HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin

  • rojane
  • 13:40 19 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE – Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û dîmenên girtîgehê ji hêla ajansa me ve hatibûn parvekirin. Endama MYK’a HDP’ê Pero Dundar ev dîmen bir Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê, banga civîna lezgîn kir û xwest ku li Girtîgeha Aydinê lêkolîn bê kirin. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Pero Dundar û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî nûçeya me ya bi ser navê “Li Aydinê mirina bi guman: Întîhare yan cînayet?” pêşnûmepirs da wezaretan. Dundar, bang li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê kir ku bi awayekî lezgîn bicive û biçe Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê. 
 
Dundar û Taşdemîr ên HDP’î bi mebesta ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:
 
“* Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Gardiyanan li Ekîncî xistin û pê li serê wî kirin û bi vî awayî birin odeya muşahedeyê. Gelo sedema vê çi ye?
 
* Gelo di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de têkildarî mirina bi guman a Yilmaz Ekîncî, kesên xemsarî û berpirsyariya wan tê de hene hatine tespîtkirin an na? 
 
* Di dîmenan de xuya dibe ku gardiyan tundiyê dikin, îfadeyên şahid û malbatê hene. Gelo rêveberiya girtîgehê derheqê bûyerê de kirariyên îdarî û dadî dane destpêkirin an na? 
 
* Dema Yilmaz Ekîncî ji qawîşê tê derxistin rastî lêdana gardiyanan tê. Gelo derheqê van dîmenan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke hatibe kirin, gelo derheqê çend gardiyanan de kirarî hatine destpêkirin?
 
* Sedema wê çi ye ku dîmenên mirin tê de çêbûye nadin malbatê? 
 
* Gelo qeydên kamerayê yên derheqê girtiyê ku tê gotin ‘întîhar kiriye’ de hatine lêkolînkirin? Heke hatibin lêkolînkirin, gelo bûyer çawa qewimî ye? 
 
* Midûrê girtîgehê piştî mirina Yilmaz Ekîncî ji malbata wî re got ku ‘derûniya wî xerab bû.’ Gelo di vê mijarê de di destê wî de raporeke tenduristiyê heye yan na? Heke nebe, sedema wê çi ye ku piştî mirineke bi guman gotineke wiha dike?
 
* Ji bo nixûmandina mirineke bi guman a girtiyekî,  gelo ma sûc nîne ku derheqê mafên wî yên tenduristî û şexsî de îdiayên wiha tên kirin? 
 
* Di dema desthilatdariya AKP’ê de li girtîgehan çend girtiyan di bin navê ‘întîhar kiriye’ de jiyana xwe ji dest dane? Gelo derheqê van bûyeran de çend lêpirsîn hatine destpêkirin? Encamên çend ji van lêpirsînan diyar bûne?
 
* Sedema wê çi ye ku tevahiya dîmenan ji malbata Yilmaz Ekîncî re nehatine şandin? 
 
* Derheqê peywirdarên xemsar tevgeriyan û tiliya wan di bûyerê de heye kirariyek hatiye destpêkirin an na? Heke hebe di kîjan astê de ye?
 
* Di mijara alava întîharê ya Ekîncî de gotinên dozgerî û rêveberiya girtîgehê hev nagirin. Gelo mirov dikare bibêje ku Ekîncî întîhar kiriye? 
 
* Gelo ma pêkane ku kesekê bejna wî mîtroyek û 70 santîm û hinek bi kelex xwe bi benên solê xwe bixeniqîne? 
 
* Tê gotin ku pal dane Ekîncî û wisa xistine odeya muşahedeyê û di vê navberê de stûyê wî şikestiye û jiyana xwe ji dest daye. Gelo ev îdia rast e yan na?” 
 
DENGÊ LÊDANÊ JI ODEYA MUŞAHEDEYÊ HAT 
 
Di serlêdana xwe ya ji bo ÎHÎK’ê de jî Dundar wiha got: “Yilmaz Ekîncî di saetên nîvro yên 12’ê çileyê de bi sedema ku li qawîşa C-6’ê cih nîne, bang li gardiyanan kir ku derbasî qawîşeke din bibe. Li ser vê bangê jî gelek gardiyan hatine, li Ekîncî xistin û bi darê zorê birin odeya muşahedeyê. Girtiyekê din ê di vê navberê de li odeya muşahedeyê da zanîn ku dengên lêdanê ji beşa Ekîncî lê dima hatiye. 
 
Ekîncî di 13’ê çileyê saet derdora nîvro de dîsa birin qawîşa C-6’ê. Girtiyên li wê qawîşê gotin ku li ser stû, mil û pişta Ekîncî şopên derbkirinê hebûn û gelek deverên wî werimî bûn. Piştî ku Ekîncî dîsa daxwaza xwe ya guherandina qawîşê anî ziman, gardiyanan ew dîsa birin odeya muşahedeyê. Demekî kin piştre jî hat gotin ku Ekîncî întîhar kiriye û bangî komên tenduristiyê hat kirin. 
 
Di dîmenan de xuya bû ku beriya bibin odeya muşahedeyê, benên sola wî û toqaya pora wî hatine standin û rastî lêgerînê hatiye. Rêveberiya girtîgehê ji malbata Ekîncî re got; ‘derûniya girtî xerab bû û xwe bi bincilên xwe xeniqandiye.’ Lê belê hem malbata wî û hem jî hevalên wî yên qawîşê gotin ku nexweşiyeke derûnî ya Ekîncî tune bû û hewlekî wî ya ji bo întîharê tune bû. Dozgeriyê jî ji malbatê re got ku Ekîncî xwe bi benên sola xwe xeniqandiye. 
 
DIVÊ ÎHÎK ZÛ BICIVE
 
Dozgeriyê dîmenên girtîgehê yên bi dîrokên 12-13’ê çileyê dan malbata Ekîncî lê kêliyên mirinê û yên di qawîşê de xuya nakin. Li ser daxwaza malbatê jî dozgeriyê got ku ew dîmen tune ne. Pir vekiriye ku dîmen hatine qutkirin û kêm in. Piştî mirina bi guman jî girtiyekî ji qawîşa C-6’ê ji malbata Ekîncî re nameyek şand û got; ‘Dema Yilmaz birin odeya muşahedeyê lê xistin, stûyê wî şikandin, xwîn ji devê wî hat û di vê navberê de jiyana xwe ji dest da.’ Di vê çarçoveyê de banga me ew e ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê têkildarî mirina bi guman a Yilmaz Ekîncî ya li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê bi awayekî lezgîn bicive, rewşa heyî lêkolîn bike û Komîsyona Jêr a Girtî û Hikûmxwaran jî di zûtirin demê de ji bo lêkolînê biçe Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.” 
 

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin