞÛR XWEDÎ LI WELATPARÊZÊN XWE DERBIKEVE'
 
Bi domdarî Xwedêda destnîşan kir ku gelemperiya înfazên li herêmê ji hêla MÎT’ê ve tên kirin û wiha berdewam kir: “PDK bi zanebûn xwe bêdeng dike û piştgiriyê dide MÎT’ê. YNK jî ji ber aloziya navxweyî rê vedike ku MÎT xwe li wir birêxistin bike û welatparêzan bikuje. Her wiha ciwanên herêmê tên xapandin û li ser wan agahî ji MÎT’ê re tên şandin. Zekî Çelebî jî bi vî awayî hat hedefgirtin. Heke YNK bixwaze Silêmaniye bibe cihekî biewle, divê yekitiya xwe ava bike û li ser doza Mam Celal bixebite. Di dema Mam Celal de kesekî nedikariya li herêmê kurdekî welatparêz hedef bigire. Lewma her welatparêzekî berê xwe dide Silêmaniyeyê. Divê Başûr xwedî li welatparêzan derbikeve. Ji ber ku ev yek xetereyê li ser tevahiya Başûr çê dike.”
 
'ZEKÎ JI ASAYIŞÊ RE RAGIHANDI BÛ KU TÊ TEHDÎTKIRIN'
 
Endamê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Silêmaniyeyê Mûsa Çîftçî da zanîn ku ji ber zextên Tirkiyeyê derbasî Başûr bûne û ev tişt anî ziman: “Me bi salan li Tirkiyeyê siyaset kir. Ji ber dozên li me hatine vekirin bo me bi dehan salan ceza dihat xwestin. Lewma em hatin vê derê. Îstîxbarata tirk yek bi yek li me digere û gefan li malbata me dike û sîxûrtiyê ferz dike. Di demên berê de hevalên me Yasîn û Şukrî li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan salek derbas nebûye. Xebatkarê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Serhat Bagişkoydu ji stûyê xwe hatibû birîndarkirin. Zekî Çelebî bû hevalê sêyemîn ku tê qetilkirin. Zekî bi hemû rayedarên fermî, sazî û asayîşê re têkilî danîbû û hejmarên telefonan ên ku li ser gef lê hatibûn xwarin parve kiribûn. Me got divê tevdîr bên girtin lê Zekî Çelebî hate qetilkirin. Mixabin rayedarên li vir tu gavan navêjin. Me ji Hewlêrê derdixin û li Silêmaniyeyê qetil dikin. Li gorî me ev yek plankirî bû.” 
 

Sernavên din

03/06/2022
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir