Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê

  • rojane
  • 12:30 26 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL - Endama Jin Bi hev re Bihêz in Ferîde Eralp, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûkê “cînayet e” û wiha got: “Heke em nexwazin bibin şirîkê vî sûcî, divê em bi dengê herî bilind bixwazin ku Aysel Tûglûk were berdan.”

 
Rewşa tenduristiya girtiya nexweşa giran Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin her ku diçe xerab dibe. Bertekên li dijî astengkirina neberdana Tûglûk ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî dike, tên dayîn didomin. Endama Jin Bi hev re Bihêz in (KBG) Ferîde Eralp, diyar kir ku divê Tûglûk bê lebê belê demildest bê berdan. 
 
POLÎTÎKAYÊN KÎN Û TOLHILDANÊ
 
Eralp, bi lêv kir ku desthilat û dewlet li dijî Tûglûkê polîtîkayên “kîn” û “tolhildanê” bi rê ve dibin û wiha got: “Ji roja Aysel Tûglûk bi nexweşiya demansê ketiye ve ji bo berdana wê em têdikoşin. Berdin tedawî bûnê ne pêkane ku Tûglûk jiyana xwe bidomîne lê hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Tevî ku derbarê wê de biryara berdanê hatiye dayîn jî girtina wê ya girtîgehê îşkencey e, cînayet e. Em vê qet qebûl nakin.”
 
BIRYARÊN SIYASÎ YÊN ATK’Ê 
 
Eralp, destnîşan kir ku neberdana Tûglûkê ya tevî biryara berdanê, berdewama polîtîkayên dijmina ne û wiha berdewam kir: “Tevî ku di demê xwe de li dijî mirovahiyê sûc kiribûn jî em bûn şahidê berdana Çevîk Bîr. Bi rastî jî girtîgeh ne cihê girtiyên nexweşên giran e. Lê mixabin 500’an zêdetir girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de tên ragirtin. Zêdetirî van girtiyên siyasî ne. Tevî ku raporên gelek ji wan ên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ hene jî nayên berdan. Tûglûk jî yek ji wan e. Ji ber biryarên siyasî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) Tûglûk hêj di girtîgehê de ye. Em dibînin ku dadgeh jî dibin şirîkê vî sûcê ATK’ê.”
 
‘EM BI HÊRS IN VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’
 
Eralp, da xuyakirin ku dema mijar dibe kurd nefreteke piralî dikeve dewrê û wiha lê zêde kir: “Aysel Tûglûk ew kes e ku siyaseta mûxalîf dike û li dijî polîtîkayên şaş ên hikûmetê helwestê nîşan dide. Ji ber vê yekê, nefreta dewlet û hikûmetê ya li hemberî gelê kurd, jinan û bi taybetî jinên têdikoşin, serî natewînin û bêdeng namînin, li vê derê radixe pêş çavan. Ji ber ku ev hemû di Aysel Tûglûkê de dibin yek, tevî biryara berdanê jî, dewlet û daraza bûye siyasî qebûl dikin ku ji ber sûcekî din li girtîgehê bê hiştin. Dewlet û desthilatdarî dema mijar dibe jin, jinên kurd polîtîkayên cihêkar dimeşîne. Em dibînin ku ya li Aysel Tûglûk hatiye kirin ev e. Em gelekî bi hêrs dibin, em gelekî xemgîn in û em vê qet qebûl nakin.”
 
DIVÊ BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN
 
Eralp, qala girîngiya hevgirtina bi girtîhan re ku zext û binpêkirinên mafan lê zêde dibin û ragihandin dengê girtiyan a derve kir û wiha pê de çû: “Gotineke Gultan Kişanakê hebû; digot ‘divê haya kesên li derve ji girtîgehan hebe’. Bi rastî jî em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin. Pêwîstî bi vegotina rewşa girtîgehan ji raya giştî re û meşandina têkoşîna mafên mirovan a têkidlarî vê yekê heye. Tevgera jinê jî perçeyekî vê yekê yê girîng e.”
 
NE MIRIN CÎNAYET E
 
Eralp, bal kişand ser mirinên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûn û mirinên li girtîgehan diqewimin weke “cînayet” penase kir. Eralp, destnîşan kir ku dewlet li dijî girtiyan “polîtîkayên mirinê” bi rê ve dibe û wiha domand: “Bi taybetî Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê yê bingehîn. Ji bilî vê bi îşkenceyeke psîkolojîk re rûbirû dimînin. Ji her girtiyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dide di berpirsyartiya dewlet û desthilatê de ye.”
 
‘NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’
 
Eralp, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Her deqîqeya ku di girtîgehê de derbas dike qesta canê wê ye. Dadgeh, desthilata siyasî, ATK û saziyên tenduristiyê ku ji bo bê berdan rapora nadin qesta canê Aysel Tûglûk dikin. Heke em jî weke civak û jin nexwazin bibin şirîkê vî sûcî divê bi dengê herî bilind bixwazin ku Aysel Tûglûk demildest were berdan. Jin, parazvanên mafên mirovan dengê xwe bilind dikin lê ev ne tenê meseleya me ye. Divê bibe derdê her kesên ku dixwazin weke mirovan bijîn. Ji ber vê yekê ez bang li herkesî dikim ku Aysel Tûglûk were berdan.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

29/08/2022
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin