Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin

img
ENQERE - Bi deh hezaran kes beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn û ji ber ku li hundir cih nema, bi hezaran kes li derve man. Ji 7 salî heta 70 salî beşdaran xelekên govendê gerandin û diyar kirin ku li dijî înkarkirina kurdan, tecrîd, zext û siyaseta şer li qadan in. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin bi dirûşma “Çareserî em in” li Eywana Werzîşê ya Enqereyê li dar dixe. Ji gelek deverên Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibin û cih li eywanê nema. HDP’ê li derveyî eywanê platformek danî û bi hezaran kesan li wê platformê kongre guhdarî kirin. 
 
Ji 7 salî heta 70 salî hemû kesî axaftinên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar guhdarî kirin. Di dema axaftinan de gelek caran dirûşma “HDP gel e û gel li vê derê ye” hate berzkirin. Partiyiyên ji ber ku li hundir cih nemabû ji neçarî li derve kongre temaşe dikirin derheqê sedema hatina xwe de axivîn. 
 
‘HÛN NIKARIN HDP’Ê BIGIRIN’ 
 
Welatiya bi navê Belkis Onat ku ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bûye diyar kir ku bi tevlibûna hezaran kesan re zexta desthilatdariyê jî vala derketiye û wiha got: “Me îro careke din dît ku HDP tu carî nahilweşe û kesek nikare serî pê bide tewandin. Ji her devera welat bi hezaran kes herikî vê derê. Ne kurd û ne jî HDP tu carî bêzar nabin û dê kesek nekare partiya me bigire.” 
 
‘HETA SEROKÊ ME AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Beyzo Oruç jî anî ziman ku ji bo aştiyê beşdarî kongreyê bûne û da zanîn ku avakarê aştî û çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Oruç, bi domdarî wiha got: “Kesek nikare HDP’ê bigire. Em xwedî li nirxên xwe derdikevin û aştiyê dixwazin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe em jî nikarin azad bibin.”
 
‘EM JI BO AŞTIYÊ HATINE VÊ DERÊ’
 
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Halîme Goren jî destnîşan kir ku ji bo aştiyê biqîrin hatine Enqereyê û û da zanîn ku gelek keyfxweş in û dê serkeftin a wan be. Jina bi navê Safiye Demîr ku ji Stenbolê beşdarî kongreyê bûye jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Dibêjin kurd tune ne lê kurd hene. Bila werin vê derê kurdan bibînin. Ji Kobanê heta Şengalê me bi hezaran şehîd dan. Her wiha bi hezaran girtiyên me hene. Em aştî û azadiyê dixwazin.” 
 

Sernavên din

07/07/2022
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire
09:02 Derbarê polîsê ku bi kuçik îşkence li Çetîn kir de bi sûcê 'birîndarkirina hêsan' doz hat vekirin
09:01 Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
05/07/2022
20:40 Xwendekarên MED-DER'ê belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin
19:50 Li Enqereyê êrişa polîsan: Nûçegihana me Vûral rakirin nexweşxaneyê
19:13 Polîsê ku tê îdiakirin Aydenîzê tahde lê kiriye piştî daxuyaniya Soylû rapor wergirtiye!
18:58 Rojnamevanên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Rapora Karahîsarê: Esker qisûrdar in, daxuyaniya walîtiyê dûrî rastiyê ye
16:29 14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin binçavkirin
16:22 Gundiyên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:05 Xizmên Windakiriyan: Em ê di hefteya 700’an de li vir bin û li benda tevlibûna we ne
15:58 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Besra Erol
15:50 Komîsyona Amadekar ji bo parastina Aydenîza DBP’î kom bû
15:24 Erîk ê ku du milên wî hatin jêkirin û niha girtî ye nayê dermankirin
14:49 Danişîna doza Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat taloqkirin
14:17 Dê li şahidê veşarî yê di doza SES’ê de were guhdarkirin
14:03 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir
13:32 Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin
13:28 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 4’an
13:24 Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê derqanûnî hatiye şopandin!
13:07 3 kargehên petrolê xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dan sekinandin
13:06 Li Kirklareliyê otobosa rêwiyan qulipî: 6 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:46 Polîsan êrişî rojnamevanan kir: Nûçegihanê me û 3 rojnamevan hatin binçavkirin
12:37 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zîhniyeta ku dibêje ‘em xurt in’ têdikoşin
12:16 Ragip Zarakolu: Daxwaza îadekirina min a ji ber dozeke sala 2012’an pêkenoke
12:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:14 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê bang kirin: Hêrsa me zêde dibe
11:33 Danişîna rojnamevan Yalçin hate taloqkirin
11:25 Cenazeyê Kumru Çetînkaya li Êlihê hat definkirin
11:10 Welatî: Dema wesayît sekinî jî gulebaran berdewam kir
11:03 PZK: Em dirûtiya li ser zimanê kurdî qebûl nakin
10:54 Konsera Ma Musicê ku hat taloqkirin di 10-11’ê tîrmehê de ye
10:33 ‘Mîrasa Vedat Aydin gihîşt bi milyonan kes, dewletê jî dît ku xeletiyê kiriye’
10:10 Parêzer Kuzu: Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de zîhniyeta 100 salî dubare kirin
09:40 'Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê' ji Weşanên Jingeh derket
09:03 Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike
09:02 Her du milên wî hatin jêkirin, bi hinceta 'dibe ku bireve' hat girtin
09:01 Bayindir: Muxalefet di meseleya kurdî de divê xwedî helwest be
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
04/07/2022
20:58 Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat girtin
20:12 Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin
19:54 Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin
17:00 Serlêdanên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
16:54 24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin
16:52 Oluç: HDP’ê di kongreyê de peyam da desthilatdarî û muxalefetê
16:46 Konserên Ma Musicê taloq bûn
16:25 Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin
16:16 Derewên fermî!
16:01 Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin
15:56 Li Amedê genimê li 35 doniman hatibû çandin şewitî
15:41 Doza JÎTEM’ê: Dozger parêzeriya bersûcan kir
14:56 Dayikên Şemiyê: Em biryara beraetê ya di Doza JÎTEM’ê de nas nakin
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!