STENBOL - Şandeya DEM Partiyê li Sîlîvriyê Îmamoglû jî di nav de bi gelek siyasetmedaran re hevdîtin kir. Şande, têkildarî hevdîtinan daxuyaniyê dide.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî pêk dihat, bi rojeva çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî).
Şandeyê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî re hevdîtin kir.
Şandeya DEM Partiyê piştî hedîtinê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê dide.
Berfirehiya nûçeyê tê...