WAN - Di danişîna doza rojnameger Adnan Bîlen de ku ji îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Danişîna doza rojnameger Adnan Bîlen ku bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Wanê hat lidarxitin. Di dozê de dadgehê cezayê hefsê veguherandibû cezayê pereyan û ev biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind, doz jinûve hat lidarxistin. Bîlen û parêzerê wî haşem Baygumuş di danişînê de amade bûn.
Bîlen, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û got ku parvekirinên wî yên li ser medyaya dijîtal ne heqaret lê rexneyên giran in. Bîlen, bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind û xwest hukm di vê çarçoveyê de bê dayin.
Dozger jî xwest Bîlen were cezakirin.
Parêzer Baygumuş jî got ku parvekîrînên miwekîlê wî di çarçoveya “rexneyên giran” de ye û xwest biryar di vê çarçoveyê de bê dayin.
Dadgehê, di çarçoveya biryara Dadgeha Bilind de ji bo Bîlen biryara beraetê da.