Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe

  • rojane
  • 10:39 20 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Zanyarê kurd Apê Mûsa di 20’ê îlona sala 1992’yan de hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 30 sal derbas bûn lê di dozê de tu pêşketin çênebûn. Danişîna dozê sibe ye û dibe ku şandeya dadgehê bi hinceta demborînê dozê bigire. 
 
Zanyar, rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa (Anter) di 20’ê îlona sala 1992’yan de dema ji bo beşdarbûna Mîhrîcana Çand û Hunerê tê Amedê, di encama êrişa çekdarî de hat qetilkirin. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ve ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi koda “Yeşîl” hatibû qetilkirin kiribûn yek dosya û li bendê mabûn ku ber demborînê bikeve. Bi îro re ser cînayeta Anter re 30 sal derbas dibin. Tê payîn ku doz îro ber demborînê bikeve û danişîna dozê jî dê sibe bê dîtin. 
 
Şandeya dadgehê de di Doza Anter an jî weke Doza Sereke ya JÎTEM’ê tê zanîn de danişîn her tim dan bi mehan piştre. Balkêş e ku danişîna dawî da rojek piştî roja ku doz ber demborînê dikeve. Di danişîna dozê ya 15’ê îlonê ya li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de şandeya dadgaehê danişîna dozê da rojek piştî roja ku doz ber demborînê dikeve. Anku danişîn tenê 6 rojan taloq kir. 
 
Baş e lê di lêpirsîna cînayeta Anter de çi qewimî? Di mijara qetilkirina Anter de heta sala 2000’an jî tu lêpirsînên bibandor nehatin destpêkirin. Piştî ku lêpirsîn hinek pêş ket, malbata Anter di 22’yê sibata sala 2000’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê di sala 2005’an de biryara “hem ji hêla madî û hem jî ji hêla usûlê ve mafê jiyanê hatiye binpêkirin” da. DMME’yê tespît kir ku “Rapora Susurlukê” ya Meclisê ya sala 1998’an ku têkildarî qetilkirina Mûsa Anter de delîlên girîng tê de bûn ji hêla rayedaran ve nehatine bikaranîn. 
 
JI BO DEMBORÎNÊ KÊM DEM MABÛ KU DOZ HAT VEKIRIN 
 
Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet a Amedê 4 sal piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê anku di sala 2009’an de mikûrhatinên yek ji tetîkkêşên JÎTEM’ê yê berê Abdulkadîr Aygan weke “îxbar” qebûl kir û 17 sal piştre lêpirsîn careke din da destpêkirin. Tetîkkêşê JÎTEM’ê Aygan, di bîranîneke xwe de da zanîn ku plana qetilkirina Anter ji hêla kadroya herî pêş a JÎTEM’ê ve hatiye amadekirin. Li ser vê yekê jî derheqê îtîrafkarên PKK’ê Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yildirim û Mahmût Yildirim ku bi nasnavê “Yeşîl” tê naskirin, biryara girtinê hat dayîn. Ji bo ku cînayeta Anter bikeve ber demborînê kêmek dem mabû ku Hamît Yildirim di 29’ê hezîrana sala 2012’an de hate girtin. Di sala 2013’an de jî derheqê Hamît Yildirim, Mahmût Yildirim û serhengê teqawid Savaş Gevrekçî de bi sedema “kuştina bi qesdî û gel ji bo serhildana çekdarî sor kiriye” îdianame hat amadekirin. 
 
SIRGÛN BI TÊRÎ NEKIR, DOSYA KIRIN YEK
 
Îdianameya bi dîroka 25’ê hezîrana 2013’an de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin, di 5’ê tîrmeha sala 2013’an de ji hêla 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Piştî ku 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a bi Rayeya Taybet a Amedê hat girtin, dosya êdî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Neqilkirina dozê ku di komkujiyên bi destê dewletê de hatine kirin de zêde tên dîtin, di Doza Anter de jî hat kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî danişîna ewil, bi hinceta “ewlehiyê” ji bo ku dozê neqlî cihekî din bikin serlêdan kir. Di vê navberê de di Doza Sereke ya JÎTEM’ê ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin de geşedanek çêbû û biryar hat dayîn ku bi Doza Anter re bikin yek dosya. 5’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, serlêdana 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nirxand û Doza Anter şand Enqereyê. Doz li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin û şandeya dadgehê her çend ku daxwaza yekkirina dosyayan a 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran qebûl nekiribe jî, 5’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 29’ê çileya sala 2016’an de biryar da ku dosyayan bikin yek. 
 
HAMÎT YILDIRIM HAT BERDAN
 
Di doza ku li Enqereyê dihat dîtin de tenê Hamît Yildirim girtî bû lê ew jî 5 sal piştre bi hinceta “girtina domdirêj”, di danişîna dozê ya di hezîrana sala 2017’an de hat berdan. Di dosyaya dozê de tu pêşketin çênebûn û bi tu awayî parastina bersûc Abdulkadîr Aygan ku li Swêdê dijiya nehat girtin. Danişînên dozê her carê bi mehan hatin taloqkirin û herî dawî jî di sala 2019’an de Doza Ayten Ozturk ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ve hatibû qetilkirin bi Dosyaya Anter re kirin yek dosya. 
 
DAXWAZA JI HEV CUDAKIRINÊ BIISRAR HAT REDKIRIN
 
Şandeya dadgehê di sala 2018’an de muzekkere nivîsand û xwest ku îfadeyê endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan bi nivîskî were girtin. Lê belê Wezareta Edaletê guh neda vê daxwazê û bersiv neda. Di pêvajoya dozê de pêşketin çênebûn û ji parêzerên malbata Anter, Selîm Okçûoglû di danişîna 24’ê hezîrana sala 2020’an de da zanîn ku pêvajoya darizandinê 8 salan domiyaye û xwest ku ji hêla bersûc Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim ve dosya ji hev bên cudakirin û ji bo esasê jî dozger mutalaaya xwe amade bike. Lê belê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Parêzerên malbata Anter ji sala 2020’an heta niha her tim di dozê de ku li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de xwestin dosya ji hev bên cudakirin lê belê ev daxwaz biisrar hat redkirin. 
 
ÎFADEYÊ AYGAN NEHAT GIRTIN
 
Şandeya dadgehê biryar da ku îfadeya Aygan raste rast bê girtin lê bêyî ku îfadeyê wî were girtin, yek ji bersûcan Cemîl Işik li Almanyayê mir û daxwaza belgeya mirina wî ji Wezareta Edaletê hat kirin û bêyî ku belgeyên wî werin şandin, daxwaza ku hêj doz ber demborînê neketî bila ji hev bê cudakirin nehat qebûlkirin û cînayeta Anter jî mîna dozên din ên JÎTEM’ê niha bi polîtîkaya necezakirinê re rû bi rû ye û xetere heye ku bikeve ber demborînê. Şandeya dadgehê di danişîna 15’ê îlonê de diyar kir ku dê dozê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de binirxîne lê doz da rojek piştî roja ku doz dikeve ber demborînê. Vê yekê jî rê li ber şîroveyên ku di dozê de dê tiştek neguhere bi xwe re anî. 
 
AYKOL: HEWL DIDIN DOZÊ BIGIRIN
 
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji destpêkê heta niha doza cînayeta Anter ji nêz ve dişopîne, da zanîn ku di danişîna beriya “Betlaneya Edlî” de şandeya dadgehê hewl da danişîna dozê bide 20’ê îlonê lê li ser nerazîbûna parêzeran, danişîn di 15’ê îlonê de hatiye dîtin. Aykol, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di danişîna 15’ê îlonê de dadgehê ji bo demborînê biryar neda û got ku ‘dê îdiayên ku qetilkirina Mûsa Anter sûcekî li dijî mirovahiyê ye’ jî di 20’ê îlonê de binirxîne. Lê belê bi liv û tevgera wan xuya dike ku dixwazin di zûtirin demê de doz ber demborînê bikeve û dozê bi dawî bikin. Weke nûnerên Çapemeniya Azad, ji bo ku nîşan bidin em li dijî vê neheqiya dîrokî ne, dê di 21’ê îlona 2022’yan saet di 16.00’an de li eywana 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bin.” 
 
‘YA KU JI DEST TÊ EM Ê BIKIN’
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku dozê dişopîne da zanîn ku di danişîna dawî de diyar kirine ku cînayetên JÎTEM’ê kirin divê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên nirxandin û wiha bi dawî kir: “Ev demekî dirêje em dixwazin doza Anter ji dozên din bê cudakirin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Dê di danişîna 21’ê îlonê de şandeya dadgehê vê daxwaza me binirxîne. Lê xuyaye ku biryara demborînê xistine serê xwe. Ji bo ku ev nebe danişîna dawî, ya ku ji destê me tê em ê bikin. Darizandinên JÎTEM’ê têkiliya xwe bi pêvajoya siyasî re heye. Dema ev doz hatin destpêkirin, derdorên bi van cînayetan dihatin darizandin ji nava dewletê dihatin tesfiyekirin. Ji 2015’an bi destpêkirina şer re jî ev derdor dîsa çalak bûn. Desthilatdariya siyasî jî dest bi bikaranîna van kir. Dagdehan jî li gorî vê biryar dan û li şûna cezakirinê, hewl da wan paqij derxîne. Ji bo ku doz nekeve ber demborînê ya ku ji dest me tê em ê bikin. Banga min li raya giştî jî ew e ku piştgiriyê bidin.” 
 

Sernavên din

22/09/2022
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû
20:24 Qetilkirina Mahsa Amînîyê hat şermezarkirin
20:05 Cenazeyê Bariş Keve anîn Wanê
17:29 691 parêzerên ji Sûriyê ji bo Ocalan bang li Wezareta Dadê kirin
16:54 Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:18 Peywira parastinê ya parêzer Uçar hat qedexekirin
16:05 Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê desteser kirin