‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'

  • rojane
  • 09:45 19 Tebax 2022
  • |
img

ENQERE - Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP'ê êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne û got: "Êdî her kes dizane ku tu eleqeya êrişên bi vî rengî bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîne."

 
Tirkiye ku demeke dirêj e dixwaze bi Rûsya, Îran û Amerîkayê re bi tevî hêzên paramîlîter ve li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişk berfireh pêk bîne. Tirkiye di mehên dawî de êrişên xwe yên li ser herêma navborî zêde kirine. Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû ku ev demeke dirêj e pêvajoya şerê li Sûriyeyê bi awayekî çalak dişopîne, êrişên Tirkiyeyê û amadekariyên êrişan ên di asta navneteweyî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Ozûgûrlû pêşbîniyên xwe yên têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bertekên ku wê rû bidin û bandora van geşedanan a li siyaseta navxweyî parve kirin.
 
BAZARÎ DIDOME
 
Ozûgûrlû destnîşan kir ku êrişa dawî ya Tirkiyeyê ya 16'ê tebaxê ya li dijî Sûriyeyê ne di çarçoveya plansaziya berê de bûye û got: "Em dibînin ku ev êriş ji yên hatine diyarkirin cudatir in. Lê ev nîşan dide ku bazariya di navbera Tirkiye û Rûsya û Sûriyê de berdewam dike. Her wiha ji aliyê Tirkiyeyê ve derbarê Sûriyeyê de daxuyaniyên erênî tên dayîn. Lewma ev êriş rewşeke nakokiyî ye."
 
DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ
 
Ozûgûrlû, ji bo mirina leşkerên Sûrîyeyê yên di êrişên Tirkiyeyê de jî îşaret bi vê yekê kir ku ew wiha texmîn dike ku hin komên li wir ên bi Tirkiyeyê re tevdigerin têkildarî pozîsyonên YPG'ê agahiyên şaş dane Tirkiyeyê. Ozûgûrlû got: “Ev rewş ji aliyê analîstan ve pir tê bilêvkirin, ji ber ku piştî daxuyaniyên Serokkomar êrişeke bi vî rengî normal nayê dîtin. Tirkiye dê têkildarî vê mijarê daxuyaniyeke çawa bide? Bertekên Sûriyeyê jî hene. Vê yekê wekî dijminatiya Tirkiyeyê dibîne û diyar dike ku ew ê bersivê bidin êrişên muhtemel. Ev mijar wê samîmiyeta Tirkiyeyê ya di warê diyalogê de ya bi Sûriyeyê re eşkere bike."
 
Ozûgûrlû ragihand ku heke êrişên Tirkiyeyê bidomin, dê di navbera wê û Rûsyayê de pirsgirêk rû bidin û got: "Rûsya naxwaze êrişên Tirkiyeyê berdewam bikin."
 
ACIZIYA ÎRANÊ
 
Ozûgûrlû diyar kir ku serdestiya Tirkiyeyê ya li herêmê wê Îranê aciz bike û wiha axivî: “Niha herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de Îranê nerihet dikin. Îran naxwaze Tirkiye li Sûriyeyê cih bigire. Fikareke din a Îranê jî parastina nifûsa şiî ya li herêmên bakurê rojavayê Helebê ye. Di heman demê de divê were dîtin ku Îran bi rêveberiya Sûriyeyê re tevdigere. Nêzîkatiya dewleta Sûriyeyê ya li hemberî kurdan jî ne wekî ya Îran û Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê Îran dê li dijî gavên Tirkiyeyê yên ku bandorê li têkiliya rêvebiriya Sûriyeyê ya bi kurdan re dike, derkeve.
 
PYD, QSD Û PEYMANA SÛRIYEYÊ
 
Ozûgûrlû li ser nîqaşên wekî "Dibe ku êrişên Tirkiyeyê li herêmê ji nû ve DAIŞ'ê çalak bikin?" jî sekinî û destnîşan kir ku DAIŞ bi têkoşîna PYD'ê hatiye tasfiyekirin û DAIŞ niha tenê li ser bingehê hucreyî tevdigere û ne xwedî serdestiya herêmê ye. Ozûgûrlû anî ziman ku di van demên dawî de di navbera PYD, QSD û rêvebiriya Sûriyeyê de lihevkirinek çêbûye û wiha domand: “Di hin xalan de bi hev re dest bi tevgerê kirin. Niha her êrişek ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku dê rasterast li dijî rêvebiriya Sûriyeyê be, lê ev nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên di navbera Sûriyeyê û kurdan de hatine çareserkirin. Lê qet nebe di warê konjukturî de girîng e. Di vî warî de em dikarin bibêjin ku PYD jî ji berê bihêztir û amadetir e.”
 
SERDANA PERÎNÇEK A JI BO ŞAMÊ
 
Ozûgûrlû serdana Serokê Partiya Vatanê Dogû Perînçek û Ethem Sancak ê ji AKP’ê veqetiya û derbasî Partiya Vatan bû ku wê biçin Şamê nirxand û wiha pêde çû: “A rast Şam jî vê serdana Perîçek dixwest. Perînçek, ji sala 2011'an ve têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re didomîne, lê divê ev yek tu carî wekî biryareke serbixwe ya Perînçek neyê dîtin. Helbet ev wekî stratejiyeke dewletê dewam kir. Ev serdana ku dê di demek wiha de pêk bê, haya desthilatê jê heye. Dê ev serdan, di vê çarçoveyê de bê kirin; divê li Sûriyeyê çi bê kirin. Lê ger Tirkiye di vê serdanê de ji Sûriyeyê biryareke derbarê kurdan de bixwaze, Sûriye wê qebûl neke. Ez wiha difikirim ku Sûriye dixwaze vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike."
 
TÊKILIYÊN DYA-TIRKIYEYÊ
 
Ozûgûrlû bi bîr xist ku Tirkiye beriya êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê hewl daye ji DYA'yê piştgiriyê wergire û li gel vê têkiliyên her du welatan êdî zelal bûne û hatine guhertin. Ozûgûrlû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her du welat êdî ne di wê rewşê de ne ku guh bidin hev. Ger DYA derbarê F-16'an de bersiveke erênî nede Tirkiyeyê, dê têkiliyên her du welatan ber bi xwelihevkişandinê ve biçin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku Tirkiye rexne û fikara Rojavayê li ber çavan bigire. Daxuyaniyên derbarê S-400'an de jî vê yekê nîşan didin, lê eger DYA bixwaze li qadê li dijî Tirkiyeyê gavekê biavêje, wê demê em dikarin bi awayekî din biaxivin."
 
OPERASYONÊN BERIYA HILBIJARTINÊ
 
Ozûgûrlû destnîşan kir ku AKP beriya hilbijartinê her tim bi êrişên li derveyî sînor hewl dide siyaseta navxweyî dîzayn bike û ev hewldanên dawî wê bi giranî bêencam bimînin. Ozûgûrlû di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Operasyonên bi vî rengî, li bara komên biçûk beranberiyeke wan heye. Desthilatê berê dikaribû raya giştî bi rihetî manîpule bike, lê êdî her kes dizane ku tu eleqeya êrişên bi vî rengî bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e. Raya giştî dizane ku desthilat vê yekê wekî amûreke siyasî bi kar tîne. Tişta sereke ya mirovan ne ev e. Dema em dadikevin kolanan mirov rasterast behsa metirsiya PYD'ê nakin, lê behsa aborî û gendeliyê dikin. Em nikarin bibêjin ku êrişeke berfireh û sîstematîk a muhtemel a Tirkiyeyê wê ji bo desthilatê bibe cihê encameke erênî." 
 
HEVSENGIYA SIYASETA NAVXWEYÎ
 
Ozûgûrlû bal kişand ser wê yekê ku li dijî êrişên li derveyî sînor bar dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê jî û wiha got: “Berê hikûmetê bi zimanê propagandayê mafê gotinê yê muxalefetê esas nedigirt. Di vî warî de muxalefet jî neçar dima ku xwe li kêleka hikûmetê bi cih bike, lê em dibînin ku êdî ne wisa ye. Di van rojan de ku têkilî bi rêvebirîya Sûriyeyê re tên danîn, gotinên muxalefetê yên ku digotin 'bi salan e em vê yekê dibêjin' jî derdikeve holê. Dema em li siyaseta navxweyî dinêrin, em dibînin ku alternatîfa AKP’ê her diçe zêde dibe. Niha hevseng di destê muxalefetê de ye. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku muxalefeta siyasî dê zimanekî rasttir bi kar bîne. Di muxalefeta civakî de jî fikira hevpar a ji bo bidawîbûna vî şerî heye. Em ferz bikin ku muxalefet jî vê yekê dibîne, nexwe wê zimanê aştiyê bê bikaranîn.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin