Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin

  • rojane
  • 12:13 10 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê di 5 salên dawî de 15 kes di Çemê Dîcleyê de qeniqîn. Rayedar tu tevdîran nagirin û ev dibe sedema metirsiya ku wê gelek kesên din jî bixeniqin. 
 
Di ava Çemê Dîcleyê xeniqandina welatiyan berdewam dike. Bi taybetî li Cizîra Şirnexê, li Amedê û Êlihê ava çem rê li ber talûkeyek mezin vidike. Li navçeya Cizîrê ku di mehên havînê de germ derdikeve 50 pileyî, zarok, ciwan û welatî dikevin çem û xwe hîn dikin. Her sal bi dehan welatiyên dikevin çem dixeniqin. Herî dawî di 4’ê hezîranê de li Cizîrê Îdrîs Putru (17) û Zekeriya Negîz (13) ketin çem û xeniqîn. Dotira rojê cenazeyên wan hat dîtin. Hat zanîn ku qapaxên Bendava Ilisûyê hatine vekirin û bi yek carekî av rabûye û her du zarok bi avê re çûne. Bi Îdrîs û Zekeriya re di 5 salên dawî de li Cizîrê heta niha 15 kes di Çemê Dîcleyê de xeniqîne. 
 
WEZARET KÊM NÎŞAN DIDE 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê derbarê van xeniqandinan de gelek caran mijarê birin Rojeva Meclisê û mijarê ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê pirsin. Wezaretê îdia kir ku ji sala 2004’an de heta 2018’an de 42 kes xeniqîne. Wezaretê her tim hejmara welatiyên dixeniqin hindik nîşan da.
 
NOQAR TUNE YE 
 
Di van bûyerên xeniqandina welatiyan de li navçeya Cizîrê ji ber kêmasiya noqar tune ev yek jî dibe sedema mirina. Her wiha ev kanên xîzê ku li ser çem hatine çêkirin, xîzê dikişînin û bi metreyan kûr dikin û ev yek jî rê li ber xeniqandinan vedike. 
 
SOZA WAN NEÇÛ SERΠ
 
Her çiqas Midûriyeta Sporê û Ciwanan a Şirnexê û qeyûmê Şaredariya Cizîrê ji bo xelkê navçeyê soza çêkirina hewzê dan jî lê ev projeyên wan ên hewzê neçûye serî û xemsariya wan nîşan dide. 
 
JI 2018’AN HETA NIHA BÛYERÊN XENIQANDINÊ 
 
* Di 2020’an de li gundê Misirî yê Cizîrê Rmazan Yagbasan ê 65 salî ji bo ku xwe hînîk bike, ket Çemê Dîcleyê xenigî. 
 
* Di 2020’an de Ahmet û Hakan Ercan ên birayên hev di Çemê Dîcleyê de xeniqîn. 
 
* Di 2019’an de li Cizîrê Salîh Karakoyûn ê 18 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî. 
 
* Di 2018’’an de Muhammet K. ê ku ket Çemê Dîcleyê xenigî. 
 
* Di 2018’an de Muhammed El Tamer ê 21 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî. 
 
* Di gulana 2018’an de Bedirhan Şen di Çemê Dîcleyê de xeniqî. 
 
* Di 2018’an de li gundê Dîrsekliya Ciîrê Hasan Çagliyan û Yasîn Zengîn di Çemê Dîcleyê de xeniqîn. 
 
* Di 2018’an de Kadîr Oruç ê di Çemê Dîcleyê de xeniqî piştî 4 rojan cenazeye wî hat dîtin. 
 
* Di 2018’an de zarokê bi navê Şahîn Akbaş (12) di Çemê Dîcleyê de xeniqî. 
 
* Di 2018’an de Abdurrahman Okşul (70) ê ku piyê wî şemitî û ket Çemê Dîcleyê. Welatiyê extiyar bi avê re çû û xenigî. 
 
* Di 2018’an de Salîh Çoban (15) di Çemê Dîcleyê de xeniqî. 
 
 * Di tîrmeha 2018’an de Baran Haykir û Roşat Noyan ên ji bo xwe hînîk bikin ketin çem xenigîn. 
 
Her wiha dîsa li Cizîrê di dîrokên cuda de zarokên bi navê Haşim Acar, Îsa Acar, Mahmut Acar, Mustafa Acar û Îshak Dansik ji bo xwe hînîk bikin ketin Çemê Dîcleyê û xenigîn. 
 
Tevî van hemû bûyerên xeniqandinê jî Wezareta Derdor û Bajarvaniyê û rayedaran heta niha tu tevdîr ji bo pêşîlêgirtina bûyerên xeniqandinê negirtine û ev yek rê li ber metirsiya xeniqandina nû vedike. 
 
 

Sernavên din

12/06/2022
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin