‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'

  • rojane
  • 09:01 3 Mijdar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Nûnerên HDK, HDP û BMG'ê diyar kirin ku armanca girtinan, sernixumandina sûcan e û gotin: "Em ê di 6'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom bibin." 
 
Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe bi kar tîne, didomin. Dê di 6'ê Mijdarê de li du deverên cuda li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meş bên lidarxistin. Milekî meşê dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê û ya din jî dê li Taksîma Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Meşa li Stenbolê dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi dirûşmeya "Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê" bê lidarxistin. Dê gelek kes ji Îzmîrê tevlî meşa li Stenbolê bibin. Nûnerên HDK, HDP û BMG'ê yên li Îzmîrê ji bo beşdarbûnê bang kirin. 
 
HDK: EM Ê VÊ HOVÎTIYÊ QEBÛL NEKIN
 
Hevberdevkê HDK'ê yê Îzmîrê Sabrî Gul bi bîr xist ku şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan ne şerekî nû ye û got ku di komkujiyên Dêrsim, Zîlan û Agiriyê de jî çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Gul, diyar kir ku ji berê heta niha zîhniyeteke Tirkiyeyê ya ku hiqûqa şer paşguh dike heye û diyar kir ku bi hevkariya PDK'ê polîtîkayên qirkirina kurdan tên meşandin. Gul bal kişand ser dîmenên HPG'iyên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û got: "Ev ji hovîtiyê wêdetir e. Ev nayê qebûlkirin."
 
'LI SER SÛC HATIN ZEVTKIRIN'
 
Gul, anî ziman ku li şûna ku ji aliyê heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin û eşkerekirin, rojnamevanên ku ev yek ragihandine raya giştî û Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin û bi lêv kir ku ev girtin bikaranîna çekên kîmyewî piştrast dikin. Gul, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi girtinan xwestin tiştên diqewimin ji raya giştî veşêrin û ji rojevê bêxin. Lê bi ser neketin. Li ser sûc hatin zevtkirin. Ger bibêjin me bi kar neaniye, nexwe divê gazî heyetên serbixwe bê kirin û vekolîn bên kirin. Em ê jî bi daxuyaniyên wan qaneh bibin."
 
HDP: EM Ê NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ
 
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û destnîşan kir ku bi eşkerebûna sûc re hewldanên nixumandina ser sûc jî rû dane. Altan, anî ziman ku di vê mijarê de desthilatdarî li ser sûc hatiye zevtkirin û wiha axivî: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi awayekî plankirî û zanebûnî hewl didin ku civakê bitepisînin. Ditirsin ku ev yek derkeve holê. Lewma Şebnem Korûr Fincanciyê û rojnamegerên ku rastî ragihandin girtin. Armanca van girtinan sernixumandina sûcan e."
 
Altan, axaftina xwe wiha domand: "Bi milyonan kesên ku wê nebin şirîkê vî sûcî hene. Hikûmet dixwaze hemû civakê bike şirîkê vî sûcî. Lê em ê li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê rabin.Werin nebin şirîkê vî sûcî. Werin em bi meşa 6'ê Mijdarê ya li Taksîmê dijberiya xwe nîşan bidin."
 
BMG: NE ÎDIA YE, RASTÎ YE
 
Endamê BMG'ê Hîdir Alî Kiliç jî destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên li dijî kurdan bi salan e dewam dikin û got, heya niha gelek rêbazên cuda hatine ceribandin, lê tu serkeftin bi dest neketiye. Kiliç, wiha got: “Vîdeo û wêneyên hatin belavkirin, nîşan didin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî ne îdia ye, bi delîlên xwe li holê ye." 
 
Kiliç, bi lêv kir ku desthilat hewl dide gelê kurd û tirk bi rastiyê nehesin û got: “Dewleta tirk a faşîst û dagirker tenê li Kurdistanê şer nake. Li rojavayê welêt jî ji bo karker, kedkar û bindestan mirinê rewa dibîne. Li Bartinê, 41 karker ji ber teqîna gaza metanê jiyana xwe ji dest dan. Em bersiva kesên ku 8 sal berê digotin 'Kobanê ha ket ha ket' didin û bi ronahiya serkeftina 1'ê Mijdarê ya Kobanê em ber bi 6'ê Mijdarê ve dimeşin. Em bang li gelê kurd û tirk dikin ku xwedî li vê meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derkevin. Em ê di 6'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê li hev kom bibin."
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

04/11/2022
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin
09:03 Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe!
09:02 Gelê Wanê: Em tenduristiya Abdullah Ocalan mereq dikin
09:01 Parlamentera alman ji bo çekên kîmyewî serî li OPCW'yê da
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:16 Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya
03/11/2022
22:36 Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin
22:31 Li Şirnexê 20 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
21:36 Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
18:01 Hurriyet Dogan piştî 18 salan ji girtîgehê derket
16:49 Tirkiye Biradostê bombebaran dike
16:42 Serokwezîrê berê yê Pakistanê Han di êrişa sûîqestê de birîndar bû
16:33 Ji bo buroya MA’yê serdana piştevaniyê
16:05 Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin
15:57 Li Mêrsînê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang hate kirin
15:35 Ji ber ‘şahidên nepen’ bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: Tu ferqa we ji hev nîne
15:32 ANF: Cenazeyê leşkerekî di destê HPG’ê de ye
15:27 ‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’
15:20 ‘Em guhertina cihê avahiyê qebûl nakin’
15:17 ÎSÎG: Di 10 mehan de hezar û 521 karkeran canê xwe ji dest dane
14:07 Aydogan: Heke li dijî kîmyasalê bertek zêde bibin wê encam were girtin
13:48 Jiyana Ronaghî yê li Îranê hatiye girtin di talûkêyê de ye
13:40 Malbata Şenyaşar: Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan em ê biçin Meclisê
13:38 Ji BMG'ê banga meşa 6’ê mijdarê: Em ji şerê qirêj re bêjin bes e
13:29 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome