Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê

  • rojane
  • 12:53 17 Hezîran 2022
  • |
img

STENBOL – Bi mebesta piştevaniya bi 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin, endamên Sendîkay Basin Îş’ê ji Enqere û Stenbolê ber bi Amedê ve ketin rê. Ji endamên sendîkayê Canan Coşkun wiha got: “Xwedîderketina li wan, xwedîderketina li rastiyan e.” 

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Mimdûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Remziye Temel, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirina 8 rojan jî duh hatibûn girtin. 
 
Pêla piştevaniya bi rojnamegeran re her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de gelek rêxistinên rojnamegeran ên welatên cuda girtin û zextên li ser rojnamegerên kurd şermezar kirin. Di vê çarçoveyê de Sendîkaya Basin Îş a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ku piştevaniya bi rojnamegeran re birêxistin dike, bi daxwaza berdana hempîşeyên xwe ber bi Amedê ve ketin rê. Dê li rojnamegerên ku li Stenbolê bi rê ketin li Enqereyê jî tevlibûn çêbibe. Tê payîn ku rojnameger sibe bên Amedê. Yek ji rojnamegeran Canan Coşkun, têkildarî serdanê axivî. 
 
‘GEF XWARIN’
 
Canan Coşkun anî ziman ku rojnameger ji ber nûçeyên ku çêkiribûn hatine girtin û wiha domand: “Me ev yek jixwe dizanî. Dozger jî bi pirsên derheqê bernameyên nûçeyan, roportajên kolanan, zimanê nûçeyê û polîtîkaya weşanê pirs kirine û li xwe mikûr hatiye. Girtina 16 rojnamegerên kurd, li dijî me jî gefek e. Bi vê yekê re peyama ‘ji bo girtina we hewcehiya me bi hiqûqê nîne’ didin. Her wiha derbekî giran li mafê agahîgirtinê yê gel xistin.” 
 
‘MUXALEFETA KU KIPPÊN JÊ DERNAKEVE’ 
 
Di berdewamê de Coşkun diyar kir ku di demekî ku Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe de ‘operasyoneke’ ewqas mezin hate kirin lê belê bertekên qels hatine nîşandan. Candan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna sansûrê hêjta li Lijneya Giştî ya Meclisê nehatiye qebûlkirin lê xuyaye ku muxalefeta ku kippên jê neyê hatiye avakirin." Coşkûn, bi bîr xist ku ne cara ewil e êrişî rojnamevanên kurd tê kirin û wiha berdewam kir: "Kengî siyasetmedar û rojnamevanên kurd bên girtin me her tim zêdetir azadiya xwe winda kir. Ev taritiya em di nav de di rojekê de nehat." 
 
‘RÊYA DERKETINA JI DOJEHÊ!’
 
Coşkûn, destnîşan kir ku divê her beş piştevaniya rojnamevanan bike û wiha got: "Em nikarin girtina hempîşeyên xwe yên bi hincetên vala ji nedîtive bên. Divê em li dijî vê yekê rojnamevaniyê biparêzin. Rêya derketina dojeha ku em ketinê ev e. Em dixwazin bêjin hempişeyên me tenê nînin." Coşkûn da zanîn ku ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe bikin, bi pêşengtiya DÎSK Basin Îş'ê bi gelek rojnamevanan re ketine rê. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Canan, bi lêv kir ku wê li Amedê serdana rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bikin û ji bilî vê wê bêhiqûqiya hempîşeyên wan pê re rûbirû man jî bi çavdêriyan bikin nûçe. Canan, anî ziman ku rojnamevanên kurd ji ber mafê agahî girtinê pêk anîn hatin girtin û bi gotina "Parastina wan xwedî derketina rastiyan e" banga piştevaniyê kir. 
 
6 JI WAN HATIBÛN BERDAN
 
Di binçavkirinên Serdozgeriya Komarê ya di 8'ê hezîranê de rojnamevan Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û welatî Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
 

Sernavên din

20/06/2022
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin