Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye

img
ÇEWLIG - Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên qûmê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.
 
4 kanên xîzê ango qûmê yên li navçeya Dara Hênê ya Çewligê bandoreke neyînî li jiyana bajêr dikin. Kanên qûmê yên ku li kêleka Pira Dara Hênê ya li ser Çemê Mûradê hatine avakirin, bandorê li herikîna çem jî dikin. Her wiha ji ber van kanên xîzê qûmê hejmara kesên di Çemê Mûradê de difetisin jî zê de dibe. Herî dawî di 24'ê Tîrmehê de Aydin Tutkal û Mucahît Keser ên ku hewl didan zarokê bi avê de jî xelas bikin, bi ber avê de çûbûn. Piştî demekê cenazeyê Aydin Tûtkal hatibû dîtin. 
 
Piştî van bûyeran şêniyên Dara Hênê kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin û xwestibûn kanên xîzê bên girtin. 
 
Îmzeyên hatin berhevkirin ji aliyê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê ve ji Îdareya Taybet a Çewligê re hatibûn şandin. Îdareya Taybet a Bajêr a Çewligê, piştî mehekê bi nivîskî bersiv dabû komeleyê. Di bersivê de hatiye diyarkirin ku li qeraxa Çemê Mûradê 3 jê taybet û yek jê ya cemaweriyê 4 kanên qûmê hene û ruxsetên her çar kanan jî hene. Di bersivê de hatiye parastin ku ruxsetên hatine dayîn li gor mewzûatê ne û hatiye îdiakirin ku kanên xîzê tên kontrolkirin. Îdareya Taybet a Bajêr a Çewligê di bersiva xwe de diyar kiriye ku di navbera salên 2013-2022'yan de li fîrma, kes an jî saziyan milyon û 135 hezar û 691 TL cezayê îdarî hatiye birîn.
 
'LEWHEYÊN HIŞYARIYÊ TUNE NE'
 
Serokê Komaleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût derbarê geşedanan de axivî. Korkût bibîr xist ku Aydin Tûtkal ku herî dawî li herêmê jiyana xwe ji dest daye, di salên dawî de li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ji bo kontrolkirina kanên qûmê nivîs belav kirine û got: "Ev çem wê gelek kesan bikuje!" Korkût destnîşan kir ku kanên qûmê herikîna çem jî diguherînin û got: "Bi vî awayî çem ne şaxek, dibe 7-8 şax. Hevsengiya çem xera dibe û ev zirarê dide giha, kêzikan û hevsengiya ekolojîk. Gava ku kamyon ji bo kana qûmê tên û diçin toz bilind radibe. Li van cihên ku qûm lê tên barkirin lewheyên hişyariyê tune ne. Welatî jî dibêjin qey çem ne kûr e û dikevin çem. Ji nişka ve dikevin koncalên kanên qûmê û jiyana xwe ji dest didin."
 
'DIVÊ BÊN GIRTIN'
 
Korkût bilêv kir ku cihê kanên qûmê ne navenda navçeyê ye û got: "Bila wan rakin û bibin cihekî guncavtir. Dibe ku berê ruxset dabin kanên qûmê û keviran. Lê em dixwazin ev kan rakirin û çem bê îslehkirin. Em dixwazin ev der ne ji bo kargehan, ji bo gel vekirî bin."
 
MECLÎSÊ KOMÎSYON AVA KIRIYE
 
Endamê HDP'î yê Meclisa Giştî ya Bajêr Îmdat Morsûmbûl jî diyar kir ku serlêdana gelê Dara Hênê hatiye meclisê. Morsûmbûl da zanîn ku dê dema kaneke qûmê di nîsana 2023'yan de biqede û ya din jî dema wê dê di 2026'an de biqede û got: "Wan komîsyoneke têkel ava kiriye û piştî lêkolîna komîsyonê dê biryarê bidin. Çêkirina qanûnekê ji jiyana mirovan ne biqîmettir e. Em ê li cihê cihê lêkolînan bikin û biryarê bigirin. Komîsyon dê biryarê bide. Em jî dixwazin kanên qûmê bên rakirin. Ger neyên rakirin jî divê ber bi cihekî din ve bên veguhastin."
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

12/09/2022
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin