Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye

  • rojane
  • 11:38 14 Îlon 2022
  • |
img
MÊRDÎN - MARSÛ ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye, ev 4 sal in avê nade gundiyan. Rayedarên MARSÛ’yê ji gundiyên ku bi tankeran avê dikêşin re wiha dibêjin: “Hûn çi dikin, bikin.”
 
Zêdetirî 4 sal in ku av ji gundê Dazerkê yê 2 km'an nêzî Artûklû ya Mêrdînê re nayê dayîn. Tevî ku gundê herî zêde nêzî navenda bajêr e jî, ev 4 sal in gundî bi vîdonan avê dikêşin gundê xwe. Îdareya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Merdînê (MARSÛ) tu bersiveke erênî nedaye daxwaznameyên gundiyan. Rayedar her carê ji gundiyan re dibêjin "temam" lê tiştekî nakin. Herî dawî ji bo çareserkirina pirsgirêka avê 10 meh berê li gund bîra sondajê vekirin û vê carê jî ji ber ku xeta şebekeya ceyranê nehatiye kişandin ji malan re av nehat dayîn. 
 
DEST DIGIHIJE LÊ AV NAÇE
 
Têkildarî mijarê ji şêniyên gund Huseyîn Oztap da zanîn ku gundê wan zêdetirî 400 sal in hatiye avakirin û wiha got: "Cihê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê lê hatiye çêkirin, axa vê mezrayê ye. Dema dibêjin Dazerkê ew der tê zanîn. Kes vê derê nizane. Gundê Tinne hebû, îro em ew gund in.” Oztap anî ziman ku dema ew ji bo çêkirina rêyên gund çûne şaredariyê, ji wan re bersiva “erê” hatiye dayîn lê heya niha tu encam jê nehatine girtin. Bi domdarî Oztap ev tişt anî ziman: "Dema ku ez dibêjim li gund av tune ye, kes ji min bawer nake. Ji min re dibêjin ku ‘Tu destê xwe dirêj bikî li Merdînê yî. Çawa av tune ye. Çawa serwîs û veguhestina we tune ye.’ Em bi şev û roj xeteke dolmîşê dixwazin lê nadin. Em dibêjin qeyda me ya nifûsê çêbikin wê jî çênakin.”
 
‘HÛN ÇI DIKIN BIKIN’
 
Oztap da zanîn ku avên wan car caran dihatin lê dîsa qut dibûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jî bi vê avê îdare dikin. Roj bi roj ava me kêmtir bû û ev 4-5 sal in qet nayê. Rayedar her carê dibêjin temam lê tankeran dişînin. Em li gund 40 mal in û ji me re tenê tankerekê dişînin. Tanker bi hatinê re vala dibe û tankera din hefteyek piştre dişînin. Em her carê li bendê dimînin ku tanker were lê 10 roj an jî 20 şûnde dor digehe min. 10 meh e ku sondaj li gund dane lê nehatiye temamkirin. Diçim MARSÛ’yê ji min re dibêjin ‘tu çi dikî bike.’ Min 2 caran daxwazname şand yek jê winda ye. Min cara duyem daxwazname şand, ji salekê zêdetir bû hê jî tên.”
 
AVA TANKERÊ TÊRÎ NAKE
 
Ji şêniyên gund Gulseren Mengirkaon jî anî ziman ku li herêma wan de ne kaniyek heye ne jî çemek derbas dibe û ava ku ji tankeran dikêşin jî têrî wan nake. Mengirkaon bi bîr xist ku bi sala ye bêav in û şaredarî ji wan re dibêje 'em ê çêkin' lê çênakin.
 
 ‘EM JI DERDÊ AVÊ PERÎŞAN BÛN’
 
Ji şêniyên gund Lamîa Oztap got ku pirsgirêka wan a sereke av e û ev tişt anî ziman: "Em ji derdê avê perîşan bûn. Em muxtar digerin dibêje wê bê. Hefteyek, 20 roj derbas dibe tankerek avê tê. Ev tanker jî têrî 2 malan dike. Ji bo 30 malan tankereke avê dişînin û ev yek jî ne edalet e. Divê şaredarî li ser vî karî bisekine. Divê avê bide me. Li gundê me rê û veguhestin jî tune ye.”
 
 
 

Sernavên din

17/09/2022
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe