Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan

  • rojane
  • 09:04 28 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk, dê xebatên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo girtiyên nexweş de bike rapor. 
 
Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûkê ku di 9'ê Sibatê de li Îzmîrê li dijî binpêkirinênb mafan ên li girtîgehan hat avakirin, bênavber xebatên xwe didomîne. Platformê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya girtiyên nexweş de 5 hezar û 715 îmze berhev kiribûn û ew di 15'ê Hezîranê de bi rêya posteyê ji Wezareta Dadê re şandibûn. Her wiha platformê ji xeynî kampanyaya îmzeyan gelek çalakî jî li dar xistine. 
 
Endama platformê Besriye Tekgur bal kişand ser nêzîkatiye dijmirovî ya li hemberî girtiyên nexweş û got: "Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê wan wan kelemçe dikin û wisa dibin. Wan bi ranzeyê ve kelemçe dikin. Dermanên wan nadin wan. Nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, lê wan dixin odeyên yekkesî." 
 
MIRIN ZÊDE BÛYE
 
Tekgur destnîşan kir ku li girtîgehan zextên derûnî pir zêde bûne û wiha got: "Lêgerîna tazî li gritiyan ferz dikin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li girtîgehan nêzî 30 kes jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman rû didin, xwekuştin zêde bûye. Ev tişt fikaêrn me zêde dikin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û li cem malbatên xwe bên dermankirin. 
 
RAPORÊN ATK'Ê
 
Bi domdarî Tekgur li ser raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî sekinî û wiha berdewam kir: "Nexweşîna Aysel Tûglûkê giran bûye. Lê hê jî ATK xwe li nedîtinê datîne. ATK li gor talîmata digire Tûglûk jî di nav de rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide hemû girtiyan. Em hemû dizanin tişta hatiye serê Tûglûkê pir giran e. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan nîqaş kir ku ji bo Tûglûkê cardin prosedura taloqkirina înfazê dane destpêkirin. Lê esas di vir de bar dikeve ser milê me. Divê em zorê bidin Wezareta Dadê, Serokkomartiyê û rayedaran ku girtiyên nexweş bên berdan." 
 
DÊ SERDANA GIRTÎGEHAN BÊ KIRIN
 
Di berdewamê de Tekgur bilêv kir ku dê kampanyaya xwe ya îmzeyê bi xebatine nû bidomînin û armanca wan ew e ku rêxistinên civaka sivîl jî têxin nava liv û tevgerê. Tekgur di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di xebatên xwe yên li kuçeyan de bûne şahid ku haya gelek kesî ji tiştên li girtîgehan diqewimin tune ye û wiha axivî: "Ji lew re girtîgeh ji bo gel girtî ne. Lewma em ê piraniya xebatên xwe li kuçeyan bikin. Her wiha em ê tevî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û baroyan serdana girtîgehan bikin. Em ê agahiyên di van serdanan de bi dest ketine bikin rapor. Em ê van raporan jî ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re bişînin." 
 
Tekgur da zanîn ku dê li ser medyaya sanal jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berbiçav bikin û bi taybetî jî dê odeyên sohbetê çêbikin û bi rêya van odeyan û tevlîbûna malbatan dengê xwe ragihînin. 
 
BANGAWAZÎ
 
Tekgur Nobedên Edaletê yên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibîr xistin û got, tiştên diqewimin civakî ne û tenê ne kesên zarokên wan girtî divê tevahiya civakê li hemberî van pêkanînan rabe. Tekgur bi lêv kir ku heya ev pirsgirêk çareser nebin em ê têbikoşin û got: "Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li ber tiştên li girtîgehan diqewimin dengê xwe bilind bikin. Ji lew re garantiya tu kesî tune ye, dibe sibê her kes têkeve wan girtîgehan. Lewma divê her kes bibe dengê girtiyan." 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

28/06/2022
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir