Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin

  • rojane
  • 15:17 12 Hezîran 2022
  • |
img

STENBOL - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş beriya ku Meşa Gemlkê ya Mezin destpê bike, di daxuyaniya ku dayî de bertek nîşanî astengiyan da û got: “Em ê bi hev re tecrîdê rakin." 

Beriya Meşa Gemlikê ya Mezin ku ji aliyê HDP, HDK, KCD, TJA, MED TUHAD-FED û DBP’ê ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” tê lidarxistin, girseya ku li Kadikoya Stenbolê kom bûyî li vir dest bi meşê kirin.
 
Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, alîkar, parlementer û rêveberên hevserokên giştî yên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û hevserokên giştî û rêveberên Partiya Şoreşger, SYKP û ESP jî di çalakiyê de cih girtin.
 
Polîsan êrİşî meşa ku dihat plankirin ji Kadikoyê heta navçeya Gemlikê ya Bûrsayê bê lidarxistin, kirin. Polîsên ku ji saetên serê sibê ve Kadikoy û derdora wê dorpêç kiribûn, wekîlên HDP'ê yên li ber avahiya SYKP'ê dixwestin siwarê otobusên ku wê biçin Gemlîkê bibin astengkirin.
 
Polîsan biryara Walîtiya Stenbolê ya qedexekirina meş û çalakiyan wekî hinceta nîşan da, hêj nîqaş neqediyabûn ku wekîl û girseya pêre dorpêç kirin.
 
Dema ku endamên çapemeniyê yên ku wêne digirtin, bi darê zorê ji qadê hatin derxistin, gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.
 
Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya ku xwest biçe ber avahiya SYKP'ê rastî tundiya polîsan hat.
 
Tevî hemû astengiyan jî wekîl û girseya ku bi dirûşmeya "Her der tecrîd, her der berxwedan" meşiyan gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
 
BEŞTAŞ: BI AWAYEKÎ EŞKERE SÛC DIKIN
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê astengiyan de daxuyanî da û wiha: “Polîsên Stenbolê dest ji karê xwe berdane û hewl didin ku HDP helwesta xwe ya li dijî tecrîdê eşkere neke. Koma me ya Meclîsê îro bi giranî li vir e. Em bi berdevkê partiya xwe, hevserok, wekîl û partiyên me yên pêkhateyan re hatin vir ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Polîsên Kadikoyê ji danê sibehê ve bi talîmata Walîtiya Stenbolê bi awayekî eşkere sûc dikin. Bi astengkirina wekîl û gel sûcên xwe didomînin.”
 
Beştaş diyarkir ku niha kilît li avahiya wan a navçeya Gemlikê dane û wiha axaftina xwe domand: “Rêveberên me yên li qehwexaneyekê rûniştibûn hatin destgîrkirin. Hevalên me tenê ji ber ku hatin daxuyaniyê bidin hatin destgîrkirin. Ji bîr dikin ku helwesta we nikare pêşiya me bigire, hûn ji bo şerê xwe berdewam bikin Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de dihêlin. Hûn bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hewl didin polîtîkayên xwe yên şer bidomînin. Hûn ê bi van astengiyan nekaribin dengê aştiyê yê bi milyonan bêdeng bikin. Zêdeyî 3 milyon kesî ji bo Birêz Ocalan îmze avêtin. Hûn ê nikaribin li pêşiya şikandina tecrîdê ya ji aliyê me bisekinin. Ev tirsa we, bêhiqûqiya we nîşan dide. Ev keyfiyet û faşîzma we nîşan dide. Vê gavê bi anonskirinê li gorî xwe qanûnan radigihînin, lê em jî ji we re daxuyanî didin. Ey midûrên polîsan, ey walî, hûn sûc dikin, hûn nikarin pêşiya vîna gel bigirin, em li vir nûnertiya gel dikin."
 
BEŞTAŞ: EM Ê BI HEV RE TECRÎDÊ RAKIN 
 
Beştaş wiha axivî: “Îro ger hûn vê li Gemlikê pêk neynin jî, em li dijî tecrîda bi milyonan bi yek deng û yek dil daxwaza aştiyê diqîrin. Em ê bi hev re tecrîdê rakin, em ê bi hev re demokrasî, azadî û aştiyê bînin vî welatî, li pêşberî we ne HDP û ne jî gelê ku paşde gav biavêje tune ye."
 
Dema ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî dida, polîsan bi darê zorê xwest endamên çapemeniyê ji qadê derbixin. Parlamenterên li dijî vê pêkanînên keyfî hewl dan ku nehêlin rojnamevan guh nedin van pêkanînan.
 
Lê belê endamên çapemeniyê bi tundiyê re rûbirû man û bi zorê ji çemberê hatin dûrxistin. Girseya ku li kolanên Kadikoyê kom bûn, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Li dijî tecrîdê mil bi mil", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û “Bijî berxwedana zindanan” heta Parka Yogurtçu meşiyan.
 
OMER OCALAN: EM BI DEWLETA POLÎSAN RE RÛBIRÛ MAN 
 
Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan li vir axivî û bi gotina, “Li rewşa heyî binêrin, tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne, dewleteke polîsan e. 7-8 sal in dewleta hiqûqê hatiye ragirtin. Polîs tundiyê li wekîl, gel û siyasetê dike. Em ê li ser zemîna siyaseta demokratîk nêrînên xwe bi gelê xwe re parve bikin, lê li vê rewşê binêrin, gelo ev yek dikare ji Kadikoyê re were kirin?" bertek nîşan da.
 
Tevî hemû êrîş û astengiyan jî girseyê bi dirûşmeyên "Her der tecrîd, her der berxwedan" heta avahiya navçeyê meşiyan, peyama ku heta tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û aştî pêk were wê têkoşîn bidome dan.

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn