HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin

  • rojane
  • 19:45 5 Hezîran 2022
  • |
AMED - Qurbaniyên di sala 2015’an de di êrişa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşan kirin ku heta kujer neyên dîtin û edalet bi cih neyê wê têkoşîn bidome. 
 
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, qurbaniyên ku di 5’ê Hezîrana 2015’an de di êrişa li dijî mitînga, “Mirovahiya mezin” de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qada Îstasyonê bi bîr anîn. Kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Komeleya Jinan a Rosayê, Malbatên Pirsûsê, Komeleya Aştiyê ya 10’e Cotmehe û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi dirûşmeya “Komkujiya 5’e Hezîranê ji bîr nekin” destpêkir û beşdaran potikê ku navê kesên di komkujiyê de jîyana xwe ji dest dabûn li ser nivîsî bû hilgirtin.
 
‘ÇI JI DESTE ME TÊ EM DÊ BIKIN’
 
Di bîranînê de ewilî Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettin Altun axivî. Altun, anî ziman ku kesên ku li ser vê erdnigariye mirin ferz kirine şermezar dikin û wiha got: “Kengî ku ji bo guherandinê deng derkeve, li qadan qetliam çedibin. Ji dîroka komarê heta niha hesabê van komkujiyan nehatiye dayin. Ji ber ku hesab nayê dayîn jî komkujî dubare dubare diqewimin. Sedemê komkujiya ku li Amedê qewimiye çi be, ya Pirsûsê ya Enqereyê jî ew e. Em jî vê komkujiyê şermezar dikin û ji bo ev komkujî bi dawî bibin çi ji destê me tê em dê bikin.”
 
Piştî Altun li ser navê malbatên Pirsûsê Cansû Yûmuşak axivî. Yumuşak jî destnîşan kir ku ew jî hevparê êşa komkujiya Amedê ne û wiha got: “Em jî perçeyekî tekoşîna ku li dijî van komkujiyan tê dayin in. Heta ku em bi awayekî rehet bikarin şîna xwe bigirin wê têkoşîna me bidome."
 
‘EM DÊ LI PÊY ŞOPA WAN BIN’
 
Dû re Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûn, bi lêv kir ku tevî 7 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî hêj tu kes nehatiye darizandin û wiha axivî: “Wan çawa ku di 7'ê Hezîranê de heza gel dît in tehamul nekirin û di 5'ê Hezîranê de ew teqîn pêkanîn. Piştî we teqînê li Pirsûs, Enqere û Dîlokê jî teqîn pêkanîn. Herî dawî jî li Konyayê malbatek qetil kirin. Em dizanin ku şerekî qirêj li ser kurdan dimeşînin. Lê bila hemû cîhan bizane ku em piştgiriya malbatên xwe dikin. Heta kesen ku ew komkujî kirine dernekevin holê, em dê tekoşîna xwe bidomînin. Di salên 90'an de qetildikirin failên wan nediyar bû, lê faîlê van teqînan diyar in jî desthilatdar tu tiştekî nake. Ji ber ku desthilatdar dixwaze bi şer hemû gelan bindest bike û bêvîn bihêle. Lê em soz didin wan şehidan ku em dê li pêy doza wan bin. Heta aştî û azadî were vî welatî em dê tekoşîna xwe bimeşînin.”
 
 ‘DESTPÊKA KOMKUJIYAN AMED BÛ’
 
Piştî Tosûn Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’e Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku ji Enqereyê, Stenbolê û Meletiyê ji bo bîranîna 5’ê Hezîranê hatine û wiha got: “Em soz didin wan ku em dê heta dawî li pêy wan bin. Bila bizanin ku cane her kesî wekhev e û hesabê van komkujiyan wê were pirsîn. 7 sal in ev komkujî qewimiye, heta edalet pêk neyê em dê tekoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Ji ber ku hesabê komkujiya Amedê nehat pirsin, di Komkujiya Pirsûsê de 33 kes di ya Enqereyê de jî 104 kesan jiyana xwe ji dest dan. Destpêka komkujiyan Amed bû. Em hemû ji rayagiştî re dibêjin ku ji bîr nekin û nedin bîr kirin.”
 
Piştî axaftinan beşdarvanan qurnefîl danîn cihe bûyere.. Bîranîn bi dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/06/2022
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!