33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin

  • rojane
  • 17:01 22 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya hevpar de bang li hikumeta Şamê kirin ku bi Tirkiyeyê re tu peymanan çêneke. 
 
33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Navenda Lêkolînên Dîplomatîk a li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de metnê erebî Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Barsûm û metnê kurdÎ jî Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê xwend.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi rola neyînî ya hêzên dijberî gelê Sûriyê û di serî de dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hat gotin: “11 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, hîna rêgeha çareseriya aştiyane peyda nebûye, ya ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bîne cih. Ev yek encama destwerdana hêzên dijberî hêviyên gelan di vê aloziyê de û bikaranîna hin komên terorîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye.”
 
'DESTÊ WAN DI XWÎNA SÛRIYEYIYAN DE HEYE'
 
Di daxuyaniyê de bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê û rola hilweşîner a aliyên Astanayê (Tirkiye, Rûsya, Îran) li Sûriyê û ev tişt hatin gotin: “Armanca dagirkeriya tirk ji destpêkê ve dagirkirina axa Sûriyê bû. Ji bo vê yekê hin hêzên terorîst bi kar anîn. Dema ku piştrast kir ku ji ber hevsengiyên nû yên aloziya Sûriyê ew yek bi wê rêyê nabe, di helwesta xwe de guhertin çêkir. Vê carê jî bi navbeynkariya Rûsyayê xwe nêzî hikumeta Şamê dike. Aliyên Astanayê dixwazin dûrî azarên sûriyan berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew heman alî ne ku destê wan di xwîna sûriyeyiyan de heye.”
 
Di dewama daxuyaniyê de amaje bi helwestên gel ên dijberî lihevhatina hikumetên Şamê û Enqereyê yên li ser hesabê gelê Sûriyê hat kirin û hat diyarkirin: “Reaksiyona welatiyên li herêmên dagirkirî mezin bû û lihevhatinên bi hikumeta Şamê re red kirin. Diviyabû ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bertekeke mezin derketibana. Hêzên siyasî van nêzîkatiyan red dikin, ku tu tiştekî ji bo gelê Sûriyê pêşkêş nakin. Vî gelî ku di oxira pêkanîna sîstemeke demokratîk a li gorî hêviyên wî, tiştê giran biha feda kir.”
 
'BI TIRKIYEYÊ RE LIHEVHATINEKÊ NEKE'
 
Partî û hêzên siyasî di dewama daxuyaniya xwe de gotin ku ew qebûlkirina ajandeyên dewleta tirk û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin û ew yek hêviyên gelê Sûriyê pêk nayne. Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re yê ku Sûriye rûxand û gelê wê da koçberkirin bê kirin û guh bide daxwazên gelê Sûriyê.
 
Di heman demê de zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sivîl û leşkeran hat şermezarkirin û wiha dewam kir: “Em teqez dikin ku em piştgiriyê didin mafê parastina rewa ku QSD`ê li hember dijminahiyan bi kar tîne. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikin ku vê qirêjiya dewleta tirk ku sûdê li DAIŞ`ê dike, rawestînin.”
 
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku partiyên siyasî û gelê li dora hêzên leşkerî kom bûne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser dimeşîne, ya bi rêya diyaloga bi hikumeta Şamê û hêzên din ên demokratîk re û hat destnîşankirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes nikare îradeya sûriyan derbas bike.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku helwesteke cidî bigire, da ku artêşa tirk bê qewitandin û bi hevkarî û koordîneya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li hember artêşa tirk bisekine.
 
Partî û hêzên siyasî yên daxuyanî daye;
 
Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Paritya Demoqratî ya kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê(P.Y.D.K.S).

Sernavên din

27/08/2022
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin