Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin

  • rojane
  • 11:24 2 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê dabûn destpêkirin, kete roja 200’an. Malbatên ku nobetê didomînin bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin. 
 
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 31’ê adara 2022’yan, 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin. Gelek girtî jî li gel ku cezayê wan xelas bûye, bi hincetên keyfî yên weke cezayê hucreyê û grevên birçîbûnê nayên berdan. Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan kete roja 200’an. 
 
Di vê pêvajoya çalakiyê de gelek sazî û dezgeh, nûnertiyên partiyên siyasî û parlamenter çûn serdana malbatan. Di roja 129’emîn a çalakiyê de jî polîsan nehêlan malbat çalakiya xwe li pêşiya Baroya Amedê li dar bixin. Her wiha hêzên dewletê nehiştin ku parlamenter û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl jî biçin serdana malbatan. Li ser vê yekê malbatan di nava mertalên polîsan de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, di rojên piştre de hefteyê sê rojan li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK), Girtîgeha Amedê û Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Ji çalakvanan Herdem Merwanî û Nazîme Boltan bi wesîleya roja 200’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê, bi ajansa me re axivîn. 
 
'ME JI BO MAFÊN GIRTIYAN DEST BI VÊ RÊYÊ KIR’
 
Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî diyar kir ku bi dirûşma “Werin em jiyanê biparêzin û bila mirin çênebin” dest bi têkoşîna xwe kirine û wiha domand: “Zextekî giran li girtîgehan heye, girtiyên ku cezayê wan xelas bûye nayên berdan, girtiyên nexweş wefat dikin û mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Mebesta me ya ji çalakiyê jî ew e ku em xwedî li mafên girtiyan derkevin û biparêzin. Çalakiya me bênavber domiya. Dikarim bibêjim em bûn dengê wijdana civakê. Me dît ku daxwazên me, di esasê xwe de daxwaza tevahiya civakê ye û ew jî xwedî heman hestan in.” 
 
BANGA ALÎKARIYÊ
 
Bi domdarî anî ziman ku sedema pirsgirêkên li girtîgehan, feraseta siyasî ye û wiha got: “Divê ev feraseta siyasî û burokrasî hinek were veweşandin. Nexwe rêxistinên civaka sivîl demekî piştre êdî dixitimin. Hinek rêxistinên civaka sivîl dixwazin bo me bibin alîkar lê belê burokrasî li pêşiya wan dibe astengî. Vê siyasetê rê li ber burokrasiyê vekir. Lewma divê siyaset xwedî li me derkeve û alîkariyê bide.”  
 
‘BILA GIRTIYAN BERDIN’
 
Girtiyê bi navê Civan Boltan, di lîsteya girtiyên nexweş ên ku divê demildest bên berdan de ye. Dayika Boltan, Nazîme Boltan xwest ku girtiyên nexweş baş bên tedawîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “An bila tedawî bikin an jî bila berdin da ku em bi wan re eleqedar bibin. Bes e êdî bila înfazên girtiyan neşewitînin. Bila wan berdin. Divê girtiyên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de bên berdan. Daxwazên me ne daxwazên mezin in. Başe lê çima nayên qebûlkirin?” 
 
‘400 ROJAN JÎ BIDOME EM Ê LI BER XWE BIDIN’
 
Di berdewamê de Boltan got ku divê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sazî piştgiriyê bidin çalakiya wan û axaftina xwe wiha qedand: “Bila hemû kes ji bo daxwazên me dengê xwe bilind bike. Divê ev daxwazên me di zûtirin dem de bên qebûlkirin. Bila çareseriyekî bo van pirsgirêkan bibînin. Vaye çalakiya me kete roja 200’an. 200 roj derbas bûn lê çareseriyek peyda nekirine. Lê belê çalakî bikeve roja 400’an jî em ê van daxwazên xwe her tim biqîrin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê nobeta me berdewam bike.” 
 
MA/Mujdat Can
 

Sernavên din

02/06/2022
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn