BEDLÎS – Li Bedlîsê karê çandiniya titûnê ku demekî ji bo gelek malbatan çavakaniya debarê bû, êdî her diçe hejmara berhemdaran kêm dibe. Berhemdarên ku di serê sibê saet 03.00’an de diçin ser kar li hember qeyran û qedexeyan têdikoşin.
Li herêma Bedlîsê hejmara berhemdarên titûnê, di deshilata AKP’ê de sînordarkirin û girtina kargehan ve her diçe kêmtir dibe. Kargeha Tekel a Bedlîsê ku di sala 1925’an de dest bi hilberînê kiribû di sala 2008’an de bû kargeha hate xwemalîkirin. Kargeh di sala 2010’an de hate girtin. Di salên bihurî de karê titûnê ve debara 25 hezar malbatî pê dibû. Lê belê, ji ber sînordarkirinê, qedexeyan, xwemalîkirin û bacan, hejmara hilberînerên titûnê daket 100’î. Bi kêmbûna vê hejmarê re, hilberîna titûnê, ku berê di navbera 100 hezar tonan de bû, daket 7-10 hezar tonan.
Li gunê Hervêsê yê Hîzanê, yek ji cihê herî zêde lê titûn dihate hilberîn. Karê herî zehmet jin dikin. Jin sadirên titûnê dadînin nava axa, mêr jî karê avdaniyê û birînê pêk tînin.
KAR SERÊ SIBÊ SAET 03.00’AN DE DEST PÊ DIKE
Rûkiye Karataş, serê sibê saet 03.00’an de diçe ser zevî û heta saet 19.00’an dixebite. Rûkiye Karataş diyar kir ku karê wan di meha Hezîranê de dest pê dike û wiha axivî: “Li ser zevî karên dîtir jî em dikin. Karê tevrik tê kirin. Sadir dû cûr kulîlk vedikin. Em wan dibirin û ji hev didin alî. Di dawiya meha Îlonê de em dest bi komkirinê dikin. Titûna ku em kom dikin bi qamîş e em li malê dihûnin û pê titûnê dadiliqînin. Titûna ku heta zivistanê ji ber baranê û berfê nedawî dibe. Titûna nedawî em vedikin dikin rîsî. Karê din bavê min dike. Rîsiyên ku em çidikin di mekînê de derbas dikin û amade dikin.”
XEBATA BI RÊBAZA ZIBAREYÊ
Rûkiye Karataş rave kir ku karê hilberîna titûnê gelek zehmet e û got: “Ez vî karî ji 13 saliya xwe û vir de dikim. Her qonaxa vî karî zehmet e. Karê herî bi zehmet jî çandinî ye. Wextê çandiniyê em şefeqê saet di 03.00’an de diçin ser zevî. Em karê gund hemû bi rêbaza zibareyê dikin. Em 6 jin dixebitin. Di zeviyên mezin de em 9-10 jin jî dixebitin. Em li gel cîranan hevkariyê dikin. Em karê xwe, xwe bi xwe dikin. Em diwestin lê gelek tiştan fêrî me dike. Di nava axê de, têkiliya bi axê girîng e.”
‘TITÛN ÇAVKANIYA DEBARA ME YE’
Mehmet Nûrî Karataş ê karê ji bo sadirên titûnê erq vekirî wiha axivî: “Em di vê demsalê de titûnê diçinin û piştî 3 mehan dest komkirinê dikin. Piştre em dikin rîsî û dibirin. Dewletê firotina titûnê qedexe kirî. Berê TEKEL hebû niha nîne em nafroşinê. Em jî hewl didin ku bêyî TEKEL’ê bifroşin lê em zirar dikin. Kareke pir zehmet e qezenca wê jî normal e.”
Jina bi navê Gulistan Aydemîr a k udi nava zevî de dixebite, diyar kir ku her sal karê titûnê dikin û got: “Em jin bi hevra dibin alîkar. Em wiha debara xwe dikin. Heta dawiya Coth-mehê em bi karê titûnê ve mijûl in. Kareke pir zehmet e, lê em fêr bûne.”
MA / Adnan Bîlen