ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin

  • rojane
  • 17:04 27 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Endamê Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Umît Bîçer ê têkildarî “Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê” axivî, bi lêv kir ku desthilat kesên îşkenceyê dikin diparêze û necezakirin tê mayîndekirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî “26’ê Hêzîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê” li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Roja Piştevaniya bi Kesên Îşkence Dibînin re û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê, cîhaneke bêîşkence pêkan e!” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de dowizên “Cîhaneke bê îşkence mumkun e” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” , “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Parazvan û nûnerên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
LI GORÎ QANÛNAN ÎŞKENCE ‘QEDEXE’ YE
 
Bîçer, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1988’an de “Peymana Li Dijî Îşkenceyê” qebûl kiriye û wiha got: “Di Makeqanûn û Qanûna Ceza de tê diyarkirin ku îşkence qedexe ye. Mixabin li welatê me ne tenê serdemên eskerî di dîroka komarê de jî weke pratîka dewletê îşkence û mûameleya nebaş bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Di encama tarzê rêvebirina destihilatê de di roja me de welatê me bûye cihê îşkencexaneyê.”
 
Bîçer, diyar kir ku îşkence û qedexe pirsgirêkên mafên mirovan ên sereke yên Tirkiyeyê ne û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên necezakirinê û yên weke wê, pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş ên di navenda binçavkirinên fermî de berdewam dikin. Desthilat polîsan ceza nake kontrol nake û ji nedîtive tê.”
 
YÛSÛF BÎLGE  TÛNÇ 3 SAL IN WINDA YE
 
Bîçer, bi lêv kir ku ji sala 2016’an ku OHAL hatiye îlan kirin ve hejmara mirovên tên windakirin zêde dibin, ev rewşeke bifikar e û wiha berdewam kir: “Ji Yûsûf Bîlge Tûnç ê di 6’ê Tebaxa 2019’an de hatiye revandin agahî nayê girtin.” Bîçer, anî ziman ku girtîgeh bûne cihê îşkenceyê û got: “Li girtîgehan li dijî girtî û hikumxwaran di pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş de zêdebûnek heye.” 
 
‘ÎZOLASYONA LI ÎMRALIYÊ FIKARÊN CIVAKÊ ZÊDE DIKIN’
 
Bîçer, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha pê de çû: “Dîsa weke ku di Komîteya Pêşî Lêgirtina Mûameleya Li Dijî Mirovahiyê û Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de jî cih dayê, nayê qebûlkirin û ev îzolasyon fikarên civakê zêde dikin.”
 
‘NECEZAKIRIN TOMAR KIRIN’
 
Bîçer, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên desthilata AKP’ê di raporên saziyên mafên mirovan de cih digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata siyasî mekanîzmayên navnetewî, rexneyên tên kirin û hişyariyan berçav nagire û ji bo pêşî li îşkenceyê bigire tu başbûna nake. Berovajiyê vê li dijî qanûnên îşkenceyê guhertinan çêdike û necezakirinê tomar dike. Muxatabê ewil ê îşkenceyê dewlet e.”
Bîçer, daxwazên xwe rêz kirin û diyar kir ku hemû civak ji pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsyar e. Bîçer, da zanîn ku weke ÎHD û THÎV li dijî îşkence, tirsan, her tim dê li cem kesên îşkence li wan tê kirin bin û têkoşîna xwe ya li dijî necezakirinê dê berdewam bike. 
 
DESTNÎŞANKIRINA TUNDIYÊ
 
Nûnerê Şaxa TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî bi lêv kir ku desthilat tundiyê li civakê dike û wiha got: “Desthilata bi tundiyê bi rêxistin dibehewl dide civakê dîsîplîne bike. Em weke ÎHD û TÎHV em li cihê ku binpêkirin, êş û elem lê hene ne.”
 

Sernavên din

28/06/2022
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir