Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin

  • rojane
  • 09:57 13 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Parêzer Mesût Beştaş diyar kir ku dixwazin bi rêya tecrîdê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin û wiha got: “Ev mijar, mijareke civakî ye û li gorî min dikare bi awayekî civakî bê çareserkirin.” 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin ev 19 meh in tu agahî nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de û malbatê jî herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Ocalan re li ser telefonê hevdîtin kir. Heta niha 203 serlêdanên parêzeran û 72 serlêdanên malbat û wasiyê Ocalan ên ji bo hevdîtinê bêbersiv hatine hiştin. Daxwazên hevdîtinê heta niha bi hincetên weke “Keştî xera bûye” û “rewşa hewa” dihatin astengkirin. Ji 20’ê tîrmeha 2016’an heta niha ku Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin jî her 6 mehan carekî bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan tên astengkirin. Herî dawî di 21’ê cotmehê de cezayê “qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re” ya ji bo 6 mehan li Ocalan hate birîn. Parêzer Mesût Beştaş têkildarî tecrîda girankirî bi ajansa me re axivî. 
 
‘VEDIGUHERE ÎŞKENCEYÊ’
 
Beştaş, anî ziman ku ji demên berê heta niha pergala tecrîdê her tim ji bo qutkirina têkiliyên di navbera girtiyên siyasî û civakê de tê bikaranîn û wiha got: “Di serî de pirsgirêka kurd, Ocalan dikare gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Di heman demê de xwedî hêzeke wisa ye ku dikare bandorê li siyaseta rojane bike. Lewma jî tecrîd roj bi roj bêhtir belav dibe. Ev pêvajo ber bi astekî wisa ve çû ku êdî tu agahî ji Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin. Tu eleqeya tecrîdê ne bi siyasetê û ne jî bi hiqûqê heye. Ev demekî pir dirêje agahî jê nayên girtin û ev rewş ne tenê bo şexsê behsa xeberê lê ji bo beşeke mezin a civakê jî vediguhere îşkenceyê.” 
 
 DIXWAZIN OCALAN JI CIVAKÊ QUT BIKIN’
 
Bi domdarî Beştaş bal kişand ser “cezayên disiplînê” yên li pey hev li Ocalan tên birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo kesekê bi tena serê xwe dimîne dê tiştekî çawa bike ku cezayê disiplînê lê were birîn? Bêguman ev biryar bi awayekî keyfî tên dayîn. Ev biryar, ji hêla rejîma Îmraliyê bi xwe ve tên dayîn. Ji ber ku qeydan ew bi xwe diyar dikin, eleqeya wan bi tu hiqûqan nîne. Rejîmeke wisa li holê ye ku tu qeydan nas nake. Tu bingeha van cezayên disiplînê yên 3 û 6 mehan û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nînin. Ji vê armanc ew e ku Ocalan ji civakê qut bikin. Di vê mijarê de desthilatdarî derewên mezin li pey hev dubare dike û hewl dide civakê qaneh bike. Nêzikatiyên wisa nîşan didin ku wezîrê propagandayê yê Naziyan Joseph Goebbels jî lal dimîne.” 
 
‘BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ ESAS DIGIRIN’
 
Di berdewamê de Beştaş bi lêv kir ku tecrîd ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye û wiha pê de çû: “Di hiqûqê de cihê tecrîdê nîne. Di mijara bicihanîna biryarên DMME’yê de dewletên têkildar xwe bêdeng dikin. Yên ku hiqûqa navneteweyî pratîze dikin, dewlet in. Bingeha darizandinên DMME’yê xwe dispêre Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye endama wê ye. Hêza ku biryarên DMME’yê bişopîne û bi dewletên têkildar bide kirin jî Konseya Ewropayê ye. Anku dewletên girêdayî konseyê ne. Lê mixabin ku ev dewlet di çarçoveya berjewendiyan de nêzî hev dibin lewma encamek jê dernakeve. Ji ber vê jî tecrîda li Îmraliyê nakeve rojeve Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran.” 
 
‘MIJAREKE CIVAKÎ YE’
 
Beştaş, tecrîd weke dramê pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Dikare pêşî li ber vê rewşê were girtin. Divê mijara tecrîdê her tim di rojevê de be. Divê hem ji hêla hiqûqî û hem jî ji hêla siyasetê ve her tim di rojevê de be. A herî girîng jî ew e ku her tim di rojeva civakê de be. Divê em bizanin ku heke tecrîd were rakirin, li Tirkiyeyê dikare nîqaşa demokrasiyê were kirin. Me ev rewş di demên berê de dît. Li gorî min tecrîd mijareke civakî ye û dikare bi awayekî civakî bê çareserkirin.” 
 

Sernavên din

14/11/2022
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin
12/11/2022
22:50 Li Qilebanê qamyon wergeriya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
20:53 Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be!
19:53 Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin
17:27 Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
17:14 Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:36 Kurdistanî û dostên xwe li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dimeşin
16:24 Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve
16:10 Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
15:39 Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin
15:34 ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan
15:02 Li Qereyaziyê bi hezaran kes civiyan: Rêya me ya sêyemîn heye
14:51 Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin
14:33 Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn
14:12 29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin
13:49 Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir
13:36 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
13:34 Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
12:18 Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
12:13 Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
11:32 Li Agirî û Îdirê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin
11:31 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de ye
10:42 Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin
10:10 Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir