Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje

  • rojane
  • 09:01 14 Mijdar 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengal Huseyin Sedo têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê axivî û diyar kir ku kes bi êrişan nikare civaka êzidî teslîm bigire û got: “Kê êrişî Şengalê bike em ê gav paşve neavêjin û civaka xwe biparêzin." 
 
Di ser rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de îro 7 sal derbas bûn. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kiribû. Ewilî çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser Mûsilê û êrişî Telaferê kirin û her çar aliyên wê dorbêç kirin. Li gel êrişa Taleferê, Şengal jî hate dorpêçkirin. Çeteyên DAIŞ’ê her sê deriyên Şengalê yên ji bo Bexda, Telafer û ber bi Mûsil û deriyê Rabîayê ber bi Dihokê ve girtin û êzidî bi qetlîamek mezin re rûbirû hiştin. Êzidiyên ku xwestin ji qirkirinê rizgar bibin tenê rêyek li ber wan mabû û ev rê jî Çiyayê Şengalê bû. Bi sed hezaran welatiyên êzidî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. 12 hezar çekdarên girêdayî PDK’ê û hêzên asayîşê bi fermana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Şengalê berdan. Êzidî bê parastin hiştin û reviyan. 
 
DÎROKEKE NÛ HAT NIVÎSANDIN 
 
Di dema revê de pêşmergeyan li gel çekên xwe, gelek çekên êzidiyan jî desteserkirin û bi xwe re ji Şengalê derxistin. Di encama êrişa çeteyan de zêdetirî 5 hezar êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin. Êzidiyên ku ketine destê DAIŞ'ê li bazarên Mûsil û Reqayê wek kole hatin kirîn û firotin. Her wiha bi sed hezaran êzidî jî ji nêçariyê koçber bûn. Ji bilî PKK'ê tu hêzeke din parastina wan nekir. Ji 3’ê Tebaxê ve dîrokek qirkirin û berxwedanê ya ku mirovahî tu carî ji bîr nake hate nivîsandin. Êzidiyên ku li benda rizgarkirina ji destê DAIŞ'ê de ne, hejmara wan nayê texmînkirin, ji bilî DAIŞ'ê hêzên din jî êrişên xwe yên li ser Şengalê didomînin. Şengala ku di 13'ê Mijdara 2015’an de ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin, êzidiyan rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Li gel avakirina Rêveberiya Xweser di aliyê tendûristî, perwerde, hiqûq û aborî de qadên xwe ava kirin. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Huseyin Sedo derbarê salvegera rizgarkirina Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'GERÎLA ÊZIDÎ RIZGAR KIRIN'
 
Huseyîn Sedo diyar kir ku di rizgarkirina Şengalê de PKK bi roleke gelek girîng rabû û wiha axivî: "Piştî Mûsil ket DAIŞ'ê berê xwe da Şengalê û li hin deerên vir şer derket. Wê demê alimekî got, ‘DAIŞ êdî nikare derbasî van deran bibe' wê demê xelkê Şengalê bi aramî nivist. Xelkê Şengalê bawer nedikir ku carekî de ev tişt bê serê wan.Şengal kete pêvajoyeke du alî de. Heta niha jî di wê rewşê de derneketiye.Bandora dewletan jî li ser vê heye. Yanî ez dikarim bibêjim ku Şengal kete rewşeke du alî de. Mixabin heta niha jî ji wê rewşê derneketiye. Baweriya me ji însanetiyê dihat. Me digot, heq û hiqûq heye. Lê mixabin tune ye. Ne însaniyet û ne jî cidî girtin tune ye. Lê gerîlayên azad riyek vekir û civaka êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Bi hezaran kes rizgar kirin. Heta rizgarkirina Şengalê li ber xwe da. Di rizgarkirina Şengalê de keda her kesî heye. Her keseke ku guleyek berdaye DAIŞ'ê em spasiyên xwe ji wan re dikin. Ew berxwedan nayê jibîrkirin. Li Şengalê aliyê Şemal 4 mehan destê DAIŞ'ê de ma. Hin gund DAIŞ nekarî bikevê. Ev 8 sal in ku gelê me di kampan de ne. Ev jî ji ber sedemên siyasî wisa bû. Heke wisa nebûya ku heta roja îro tu êzidî kampan de nediman û zor û zehmetî neditin."
 
'BI DEH HEZARAN ÊZIDÎ VEGERIYAN'
 
Sedo diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina civaka êzidî û parastina nirxên civaka êzidî hat avakirin û wiha got: "Kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser hebûn. Lê belê Rêveberiya Xweser heta niha gav paşve neavêtiye. Kî li hemberî vê pergalê derketibe têk çûye. Bi rastî jî heke her lingên Rêveberiya Xweser hatin avakirin êzidî wê careke din bi fermaneke wiha re derbas nebe. Ji bo avakirina vê pergalê gelek bedelên giran hatin dayîn. Ev bedel jî bi fikrê Rêveberiya Xweser hatin dayin. Ew fikrê ku Rêveberiya Xweser li ser dimeşe civaka êzidî diparêze. Heta niha heta 150 hezar kes vegeriyan Şengalê."
 
'RÊVEBERIYA XWESER GAV PAŞVE NAAVÊJE'
 
Bi domdarî Sedo bi lêv kir ku kîjan hêz êrişî Rêveberiya Xweser bike ew hêz dijminê pergala demokratîk e û wiha bi dawî kir: "Êrişên li ser Şengalê û Rêveberiya Xweser her tim hebûn û berdewam jî dikin. Di vê rêyê de heger ku mirov bedel nede mirov nikare ku encameke baş jî bigire. Em dizanin wê li ser Rêveberiya Xweser êriş berdewam bikin, wê Rêveberiya Xweser carna bikeve tengaviyê de jî. Lê em gav paşde biavêjin ev nayê qebûlkirin. Kî jî bê gav paşve avêtin nîne. Heke mesele parastina civaka êzidî be çi ji destê me bê em ê bikin. Aliyê tendûristî de kêmasiyên wê hene. Aboriya Şengal jî pir qels e. Şengal ciheke mezin e û aboriya wê ne xurt e. Niha li Şengalê rewşa aborî roj derbas kirine. Her wiha dibistan hatine vekirin. Di van dibistanan de mamoste hene. Di aliyê hiqûqî de jî me bi dehan caran serî li hikûmetê daye. Û ji wan re gotiye, 'çawa ku qada hiqûqê ya dewletê hebe divê ku ya me jî hebe' her wiha di aliyê perwerdehiyê de jî em dixwazin ku weke erebî zimanê me jî fermî be û em bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Banga me li êzidiyên ku ji dervene jî werin ser axa xwe."
 
 

Sernavên din

16/03/2023
11:36 2 zarokên di bin kavilên blokên CCK'ê yên hilweşiyan de man winda ne
11:34 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Em amade ne ku di hilbijartinê de berpirsyariyê li xwe bigirin
11:20 Konê lîstikê yê zarokên mexdûrê erdhejê hat girtin
10:50 45 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan
10:44 Qoliyên Remezanê digihînin mexdûrên erdhejê
10:37 Agahiyên der barê zarokên keçik ên girtî de nayên bidestxistin
10:27 'Dê bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan’
10:12 Elefterîa Fotulakî ku bi agirê Newrozê li heqîqetê geriya
09:49 Li Wanê 9 jin hatin binçavkirin
09:15 Du Newrozên nejibîr: 1993 û 2013
09:04 Kujerê Nîhat Kazanhan hê jî nehatiye girtin
09:03 Li Botanê Bêrîvanên ku bûne Newroz
09:01 Îdianameya rojnamevanên girtî di bin kontrola Wezareta Dadê de tê amadekirin!
09:01 Daholvanê Newroza 1992'yan: Bila azadiya me li cîhanê olan bide
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'YAN
15/03/2023
23:19 Li Amêdiyê helîkopterek ket xwarê
22:12 Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e
20:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû
18:30 Li Riha û Semsûrê 14 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan
17:54 Malbata Şenyaşar: Dewlet û deshilat pişta zaliman digirin
16:46 Mizrakli nehat berdan
16:23 Li Amedê lehî rabû: Rê hatin girtin
16:22 Li Rihayê 9 kesên li ber lehiyê ketin jiyana xwe ji dest dan
16:18 KNK'ê qurbaniyên Helepce û Enfalê bi bîr anîn
16:04 Hunermend Ferhat Tunç strana Arix diyarî erdhejê kir
15:49 Doza Kobanê hate taloqkirin
15:13 MSD’ê di salvegera 12’emîn a krîza Sûriyeyê de banga guftûgoya kir
15:04 Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê
14:57 Bernameya Newroza Botanê eşkere bû
14:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev bajar bêxwedî nîne
14:17 Polîsan li Stenbolê 20 kes kirin binçavan
14:06 Siyasetmedar û parêzer beşdarî Doza Kobanê nebûn
14:03 Li geliyê Şemzînanê agirê ewil ê Newrozê hate pêxistin
13:34 Li qada çêregehê wê xaniyên TOKÎ’yê bên avakirin
13:22 Li Antalyayê dê agirê Newrozê di 19’ê adarê de bê vêxistin
13:14 Rapora girtîgehan a ÎHD’ê: Di dema erdhejê de jî îşkence berdewam kir
13:04 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
12:47 Li rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin
12:45 Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin
12:44 Waliyê Hatayê îstîfa kir
12:15 Li Rihayê gel şaredar ji qada lehî lê rabû derxist
11:55 Li Şemzînanê agirê Newrozê bi 3 zilikên şixatê hat vêxistin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîn jî bidome
11:53 Beşar Esad li Rûsyayê ye
11:45 Yek ji 6 kesên ku di tunelê de asê mabûn bi avjeniyê xelas bû
11:32 ‘Bi Komkujiya Helebceyê xwestin kurdan qir bikin’
11:13 HDP’ê serlêdaneke nû kir: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû