Gunay: Em ê bi gel re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin

  • rojane
  • 19:08 13 Îlon 2022
  • |
img
XARPÊT - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku bi gel re hat cem hev diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqek ji hilbijartinan jî wêdetir e û got: "Gel yan wê bi Tirkiyeyeke tarî yan jî Tirkiyeyeke demokratîk şiyar bibe."
 
Şandeya HDP'ê ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamenter Necdet Îpekyuz û Ayşe Surucu jî di nav de, li Xarpêtê bi gel re rûnişt. Şandeyê li taxên navendî Fevzî Çakmak û Hicretê civîna gel pêk anî. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ewil li Taxa Fevzî Çakmakê li qehwexaneyekê axivî.
 
Gunay anî ziman ku ew duh li Meletiyê bûn û îro li Xarpêtê ne û sibe jî dê li Dêrsimê bin. Gunay bilêv kir ku di van serdanan de dîtine ku pirsgirêkên gel heman prigsirêk in û wiha got: “Pirsgirêkên me hemûyan heman pirsgirêk in. Em hemû bandorên krîza aborî ya ji ber polîtîkayên şer ê desthilatê rû daye dibînin. Em hemû rengvedana siyaseta berberîbûnê û marjînalkirinê ya desthilatê dibînin. Di encama polîtîkayên şer de sermayeya vî welatî tê pêşkeşkirin. Hemû nirxên aborî yên vî welatî pêşkêşî 5 çeteyên derdora xwe dikin û bi xwe jî rantê belav dikin. Nizanin bê derdê kesên teqawidbûyî û karkeran çi ne. Lê em ê bi têkoşîna hevpar demokrasiyê mezin bikin. Ger em bi hev re netêkoşin dê yek bi yek bipelçiqînin. Ji ber vê yekê divê em destûrê nedin ku ev tişt çêbibe."
 
‘TIFAQ DESTHILATÊ DITRISÎNE'
 
Gunay anî ziman ku HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e û ezberan dişikîne û wiha got: “HDP partiyeke ku her kes bi bawerî, çand û nasnameya xwe li kêleka hev disekine. HDP her tim li qadan û kolanan e. Gelê me li ku be em jî li wir in. HDP, partiyeke ku hêza xwe ji kedkar, dikandar û gundiyan digire. Em niha li Tirkiyeyê ber bi 'hilbijartina çarenûsê' ve diçin. Di encama vê hilbijartinê de gel yan wê bi Tirkiyeyeke tarî yan jî Tirkiyeyeke ronî ya demokratîk şiyar bibe. Em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê daxilî hilbijartinê bibin. Çareseriya rasteqîn, têkoşîna ji bo demokrasiyê ye. Lewma ev tifaqeke ku ji hilbijartinan jî wêdetir e. Tifaqa HDP'ê ya ku ezberan xera dike, desthilatê û alîgirên wê ditirsîne."
 
‘EM Ê WAN BI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ BIŞÎNIN'
 
Gunay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilata heyî bi polîtîkayên talankirinê çerxa kedxwariyê çêkiriye û wiha got: "Çareserî em in, em ê bi bilindkirin ruhê têkoşîn û hevgirtinê wan bi sindoqan bişînin. Em ê bi hev re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin."
 
Di civînê de welatiyan jî fikirên xwe anîn zimên û li dijî xizanî û talanê bal kişandin ser girîngiya têkoşînê. Şande paşê çû li Taxa Hîcretê bi gel re civiya. Civîn li qexwexaneyeke taxê hat çêkirin. Şandeyê guh li pirgsirêkên gel kir û destnîşan kir ku dê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Piştî serdan û civînan heyet berê xwe da Dersimê. 

Sernavên din

17/09/2022
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe