Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin

  • rojane
  • 09:04 12 Hezîran 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê derket holê ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan nexweş û xebatkar 4 mehan bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane. 

 
Derket holê ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Mêrdînê ku di 22'yê Sibatê li cihê xwe yê nû nexweş qebûl kirine, nexweş û xebatkar bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane. Li gor agahiyên bi dest ketine, beşa Radyolojiyê ya Navenda Tenduristiya Dev û Diranan, bêyî pîvanên li gor krîteran esas bên girtin, bêyî ode li gor rontgenê bê amade kirin û bêyî Serokatiya Desteya Enerjiya Atomê ya Tirkiyeyê (TAEK) pesend bike dest bi xebatê kiriye. Ji ber vê li vê navenda tenduristiyê ku nêzî 4 meh in dixebite gelek nexweş û xebatkar bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane. 
 
Ev yek piştî ku hefteya borî navend hatibû girtin derket holê. Nexweşên çûne navendê ji wan re hatiye gotin ku rontgen jî di nav de bi tu awayî tedawî tune ye. Li gor agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dest xistine; piştî hatiye fêmkirin ji ber ku pîvanên li gor krîteran esas nehatine girtin û ji ber ku bêyî pesendkirina TAEK'ê beşa radyolojiyê hatiye xebitandin, xebatên navendê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine sekinandin.
 
DI ROJEKÊ DE BI RADYASYONA SALEKÊ RE RÛ BI RÛ MANE
 
Piştî lêkolînan hatiye tespîtkirin ku personelên ku divê mehê herî zêde bi 7 mîlîsîevert (Sv) radyasyonê re rû bi rû bimînin, di dema her rontgenê de bi 4-7 mîlîsîevertê re rû bi rû mane. Li vê navendê rojê li dor 20 heb rontgen hatine kişandin. Yanî personelek rojê bi radyasyona salekê re rû bi rû maye. 
 
SER HAT NIXUMANDIN, LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN
 
Têkildarî mijarê raporek berfireh hatiye amadekirin, lê bûyer ji raya giştî hatiye veşartin. Navenda tenduristiyê serê vê hefteyê cardin dest bi xebatê kiriye, lê nayê zanîn bê ka mesele hatiye çareserkirin an na. Her wiha hat hînbûn ku hê derbarê berpirsan de jî tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. 
 
SES: BERPIRS DIVÊ HESAB BIDIN
 
Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Mêrdînê Ahmet Ozen diyar kir ku piştî beşa radyolojiyê hatiye sekinandin haya wan ji meseleyê çêbûye. Ozen diyar kir ku piştî pîvanên rontgenê hatine kirin pê hesiyane ku radyasyon belav bûye û ev yek  ji 22'yê Sibatê ve dest pê kiriye. Ozen got: "Hem nexweş hem jî xebatkar bi radyasonê re rû bi rû mane."
 
Ozen destnîşan kir ku berpirsên vê bûyerê rêvebirên bêliyaqat in û got: "Em dixwazin berpirs hesab bidin û ji peywirê bên girtin. Divê bi raya giştî re bê parvekirin ku bê kî bi vê radyasonê re rû bi rû maye, çend xebatkar bi vê radyasonê re rû bi rû mane? Diyar e bê ka ev 4 meh in kî bi radyasyonê re rû bi rû maye. Ji bo vê xebatek divê. Em li bendê ne kesên tenduristiya gel ber bi xetereyê ve birine hesab bidin." 
 
Ozen destnîşan kir ku divê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Wezareta Tenduristiyê lêkolîneke baş bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin û got: "Divê kesên ji tenduristiya gel fêm dikin, kesên biliyaqat bên ser kar. Têkildarî kesên ku bi radyasyonê re rû bi rû mane tu tişt nehatiye kirin. Ev yek ji nişka ve bandora xwe nade der. Bi demê re dide der. Dibe sedema pençeşêrê, di nifşên bê de dibe sedema mûtasyonê. Ji bo di pêş de tiştekî neyînî rû nede divê tevdîr bên girtin. Em ji nexweşan re jî dibêjin gel di rojên pêş de birînine awarte li canê wan peyda bibin divê serî li nexweşxaneyê bidin. Em bang li nexweşên ku di 4 mehên dawî de tedawî bûne dikin ku bi daxwaznameyekê serlêdanê bikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn