Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter

  • rojane
  • 09:00 13 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan û nivîskar Veysî Sarisozen bi lêv kir ku di civîna Madrîdê de Tirkiye hatiye teslîmgirtin û li dijî Rûsyayê hatiye bicihkirin ku plana êrişa li dijî Sûriyeyê ya Tirkiyeyê jî dibe ku kemîneke NATO’yê be. 

Gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Erdogan ê di 31’ê gulanê bi gotina “Dibe ku şevekê ji nişka ve bên” sînyalên êrişê dan, têkildarî êrişa ku armanc dike hevdîtinên dîplomatîk dike. Erdogan ê di 29’ê hezîranê de mijar bi civîna NATO’yê ya li paytextê Madrîdê yê Îspanyayê, wê di 19’ê tîrmehê de jî biçe serdana Îranê. Tê payîn ku di serdana rojeva Sûriyeyê dê were niqaşkirin de we di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Erdogan û Serokkomarê Îranê Reîsî de hevdîtinek çêbibe.
 
Rojnamevan Veysî Sarisozen, civîna NATO’yê ya Tirkiyeyê, plana êrişê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkêşeya hêza ku di demên dawî de li herêmê hatiye guhertin nirxand.
 
CIVÎNA NATOYÊ: TIRKIYE HATE TESLÎMGIRTIN
 
Sarisozen, diyar kir ku Tirkiyeyê binê şerê ku NATO’yê li dijî Rûsyayê vekir îmze kir û wiha got: “Tirkiye hate teslîmgirtin. Esas ev belavok şerê ku NATO’yê li dijî Rûsyayê, Çînê heta li Îranê vekirî ye. Tirkiyeyê îmze avêtiye binê vê yekê. An ku Tirkiye bi awayekî fermî di refên NATO’yê de tev li vî şerî bû.”
 
OPERASYON KEMÎNEKE
 
Sarisozen, bal kişand ku dibe li pişt gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amerîka hebe û wiha berdewam kir: “Wê ev gava Tirkiyeyê ji bo wê xetereyên mezin ava bike. Heke NATO’yê Tirkiye ji bo ketina wir teşwîq kiribe, ev dibe sedemê ku Tirkiye bi leşkerên xwe bi awayekî fermî tev li şerê 3’yemîn ê cîhanê bibe û ev jî wê bibe provokasyoneke mezin. Tirkiye dê bi vê êrişê bi dewleta Sûriyeyê, hêzên Rojava û neyekser bi Rûsyayê re rûbirû bimîne. Dê bi vê hewldana şer Tirkiyeyê bikişînin nav kemîneke bixeter û wê Tirkiye cara ewil rê li ber pevçûna bi Rûsyayê re veke. Erdogan dê tiştekî wisa bike? Erdogan dê ji bo berjewendiyên xwe her tiştî bike. Dikare vê jî bike. Û dê serê Tirkiyeyê demekî dirêj bi awayekî xetere bikeve belayê.”
 
‘DERFETÊN DEWLETA TIRK HATINE SÎNORDARKIRIN’
 
Sarisozen, liv û tevgera li herêmê ya piştî sînyala êrişî û geşedanên ku dê derkevin holê ragihandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî van gefên Tirkiyeyê gelê Rojava bû yek, OHAL hate îlankirin û îlan kirin ku bi awayekî xurt ji şer re amade ne. Li aliyê din Rûsyayê ji bo Tirkiye êrişeke wisa neke gotinên pêwîst jê re gotin. Tişta ecêbtir dewleta Sûriyeyê xwe diyar kir ku wê li dijî êrişeke wisa bi hêzên Rojava re tevbigere. Dema rewşeke wisa derkeve jî em dibînin ku derfetên dewleta tirk hatine sînordarkirin. Îhtîmaleke mezin dûdil in. Ji ber ku dema Rûsyayê qada hewayî girt artêşa tirkiyeyê wê li dijî hêzên Rojava li deştê wekhev lê bê.”
 
 
HEMLEYÊN MUHTEMEL ÊN ERDOGAN
 
Sarisozen, diyar kir ku heke Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Şamê bi hev re tevbigere wê êrişên li dijî Rojava bên astengkirin û wiha pê de çû: “Heke bi awayekî topyekun êriş bike ev tê wateya qiyametê. Wê neçar bimîne ku bi Rûsyayê re jî bi hikumeta Şamê re jî şer bike. Lê Erdogan dikare wisa jî bike. Em bêjin biçe heta sînorê Til Rifatê û ala tirkan li gundekî daliqîne û pişt re bêje ‘min hemû Rojava wergirt’, dê weke propagandaya hilbijartinê bi kar bîne. Ev jî dibe, dibe ku ji cihê xwe jî nelive. Heke ji nişka ve were diviya bû heta niha ketibûyayê lê disekine. Dikare nekevê jî dikare tu hereketan neke jî.”
 
VEBIJÊRKA ‘RÊYA SÊYEMÎN’ A KURDAN
 
Sarisozen, da zanîn ku li dijî tabloyeke wisa îhtîmaleke zêde ye ku wê hikumeta Şamê û Rûsya bi kurdan re tevbigerin û got: “Tevgera azadiyê ya kurd ne dost ne jî dijminê Rûsya û Amerîkayê ye. Ew ji bo axa xwe biparêze û hebûna gelê kurd were nasîn têdikoşe. Ji ber vê yekê ji bo müzakereye hem bi Şam hem jî bi Rûsyayê re diaxive, bi amerîkayiyan û bi ewropayiyan re jî diaxive. Bi kurtasî dîplomasiya gelê kurd dîplomasiya ‘rêya sêyemîn e’. Kurd bi hemû dewletan re ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û berjewendiyên aştiya cîhanê gav biavêjin her tim di têkiliyê de ne. Ji ber wê yekê em nizanin wê axaftinên bi Şamê re tên kirin wê encamên çawa derxînin holê. Lê şirovekirina van axaftinan a yek alî wê teqez rast nebin.”
 
RÊYA OCALAN
 
Sarisozen, da zanîn ku “Rêya Sêyemîn” rêya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê ev polîtîkaya ‘rêya sêyemîn’ gelek girîng e û em ê girîngiya wê di demên pêşiya me de bibînin. Pêvajoya ku em jê re dibêjin 3’yemîn şerê cîhanê li dijî gelên cîhanê wê berdewam bike. Ji niha ve qala krîza xurek û petrolê tê kirin. Enflasyon li hemû welatan belav bûye. Hûn ê bibînin piştî demekî wê ev quweta mezin an ku tevgera azadiyê ya kurd, tevgera kurd a li hemû perçeyan, PKK, PYD, YPG hemû ji bo gelên cîhanê bibin alternatîfek. Ji ber ku ev gel wê ji vî şerî zirarê bibînin û gav bi gav serî li ‘Rêya sêyemîn’ bidin. Li gorî min ji bilî van manevrayan, mirov vê rewşa giştî destnîşan bike wê ya herî baş be.”
 
REWŞA PERÇEBÛNA IRAQÊ
 
Sarisozen, destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re wê piştî vê pêvajoyê zirareke cidî bide wê û îhtîmala perçebûna wê jî gelek zêde ye. Sarisozen, bi lêv kir ku hemleyeke êrişên Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî îhtîmala teslîmkirina “Başûrê Kurdistanê”ya Tirkiyeyê ya ji aliyê NATO’yê ve ye û da zanîn ku sedemê vê hewldanê jî hewldana kontrolkirina qadên petrole ya li herêmê ya NATO’yê ye.
 
PÊŞEROJA BAŞÛR Û PDK’Ê
 
Sarisozen, destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya kurdan ji vî alî ve xwedî girîngiyekê ye û wiha domand: “Yekitiya neteweyî ya kurdan ji bo paşvebirina xiyaneta navxweyî niha ewqas girîng e ku yekane rê ye. Divê gelê kurd vê bibîne. Bibîne ku ber bi xetereyeke çawa ve diçe. Ji ber ku di encama vê yekê de dibe ku Başûrê Kurdistanê perçe perçe bibe. Qismek dikare bikeve destê tirkên ku girêdayî hêzên NATO’yê. Tirk ji bo ku Başûr bigirin bin serweriya xwe dibe ku gavên dawî biavêje. Ji bo petrola Kurdistanê desteser bikin dikarin her tiştî bikin. Barzanî bi gavên ku diavêje li dijî yekitiya neteweyî ya kurdan derdikeve û pêşeroja Başûr têxe bin xetereyeke mezin. Esas ne tenê Başûr. Ev krîza li Başûr dikare dewleta Iraqê berbelav bike. Ji ber vê yekê gotina Rojava, gotina têkoşîna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ye, gerîlayên li dijî dewleta tirk şer dikine, yekane teminata têkildarî pêşeroja gelê kurd a li Rojhilata Navîn e. Wê demê tişta ku divê gelê kurd bike li dor yekitiya demokratîk a neteweyî kom bibe ye.”
 
‘GELÊ KURD GELEK NÊZÎ SERKEFTINÊ YE’
 
Sarisozen, bi lêv kir ku gelê kurd tevî êrişên Tirkiyeyê û planên NATO’yê wê di sedsala nû de bêstatu nemîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi awayekî aşkereye ku kurd bi êrişeke wisa re rûbirû ne. Lê ne rast e ku wê bi aliyê dewleta tirk re encam bigire. Ji ber ku dewleta tirk tevî hemû êrişkariya xwe jî di serdema xwe ya herî qels de  ye. Aboriya wê têk çûye, artêşa wê di asteke krîtîk de derbas dibe. Dengên AKP’ê û MHP’ê dihelin. Niha em bibêjin dewleteke wisa ku bûye enkazek dê ‘dest bi avêje hemû destkeftiyên kurdan ên li Rojhilata Navîn’ em ê hêza wê hinek mezin bikin. Bêguman ev xetere gelek mezin e lê tişta ji analîza rewşa îro derdikeve ev e; Tirkiye çi bike bila bike, gelê kurd ji aliyê stratejîk ve ji wê zêdetir nêzîkî serkeftinê ye.”
 
MA / Ergîn Çağlar
 
 

Sernavên din

14/07/2022
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin