Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye

  • rojane
  • 13:43 4 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Veysel Guney, 41 sal berê li Girtîgeha Dîlokê hate bidarvekirin û cenazeyê wî nedabûn malbata wî. Biraziyê Guney, Dogan Guney diyar kir ku apê wî bi awayekî derhiqûqî hate darizandin û wiha got: “Pergaleke ji goran ditirse li holê ye.”
 
Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Ji ber şert û mercên pandemiyê, di hefteya 897’an de jî çalakiya xwe bi awayekî online kirin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Veysel Guney (24) vegotin ku di 10’ê hezîrana sala 1981’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hatibû bidarvekirin û cenazeyê wî nedabûn malbata wî. 
 
Di çalakiyê de biraziyê Guney, Dogan Guney got ku dewletê nehişt ji bo apê wî parêzer jî bê girtin û wiha got: “Bi awayekî derhiqûqî hate darizandin. Min, apê xwe qet nas nekir. Tenê ji bîranînên hevalên wî û ji wêneyan nas dikim. Me nekarî biçin ser gora wî û bi bîr bînin. Bi ser kuştina wî re gelek sal derbas bûn lê cenaze nedan me. Pergalek li holê heye ku ji goran ditirse. Dapîra min Zeynep Guney ku Dayika Şemiyê bû, bi salan li gora apê min geriya. Emrê wê bi lêgerîna gora apê min derbas bû. Dayikeke din a Şemiyê bi hesreta dîtina gora kurê xwe wefat kir. Ev êş nayê vegotin. Û ev êş qet derbas nabe. Weke malbatên windakiriyan, heta ku windakiriyên me tên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘HIQÛQ BINPÊ KIRIN’
 
Ji parêzerên malbata Guney, Ercan Kanar jî da zanîn ku ji bo hildana tola serpelekî, Guney bi awayekî derhiqûqî hate darizandin û wiha domand: “Bi qasî misqalê jî eleqeya wê bi hiqûqê re tune bû. Di 5’ê sibatê de roja danişînê diyar bû. Rojek piştre dest pê kir. Di 17’ê sibatê de danişîna duyemîn çêbû û biryar dan. Cezayê îdamê dan. Û ev biryar di zûtirin dem de ji hêla Dadgeha Bilind a Leşkerî ve hate erêkirin. Konseya leşkerî di nava 2 mehan de biryara înfazkirina vî cezayî da. Guney, 5 mehan di hucreyê de hate ragirtin û rastî îşkenceyên giran hat. Nehiştin bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Nameya ku rojek beriya bidarvekirinê nivîsandî jî nedan malbata wî. Piştî ku xala 15’emîn ku sûcdarên 12’ê Îlonê diparast hatiye rakirin, di sala 2011’an de me ji bo Veysel Guney û windakiriyên din serlêdan kir. Me xwest hemû kesên darbeya leşkerî kirin, fermandar û rayedarên emniyetê ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine bên darizandin. Lê belê serdozgeriyê ev serlêdana me ya sûc red kir. Me îtîraz kir lê belê hem dadgehê û hem jî AYM’ê serlêdana me red kir. Di sala 2016’an de me dosya bir DMME’yê.” 
 
GOKTURK LI XWE MIKUR HAT 
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla yek ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever ve hate xwendin. Yurtsever, diyar kir ku 25 sal piştî darvekirina Guney, dozger Mete Gokturk ku îfadeyê ewil a Guney wî girtibû û di bidarvekirina wî de amade bû, pirtûkeke bi navê “We Edalet Dîtiye?” de dibêje ku tu delîlên sûcdarkirina Guney nebûn û darizandineke adilane nehatiye kirin. 
 
‘FIKAR ÇÊBÛN’ 
 
Bi domdarî Yurtsever ev tişt anî ziman: “Malbat û hevalên Guney bi salan li cenazeyê wî geriyan. Di encama lêkolînan di sala 2006’an de xuya bû ku Midûriyeta Goristanan a Dîlokê  di qeyda xwe ya 9’ê hezîrana 1981’an de ‘kesekî nasnameya wî nediyar’ hatiye bidarvekirin û di gora hejmar 105341 de hatiye veşartin. Bi biryara 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ev gor hate vekirin. Hestiyên di gorê de ji Saziya Tipa Edlî re hatin şandin. Lê Daîreya Îhtîsasa Biyolojî got ku xwîna cenaze û ya dayik Zeynep Guney hev nagirin. Lê raya giştî kete nava fikarên mezin bê ka ev rapor rast hatiye amadekirin an na. Windakirina cenazeyê Guney, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.”
 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne