Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan

  • rojane
  • 11:43 23 Îlon 2022
  • |
img
NAVEANDA NÛÇEYAN - Bavê jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, Emcet Amînî da zanîn ku rapora otopsiyê û dîmenên kamerayan ên keça wî ji wan re nehatine dayîn û got ku cenazeyê keça wî nîşanî malbatê nedane. 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî, li Tehranê bi hinceta ‘pora wê xuya dike’ ji hêla “polîsên exlaqê” ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bavê Amînî, Emcet Amînî têkildarî mijarê bi BBC Turkçe’yê re axivî. Bav Amînî bal kişand ser daxuyaniyên rayedaran ên derheqê keça wî de û wiha got: “Gotinên wan derew in. Rapora otopsiyê ya keça min nedan. Beriya niha jî tu pirsgirêkên wê yên tenduristiyê nebûn. Şahidên bûyerê dan zanîn ku di bin çavdêriya polîsan de li keça min hatiye xistin.” 
 
Di berdewamê de bav Amînî destnîşan kir ku kurê wî Kîaraş ê 17 salî di dema binçavkirinê de li cem xwîşka xwe bû û wiha qala bûyerê kir: “Kurê min got ku li xwîşka wî hatiye xistin. Kurê min li gel xwîşka xwe bû. Hinek şahidên bûyerê ji kurê min re gotin ku xwîşka wî di mînîbûsa polîsan û li qereqolê hatiye derbkirin. Ji bo ku keça min neyê binçavkirin, kurê min gelek hêvî ji wan kirin lê li wî ji xistin û cilên wî peritandin. Min xwest ku dîmenên kamerayên li ser hêzên ewlekariyê nîşanî min bidin lê belê gotin ku pîlê kamerayana xelas bûye.” 
 
RAPORA OTOPSIYÊ NEDAN
 
Bav Amînî, îdiaya rayedarên îranî ku digotin ‘cil û bergên ne li gorî qaîdeyan li xwe kirine’ red kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Keça min her tim pardosuyeke dirêj li xwe dikir. Her wiha xebatkarên tenduristiyê nehiştin ku ez cenazeyê keça xwe bibînim. Min xwest keça xwe bibînim lê nehiştin ez bikevim hundir. Dema min xwest rapora otopsiyê bibînim jî bijîşk ji min re got; ‘ez çi bixwazim dê wê binivîsim. Ev yek te eleqedar nake.’”
 
PIŞTÎ KU CENAZE HATIYE KEFENKIRIN NÎŞAN DAN
 
Di berdewamê de bav Amînî diyar kir ku têkildarî otopsiyê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin û wiha derbirî: “Piştî ku cenazeyê keça min hatî kefenkirin, min karî bibînim. Ji bo teşhîsê tenê rû û piyên wê nîşanî min dan. Li ser lingên wê şopên birînan hebûn. Min ji bijîşkan xwest ku li piyên keça min binêrin. Ji min re gotin dê lê binêrin bê ka ev birîn çawa çêbûne. Lê qet li min venegeriyan. Ez jinedîtî ve hatim û niha jî derewan dikin.” 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Midûrê Giştî yê Saziya Tipa Edlî ya Tehranê Mehdî Faruzeş di daxuyaniya berê de gotibû; “Di ser û rûyê wê de şopên birînan nînin. Li rex çavên wê û di kiloxê wê de tu dever nederizîne.” Her wiha midûrê rejîmê îdia kir ku Amînî di 8 saliya xwe de emeliyata mejî derbas kiriye. 
 
Di heman demê de rayedaran jî îdia kirin ku tu nîşaneyên birîneke ji navê nînin. 
 
'TU NEXWEŞIYEKE WÊ NEBÛ’
 
Bav Amînî, îdiayên ku keça wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye red kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derewan dikin. Di 22 salên emrê xwe de ji bilî çend carên ku xwe cemidandibû, tu carî neçû nexweşxaneyê. Tu nexweşiyên wê nebûn û tu carî emeliyat nebûye. Dê di hefteya pêş de deset bi xwendina zanîngehê bikira. Geşta Tehranê jî betlaneya wê ya beriya destpêkirina zanîngehê bû. Dixwest mîkrobiyolojiyê bixwîne. Dixwest bibe bijîşk. Lê ev xeyala wê dê tu caran pêk neyê. Dayika wê gelek nexweş e. Em tevek gelek beriya wê dikin. Duh dê biketa 23 saliya xwe.” 
 

Sernavên din

23/09/2022
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin