Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin

  • rojane
  • 13:48 7 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî batalkirina vîzeya wan ku destûr nedan tev li kongreya PENa Kurd bibin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hinceta, "Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin" vîze hatiye betalkirin. 

Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî batalkirina vîzeya wan ku destûr nedan tev li kongreya PENa Kurd bibin daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Komeleya Wêjevanên kurd ya navçeya Rezan a Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de nivîskar û endamên PENa Kurd Mehmed Akdogan, Meral Şîmşek, Roza Metîna û Heval Dilbihar amade bûn. 
 
Li ser navê endaman nivîskar Heval Dilbihar daxuyanî xwend. Dilbihar diyar kir ku bi tevahî nivîskarên kurd di bin banê PENa Kurd de ku saziya herî jor, berfireh û navneteweyî ye kar û xebatên xwe dimeşînin. Dilbihar bi lêv kir ku PENa Kurd li nava hemû PENên li cîhanê xwedî cih e û wê di 9'ê tirmehê de jî kongreya xwe ya 11'emîn a asayî li dar bixe. 
 
VÎZEYA NIVÎSKARÊN KURD HAT BETALKIRIN 
 
Dilbihar destnîşan kir ku ji ber astengiyên desthilatdaran navenda saziyê Amed be jî kongre wê li Elmanyayê bê li darxistin. Dilbihar anî ziman ku wan jî xwestiye li Amedê ji bo kongre biçin Almanyayê lê vîzêya wan batalkirinê û wiha got: “Ji bo beşdarbûna gelek endam û rêveberên kongreyê yên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, ji aliyê berpirsên kongreyê ve dawetnameyên fermî hatine şandin. Wan endam û rêveberan ji bo ku biçin kongreyê bi hemû belgenameyên xwe yên pêwîst serî li balyozxaneya Almanyayê dane da ku vîzeyê wergirin. Li gor prosedurê li ber wergirtina wan a vîzeyê diviyabû tu astengî derneketana.  Herwiha ji bo dayîna vîzeyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ya li Almanyayê jî bi awayekî çalak ketiye nava liv û lebatan, bi balyozxane û wezareta karên derveyî ya Almanyayê re ketiye nava têkiliyan û hemû prosedur anîne cih. Tevî vê yekê jî, sed mixabin serlêdanên gelek endam û rêveberên kongreyê bi hinceta "dibe ku bên Almanyayê û paşve venegerin’ hatine redkirin, ji bo beşdarbûna kongreyê rê li ber hatiye girtin." 
 
‘HELWESTEK POLÎTÎK E’
 
Dilbihar destnîşan kir ku ev yek dijî mafên mirovan û binpêkirina kar û xebatên nivîskaran e û wiha domand: “Diyar û zelal e ku, ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwesta Almanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me kurdan hatine sazkirin. Hevdîtin, civîn û kiryarên van heyamên dawiyê yên NATO'yê yên li dijî kurdan  jî, vê yekê bi awayekî hê zelaltir li ber çavan radixe. Bi vê kiryarê, diyar e ku armanca bingehîn, astengkirina hatina cem hev a nivîskarên kurd ên ji her derê Kurdistanê, Ewropa û cîhanê û di kesayeta nivîskarî, rewşenbîrî û entelektueliya kurd de, pêşîlêgirtina pêkanîna xurtbûna hiş û giyan û sazîbûyîna yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanî ye. Helbet, ev yek gelek armancên din jî di nava xwe de dihewîne ku kêm zêde tên zanîn. Em bang li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin ku li dijî vê kiryarê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên kurd û PENa Kurd  derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn." 
 
‘EM Ê DI HER ŞERT Û MERCAN DE XEBATÊN XWE BIMEŞÎNIN’
 
Dilbihar diyar  kir ku bi vê helwestê carek din eşkere bû ku cihê kar û xebatên nivîskarî û rewşenbîriya kurd her dîsa Amed, Hewlêr , Qamişlo û Mehabad e û got: "Divê em hemû nivîskarên kurd her bihosteke axa Kurdistanê û her derekî ku kurd lê dijîn bikin qad û war û jîngeha rewşenbîrîya kurd û ji her milî ve ji bo neteweya xwe bibin pêşeng û sîwana yekîtî, azadî û demokrasiyê.Li ser vê bingehê, em bi taybetî diyar dikin ku, em li ku derê bin û şert û merc çawa bin bila bibin em ê kar û xebatên xwe yên parastina nirxên kurdewar di asta herî jor de bimeşînin û rist û berpirsyariya xwe ya mirovîn, wijdanî, sincî, nivîskarî û rewşenbîriyê bînin cih. Em ê li ber tu hêz û derdorên ku li dijî me kurdan gelek tiştên dijber û neyînî dikin serê xwe netewînin, li ser kok û rehên kurdewariyeke azad, li ser bingeha parastina nirxên neteweyî û bi giyanê nivîskarî û rewşenbîriya neteweya kurd a yekbûyî û Kurdistanî; hêz, huner û hilberîneriya nivîskar û rewşenbîriya kurd li her derê cîhanê nîşan bidin, ji bo ku kongreya me bi awayekî herî serkeftî bi encam bibe çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
 
 
 

Sernavên din

12/07/2022
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome