Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine

  • rojane
  • 12:40 7 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Serlêdana li AYM’ê ji bo taloqkirina înfaza girtiyê bi navê Serdar Yildirim ê ji navtangê jêrtir felc e û ATK’ê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dayê, 3 sal in biryar nayê dayîn. 

Girtiyên nexweş Serdal Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê tê ragirtin, di 17’ê Adara 2009’an de di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Qosera Mêrdînê derbas kir de ji navtanga xwe û jêr felc bû. Yildirim ê ku neçar ma bi kursiya biteker jiyana xwe bidomîne, li Nexweşxaneya Îbnî Sîna Enqereyê emeliyat bû. Ji stuyê Yildirim heta pişta wî nêzî 40 platîn lê hatine bi cih kirin. 
 
Derbarê Yildirim ê bi kursiyeke bi teker dijî de ji ber xebatên wî yên siyasî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “endaman li rêxistinê zêde bike” doz hate vekirin û têkildarî vê sûcdariyê şahidek weke hincet hate nîşandan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di 31’ê Gulana 2016’an de 9 sal cezayê hefsê li Yildirim birî. Ceza di 17’ê çileya 2017’an de ji aliyê 16’emîn Daîreya Ceza ve hate pejirandin. Piştî cezayê Yildirim hate pejirandin di 28’ê kanûna 2018’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 
 
ATK’Ê RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE’ BIMÎNE DA 
 
Yildirim, ji ber acizahiyên xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê di 10’ê çileya 2019’an de bi rapora ku amade kir diyar kir ku Yildirim tena sere xwe nikare li xwe binêre û divê bi ambûlansê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2’yan a Metrîsê bê kirin. Yildirim roja ku rapor hatiye dayîn sewqî Girtîgeha Metrîsê hate kirin. Daxwaza sewqkirina Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo Yildirim hatibû kirin jî dema Yildirim anîn Girtîgeha Metrîsê hate qebûlkirin. ATK’ê derbarê Yildirim de di 6’ê Sibata 2019’an de rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ dabû Yildirim û di rapora xwe de diyar kiribû ku Yildirim tena serê xwe nikare bijî. 
  
MIDURIYETA POLÎSAN Û DOZGER BERDANA WÎ ASTENG KIRIN 
 
Parêzerên Yildirim li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da û xwest înfaza wî were taloqkirin. Dozgeriyê ji Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nivîs nivîsand û pirsa “heke înfaza were taloqkirin wê ji bo ewlehiya civakê bibe pirsgirêk an na?” kir. Miduriyeta polîsan jî îdia kir ku heke Yildirim bê berdan an dê tev li PKK’ê bibe an jî dê di nav kar û xebatan de cih bigire û nexwest bê berdan. Dozgeriyê miduriyeta polîsan weke referans girt ber çavan û di 5’ê adara 2019’an de daxwaza taloqkirina înfaza Yildirim qebûl nekir. Piştî qebûl nekirina daxwazê, parêzeran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îtîraz kirin. Dadgehê îtîraza parêzeran red kir. Dû re parêzeran serî li dadgeha jortir dan, ev serlêdana parêzeran jî di 29’ê nîsana 2019’an de hate redkirin. 
 
3 SAL IN EMELIYAT NABE 
 
Yildirim, di girtîgeha lê dimîne de di sala 2019’an ji aliye kesên ji lênêrîna nexweşan peywîrdar ve hate xistin. Di dema ketinê de platînê di mejîpişta Yildirim de hatibû bicihkirin tehisiya. Ji ber vê tehisînê Yildirim zehmetiyê dikişine xwe dirêj bike û raze. Ji ber van êş û janan Yildirim sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşiyên Hestî ya Metîn Sabanci ya Balta Lîmani hate kirin. Bijîşkan têkildarî rewşa Yildirim hişyar kirin û wiha gotin: “Divê bilez emeliyat bibe. Lê emeliyatê jî encax ev bijîşkê ku platîn li laşê wî bi cih kirine dikare bike.” Li ji ber Prof. Dr. Tarik Yazar ê li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Enqereyê Yildirim tedawî kiribû, teqawît bûye, emeliyat nikarî bê kirin. 
 
Parêzerê Yildirim Vedat Ece, di 5’ê Gulana 2019’an de ji bo înfaz were taloqkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Dadgehê bi biryara navbeynê ya di 21’ê gulana 2019’an de da îdiakir kir ku “xetereyeke jiyanî nîne” û daxwaz red kir. Parêzer Ece di 28’ê mijdara 2019’an de ji bo taloqkirina înfazê cara duyemîn serî li AYM’ê da. AYM’ê di 5’ê Sibata 2020’an de daxwaza parêzer careke din red kir. AYM’a ku derbarê esasê de tu biryar nedan, di 2’yê mijdarê de biryar da ku her du serlêdanan bike yek û têkildarî Yildirim di 24’ê adara 2022’yan ji Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê re nivîs nivîsî. Wezareta di 1’ê hezîranê de bersiva AYM’ê da îdiakir ku Yildirim tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Wezaretê bal kişand ser biryara dozger a li ser Yildirim û derbarê berdana wî de bersiva neyînî da. 
 
SERLÊDANA ‘QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ’ 
 
Parêzer Ece li dijî bersiva neyînî ya wezaretê di 16’ê hezîranê de daxwaznameyeke din pêşkeşî AYM’ê kir. Ece, da zanîn ku Yildirim 3 sal in nayê dermankirin û sewqî Nexweşxaneya Çam û Sakûra ya Başakşehîrê ku 14’ê çileya 2021’an de biribûnê hatiye kirin, bijîşkan li vir jî gotine “xetereya jiyana wî dê hebe” emeliyat nekirine. Ece di daxwaznameya xwe de diyar kir ku muwekîlê wî Yildirim sê sal in di nav êş û janan de ye û rîska wî ya jiyanî heye û bal kişand ser xala 17’emîn a Makeqanûnê. Ece, bal kişand ku qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. 
 
18 KÎLO DAN
 
Di daxwaznameyê de hate diyar kirin ku wezaretê têkildarî emeliyata nehatiye kirin de tu parvekirin nekirine û niha Yildirim di çi rewşê de ye nehatiye lêkolînkirin. Di daxwaznameyê de têkildarî hevdîtina rû bi rû ya di 13’ê hezîranê de bi Yildirim re hatiye kirin jî agahî cih girtin û hate diyarkirin ku Yildirim ji ber nexweşiya xwe ya gastrîtê di nava 2 meh nîvan de ji 85 kîloyan ketiye 67 kîloyan.
 
MÛAMELEYA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ  
 
Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku vîdeyên di platînê pişta Yildirim de bi pişta wî re diçin, ji ber vê yekê ji stendina bêhnê re zehmetiyê dikişine û hate diyar kirin ku di rêya mîzê ya Yildirim de enfeksiyon çêbûye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Yildirim bi Ergîn Aktaş ê her du desten wî ji zendên wî re hatine birîn re dimîne û şertên lê dimînin binpêkirina qedexeya “muameleya li dijî mirovahiyê ne”. 
 
SERÎ LI SERDOZGERİYA KOMARÊ DAN
 
Ji bo taloqkirina înfaza Yildirim di 4’ê tîrmeha 2022’yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî hate dayîn. Di serlêdanê de qala rewşa Yildirim hate kirin.
 
BERNAMEYA NEXWEŞXANEYÊ NAYÊ SEPANDIN  
 
Parêzer Ece têkildarî rewşa muwekîlê xwe ji ajansa me re axivî. Ece, bal kişand ku girtiyên nexweş di girtîgehan de hêj jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Muwekîlê min di girtîgehê de 3 sal in antîbiyotîkan bikartîne lê hêj jî aciziya wî berdewam dike.” Ece, da zanîn ku di girtîgeha ku muwekîlê wî lê tê ragirtin de nêzî 150 girtiyên nexweş hene lê 3 peywîrdarên revîrê tenê hene ku li van nexweşan binêrin û wiha berdewam kir: “Tevî van binpêkirinên mafan hemûyan muwekîlê min bi nexweşiyeke din jî dikeve. Ji ber gastrîta di mîdeyê wî de derketiye holê divê bernameya Nexweşxaneya Başakşehîrê ji bo diyetê daye bê sepandin.”
 
‘BERPIRSYAR HÛN IN’ 
 
Ece, bi lêv kir ku muwekîlê wî 2 meh in nikare xwarinên êvarî bixwe û da zanîn ku muwekîlê wî beriya niha ji 85 kîloyan daketibû 67’an niha jî ketiye 60 kîloyan. Ece, diyar kir ku têkildarî vê rewşê bi midurê girtîgehê re axivîne, midur bal kişansiye ser bedela îaşeyê. Ece, bi lêv kir ku midurî daxwazên wî redkirine û hewldayê tiştên ku gotine berovajî bike û got: “Midur pirsa ‘ez biçim bi destê xwe xwarinê bidimê’ kir. Hem ji midur hem jî ji peywîrdarên girtîgehê re me got ‘tiştek bi serê wî were berpirsyar hûn in.’ Ji ber ku tevî rapora ATK’ê bi awayekî dijhiqûqî tê ragirtin. Bi tevgerîna vî awayî dê bibin sedemê mirina wî.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

12/07/2022
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome