Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!

  • rojane
  • 09:02 13 Tebax 2022
  • |
img
WAN - Di girteka têkildarî zarokê bi navê H.E. yê encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndarbûyî hatiye girtin, lewheya hişyariyê weke heye nîşan daye û hate îdiakirin ku kameraya ku herêmê 360 dereceyan kontrol dike, kêliya teqînê nekişandiye. 
 
Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di 26’ê tîrmehê de cîsmek leşkerî teqiyabû û di encama teqînê de zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bûbû. Rewşa H.E. her ku diçe giran dibe. Di lêpirsîna ji aliyê Qereqola Cendermeyan a Gullukê ve tê birêvebirin de gumana ji holê rakirina delîlan hate avakirin. Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de derket holê ku îfadeyên leşkerên berpirsê qereqola leşkeran a li herêma ku teqîn lê pêk hatiye, girtekên cihê bûyerê û belgeyên dîmenî yên kamerayên ku herêmê dişopînin li ser esasê afirandina bêcezahiştina dosyayê ne. Derket holê ku kameraya qereqolê ku 360 dereceyan qeydê digire kêliya teqînê nekişandiye, cihê ku bûyer lê pêk hatiye herêma qedexe ya leşkerî ya di dereceya duyemîn de ye û her wiha girtekên têkildarî ku tabelayên nîşan didin erd mayînkiriye, rastiyê nîşan nadin. Girtekên ku leşkerên ji herêmê berpirsyar girtine û wan bi xwe îmzekirine, dema cihê bûyerê yek bi yek hate lêkolînkirin dê aşkere bibe ku hewldana ji holê rakirina delîlan e.
 
AGAHÎ NEDAN 112’YÊ
 
Di “Girteka lêkolînê û şahid û lêpirsîna cihê bûyerê” de ku leşkerên li qereqolê wezîfedar in îmze kirine, hatiye îdiakirin ku bûyer saet di 09.02’an de pêk hatiye û saet di 09.06’an de fermandarê qereqolê û 112 hatiye agahdarkirin, lê di girteka îfadeyên leşkeran de têkildarî ku leşkeran 112 agahdar kiriye tu agahî cih negirtin. Her wiha derket holê ku 112 tenê ji aliyê welatiyên li wir ve hatiye lêgerîn û wiha hatiye cihê bûyerê. Birina H.E. ya 4 saet piştî teqînê jî tiştên qewimîne piştrast dike. 
 
LEWHEYA HIŞYARIYÊ NÎNE LÊ DI GIRTEKÊ DE HEYE!
 
Di girtekê de ji aliyê leşkeran ve hate piştrastkirin ku cihê ku teqîn lê qewimiye aydê avahiya qereqolê ya berê ye û di girteka leşkeran de hate îdiakirin ku herêma ku teqîn lê pêk hatiye bi têlan hatiye dorpêçkirin, di têketina qadê de tabelaya hişyariyê ya 'erdê mayinkirî' heye û ev herêm di asta duyemîn de qada qedexe ya leşkerî ye. Lê belê di roja bûyerê û roja piştî wê de bi dîmenên welatiyan kişandine derket holê ku li tu devera teqîn lê hatiye kirin tabelayên 'erdê mayinkirî' nîne, herêm bi têlan nehatiye dorpêçkirin, heta niha tu hişyarî nehatiye dayîn ku herêm herêma qedexe ye û gundî her roj li herêmên navborî pezê xwe diçêrînin. 
 
KAMERAYÊ EW KÊLÎ DÎSA NEKIŞANDIYE!
 
Di raporê de tişteke din a balkêş jî ew e ku kameraya li qereqolê ku 360 dereceyan her derê dikişine, kêliya ku teqîn pêkhatiye nekişandiye. Lê belê ne pêkane ku kameraya ku li noqteya herî bilin a herêmê ye û di 360 dereceyî de qeydan dike, wê kêliyê qeyd neke. 
 
‘LEWHEYA HIŞYARÎ Û TÊLKIRIN NÎNE’
 
Parêzerê malbatê Umît Avci hem têkildarî tiştên qewimîn hem jî têkildarî îdiayên li girtekên ku leşkeran îmzekirine axivî. Avci, da zanîn ku wan hemû belge û girtekên  têkildarî lêpirsîna ku ji aliyê qereqolê ve li herêma ku bûyer pêk hatiye girtine, lêkolîn kirine û wiha got: “Di girtekên ku ji aliyê rayedarên leşkerî ve hatin amadekirin de hat îdîakirin ku herêm di asta duyemîn de herêma leşkerî ye, herêm bi têlan hatiye dorpêçkirin û lewheyên hişyariyê hene.  Leşker di îfadeyên xwe de dibêjin mudaxeleyî bûyerê kirine, lê li gorî agahiyên kesên çûne cihê bûyerê; diyar kirin ku piştî birîndarbûnê wan alîkarî ji personelên leşkerî xwestine lê tu alîkarî nedane wan. Berovajiyê girtekan li cihê bûyerê tu tabelayên hişyariyê tune ne û cihekî ku her tim heywan lê tên cerandine. Vê yekê gundî bi xwe dibêjin. Di qeydên kamerayan ên dihatin destê me de jî bi awayekî zelal xuya dike ku tu lewheyên hişyariyê tune ne.”
 
‘LEŞKERAN JI DAXWAZA ALÎKARIYÊ RE NEBÛN BERSIV’
 
Avci, diyar kir ku di bûyerê de îhmaleke cidî heye û wiha berdewam kir: “Rastiyek heye ku qereqol bi zanebûn û dilxwazî tedbîrên divê li vir bigirta, negirtine. Dîsa rastiya ku leşkeran di dema xwe de ji birîndar re mudaxile nekirine diyar e. Rewşeke cidî ya ji ber qisûrê holê de heye. Yek ji xala herî girîng jî ew e ku malbatê ji qereqolê alîkarî xwestiye lê alîkarî nehatiye kirin. Û îxmala piştî 4 saetan di dema zarok birin nexweşxaneyê de derketî heye. Niha rewşa zarok a xetereya jiyanî heye û di beşa lênêrîna awarte de ye.”
 
‘LI DIJÎ LEŞKERAN TIŞTEK NÎNE’
 
Avci, da zanîn ku rapora çavdêriya dîmenan a piştî bûyerê hatiye girtin, dîmenên kêliya ku teqîn pêk hatiye tê de tune ye û wiha lê zêde kir: “Di wê girtekê de dibêjin ku kamerayeke ku qadê dibîne heye û dîmenên wê kamerayê saniye bi saniye tên lêkolînkirin lê çi ecêbe dîmenên kêliya teqînê nînin. Delîla herî girîng ev e. Niha di dosyayê de tiştê ji bo piştevaniya leşkeran heye lê tiştekî li dijî wan be tune ye. Di girteka ku roja bûyerê de hatiye girtin, her tiştên kêm vê carê lê zêde kirine. Refleksa dewletê ewqas pêşketiye ku ketine pey ku di tu bûyeran de zirarek negihe dewletê. Anku tiştekî li dijî dewletê di dosyayan de cih nade. Kameraya ku 360 derece dîmen digire çawa kêliya bûyerê nakişîne? Ev yek ji rastiyê dûr e.”
 
‘DI BÛYERÊN WIHA DE HER TIM KAMERA XERABE NE’
 
Avci, destnîşan kir ku leşkerên ku girtek girtine ew leşkerên ku îhmala wan hene ne û wiha domand: “Di hemû dosyayên mirinê û yên wiha de ku faîl dewlet e delîl ji holê tên rakirin. Teqez an kamera xerabe ye an wê kêliyê nakişîne. Di encamê de vîneke ku ew mayîn li wir bi cih kiriye heye. Di dosyayên ku delîl tên reşkirin de mixabin dadgeh faîlan ceza nake. Ez parêzerekî 20 salan im lê min di bûyerên wiha yên bi mirin de neditiye ku leşker an polîsan ceza girtine. Ev polîtîkayeke bêcezatiyê û parastinê ye. Ev polîtîka ji dadgehê jî wêdetir e. Leşker û polis bi hişmendiya ‘ji xwe tiştek bi me nayê’ re azadiya hemû binpêkirinên mafan di xwe de dibîne.”
 
WÊ GILIYÊ BIKE
 
Avci, bi lêv kir ku ew ê careke din hemû qeydên kamerayan ên têkildarî bûyerê daxwaz bikin û diyar kir ku wê giliyê leşkerên li qereqolê li Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir bikin. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

15/08/2022
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:33 Cerdevanê di şer de birîndar bûyî mir
15:51 Li Mêrdînê bang kirin: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:18 Aydenîz: Hemû cîhan deyndarê Rojava ye
15:15 Endamên NÇM’ê çûn serdana malbata Nûdem Durak
13:53 HSD: Sîxûrekî MÎT’ê hate kuştin û 2 jî hatin girtin
13:43 Li Mêrdînê 3 cenaze di morgê de tên sekinandin
13:42 Kizil ê ku digot ‘li pişt min dewlet heye’ û gefa kuştinê li Îpek dixwar hate girtin
13:17 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:39 Girtiyê nexweş ku bo berdana wî 10 roj mabûn jiyana xwe ji dest da
12:35 Li Bab û Mareyê 6 leşker û endamên komên paramîlîter hatin kuştin
12:02 Ezmûna qeyûm sê caran da betalkirin lê dîsa jî venegerandin kar
11:44 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 524’an de ye
11:26 Li ser sînorê Kobanê liv û tevgera leşkerî: Li şûna leşkerên peyadar, çawişên pispor hatin bicihkirin!
11:12 Rêya astengdaran a Rêya Armûşê tije astengî ne
10:59 Ji bo Komkujiya Dîgorê muze hate avakirin
10:50 Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire
10:01 Li Silopiyayê çalakiyên şano û zarokan dest pê kirin
09:36 Gundê Gundikremo cara duyemîne tê hilweşandin!
09:05 Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin
09:04 Rojnamevan Ermîş: Rûsya îstîxbaratê dide Tirkiyeyê ku bikare êriş bike
09:03 Gelê Wanê: Em êdî nikarin nan û avê jî bikirin
09:02 Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin
09:01 ‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2022’YAN
13/08/2022
19:33 Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin
19:18 Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin
18:32 Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye
16:57 Hat xwestin ku Ergîn Aktaş ê du destên wî tune ne bê berdan
16:40 Sancar serdana Antakyayê kir
16:34 Li Til Temirê 2 şervanên suryan jiyana xwe ji dest dan
15:27 Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne
15:00 Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn
13:29 Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
13:06 Di bîranîna Ûlaş Alankûş de gelek kes hatin binçavkirin
12:59 Li Kirmanşahê kolberek hat kuştin
12:16 Li aqûbeta Kartay, Er û Ceylan hat pirsîn
11:47 Li Santrala Akkuyu cînayeta kar: Abdî Adiguzel mir
11:26 Di hefteyekê de li Efrînê 11 kes hatine revandin
11:06 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:06 'Li cihê ku edalet lê nebe, ew der tarî ye'
10:53 Festîvala Xweza û Baweriyê: Bila însan biz iman û baweriy xwe bijîn
10:39 Li Çiyayê Tendurekê operasyon û şer diqewime
10:13 4 meh in DEDAŞ’ê wan di tariyê de hiştiye!
09:48 Li Herêma Kurdistanê leşkerek serpel hat kuştin
09:46 Li sê bajaran destûra lêgerîna petrolê hat dayîn
09:33 Li gundê Hesena birîna daran berdewam dike
09:03 Şev û roj dixebite: Di navbera kirîna derman û erzaq de tercîhê dike
09:03 ‘Aysel ji ber ku siyasetmedareke jin a kurd e nayê berdan’
09:03 Midûrê ku digot ‘Ez Esat Oktay im’ careke din şandin Girtîgeha Tekîrdagê
09:02 ‘Şaredarên AKP’yî ku hatine cezakirin ji aliyê Soylû ve tên parastin’
09:02 Kameraya qereqolê kêliya têqîna ku H.E. giran birîndar bûbû ‘nekişandiye’!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2022'YAN
12/08/2022
21:53 Midurê girtîgehê bi şandeya ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatiye avakirin re hevdîtin nekir
21:37 Sancar: Em dixwazin aştiyeke rast û birûmet were welat
19:49 AYM’ê derbarê Tûglûkê de biryara tedbîrê da
19:16 Îlker a ji bo kurê xwe yê nexweş di çalakiyê de: Hûn sûc dikin
18:52 Dayîka Rêzan Cavîd: Serê wî qasî daristanên Qendîlê bilind e
17:09 Li Mêrdînê şerê bi çekan: Cerdevanê ku tê îdiakirin bi zorê fihûşê dide kirin birîndar bû
16:39 10 karker û rojnameger Kuray hatin binçavkirin
16:08 Li Girtîgeha Amedê ya Jinan korona belav dibe
15:55 20 kesên di serdegirtina ESP'ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:45 Bertek nîşanî revandina cenazeyê Alankuş dan: Em ê gilî bikin
15:02 Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Denîzliyê di roja 2’yan de didome
14:54 Hevseroka HDP’a Şirnexê hat berdan
14:29 Rapora Çavdêriyê: Ji bo peşkê li Nobeda Edaletê bixin zextan dikin
13:49 NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin
13:49 Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da
13:45 Encumenên HDP’yî giliyê şaredarê AKP’yî, dozger û polîsan kirin
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!