Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe

  • rojane
  • 18:38 16 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - DFG û MKGP tekildarî girtina rojnamegeran ku mehêk ji ser da derbas bû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hehmpeşiyên rojnamegeran destnişan kirin ku wê xwedî li name û nûçeyên wan derkevin. 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî girtina 16 rojnamevanên ku meheke girtî ne li ber avahiya DFG'ê ya li Semta Ofîse ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên 16 rojnamevanan li ser û dirûşmeya "Hûn nikarin çapameniya azad bitepisînin" nivîsandî hat hilgirtin. Gelek rojnamevan û sazî û partîyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyaniyê xwend. Metîna bibîr xist ku mehek di ser girtina rojnamevanan re derbas bûye. Metîna bi lêv kir ku bêhiqûqîtiya hatiye kirin di girtîgehê de jî berdewam dike û got: "Hîn meheke hevalên me yên ku piştî pêvajoya binçavkirinê ya 8 rojan hatin girtin temam nebûbû neqlî girtîgehên wekî din hatin kirin. 6 hevalên me sirgunî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê û 6 jê jî sirgunî Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin. Bêhiqûqî bi vê yekê re sînordar nema. Bi hinceta 'bi fikar e' berê dest danin ser nameya rojnameger Omer Çelik. Wekî hincet weşandina nameyê ya ji bo çapemeniyê jî hat nîşandan. Piştre bi hinceta 'faliyetên xwe yên rojnamegeriyê didomînin' dest danîn ser nameyên rojnameger Mehmet Ali Ertaş, Zeynel Abidîn Bulut û Serdar Altan. Ev têr nekir vê carê jî lêgerîna tazî li malbatên rojnamegeran hat ferzkirin." 
 
'RASTÎ TÊ CEZAKIRIN'
 
Metîna bi domdarî bal kişand ser cezayê ku ji ber wêneyên Kemal Kûrkût li rojnameger Abdulrahman Gok hatiye birîn jî û wiha got: "Em bi rastiyeke ku kesên sûc dikin tên xelatkirin û yên sûc dike nûçe jî tên cezakirin, rû bi rû ne. Ev tişt hemû nîşan dide ku li dijî rojnamegerên kurd û çapemeniya azad êrişên sîstematîk ketine meriyetê. Ji ber rojnamegerên ku bi salan e dixwazin bên çewisandin serî netewandin vê carê xwestin ji bo wan, sûcan ava bikin." 
 
'BI TALÎMATÊ HATIN GIRTIN'
 
Metîna destnîşan kir ku tiştên ku di girtina rojnamegeran de rû dane nîşan didin ku bi talîmatekê rojnameger hatine girtin û wiha pê dê çû: "Peywirdarkirina demî ya dozger a ji xeynî cihê xwe ya peywirê û piştî girtinan tayinkirina dozger û şandeya dadgehê ya ji bo dereke din armancên operasyonê bi awayekî eşkere radixe pêş çavan. Bi aweyekî eşkere dixwazin çapemeniya azad çavtirsandî bikin. Dixwazin peyama destûrnedayîna çêkirina nûçeyan bê dayin. Şîrket bi rojan tên dorpêçkirin, dema dorpêçkirin tê rakirin jî metaryelên weşandinê û çapemeniyê nayên dayin. Tevî ku tu biryar tune ye jî dest dixin ser alavên rojnamegeran. Piştî lêgerîna li şîrketan tu girtek û belgeyên têkildarî kîja alav hatine desteserkirin nehatina tebligkirin. Ne parêzer ne jî tu kesê din nizanin ka çi bi van alavana hatine. Çawa hevalên me rehîn hatin girtin wiha dest xistin ser van alanvan jî." 
 
'EM Ê XWEDÎ LI KAMERA Û PENÛSA WAN DERKEVIN' 
 
Metîna di dawiyê de got: "Saziyên weşan û çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî bi daxuyaniyên xwe piştevaniya xwe, hest û fikrên xwe ragihandin. Ev piştevanî moralê dide me jî. Em jî ji bo vê yekê spas dikin. Encax em jî dizanin ku ji bo pêşî li van êrişan bên girtin divê em zêdetir xwediyê helwestekê bin. Heta ev êrişana vala neyên derxistin, ev êriş bigihêjin astên hîn tirsnak. Me ji roja ewil a girtinê, hevalên xwe bi tenê nehişt, em ê ji îro şûnde jî tu carî wan bi tenê nehêlin. Ew nivîsandina xwe ji hundur didomînin. Em ê jî li derve bibin dengê wan. Em ê xwedî li nameyên wan ên bi hinceta 'bi fikar e' hatin desteserkirin, xwedî derkevin. Em ê xwedî li kamera û kompîturên wan ên wekî delîlên sûc hatin nîşandan û hatin desteserkirin xwedî derkevin. Her wiha em ê xwedî li mijarên wan ên kirine nûçe jî xwedî derkevin." 
 
'EM BAŞ BI ARMANCA WAN DIZANIN'
 
Piştî Metînayê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Gokhan Altay jî axivî. Altay diyar kir ku meheke rojnameger di girtîgehê de ne û wiha got: “Mehek e ku dengê hevalên me tê birin. Em dizanin ku armanca wan ew e ku dengê çapameniya azad bitepisînin. Em dizanin ku di bingeha veşartina heqîqetan de çi heye. Bila baş bê zanîn ku ew çi qas bixwazin dengê me bigirin em dê zedetir deng derxînin. Heke ew çi qas ji bo tiştên ku li heremê diqewimin veşêrin em ê jî ew qas xurtir bixebitin ku rastî derkevin holê. Ew jî soza me ye. Em îro careke din bi dirûşamaya ‘Denge Çapameniya Azad Nayê Tepisandin’ hatin li vir. Bila baş be zanîn ku heta 16 hevalên me nayên berdan em ê li qadan bi nûçeyên xwe bibin dengê wan."
 
Di dawiyê de dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e û Dengê Çapameniya Azad Nayê Girtin" hat berzkirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawi bû.
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin