Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin

  • rojane
  • 13:03 8 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya Amedê de Hevserokê MED TUHADFED’ê Zekî Baran diyar kir ku dê dayikên girtiyan di 11’ê kanûnê de li Amedê û di 12’ê kanûnê de jî li Wanê çalakiyeke girseyî li dar bixin û ev bang kir: “Her kesê ji xwe re dibêje mirov, bila tev li van çalakiyên dayikan bibin ku ji bo tevahiya girtiyan têdikoşin.” 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mabesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin, di roja 387’an de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
 
‘BILA XWEDÎ LI SOZA XWE DERKEVIN’
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada, çalakiya wan salek derbas kiriye û ketine sala duyemîn. Ada,  destnîşan kir ku ew li ber edliyeyê daxwaza berdana zarokên xwe dikin û wiha got: “Bila înfazên girtiyan neşewitînin. Bila li gor heq, hiqûq û edaletê tevbigerin. Bila nexweşên girtî tedawî bikin. Bila bi destên kelepçekirî zarokên me nebin nexweşxaneyê. Zarokên me dema destên wan kelepçekirî be, dê bijîjk çawa tedawiya wan bike? Daxwaza me ew e ku zext û zordarî li ser girtîgehan neyê meşandin. Em vê zilm û zextê tu carî qebûl nakin. Me raporên nexweşên giran ên girtiyan bir Enqereyê. Bila xwedî li zarokên me derbikevin. Bila xwedî li sozên xwe derbikevin. Dema ku mirov soz dide, divê mirov wî sozê bih cih bîne.”
 
 ‘BERXWEDANA WAN DÊ BIBE RONAHÎ’
 
Bi domdarî Ada bang li hemû partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha pê de çû: “Li welatekî heke edalet nebe, li wî welatî jiyan jî tune ye. Heke edalet nebe, li wî welatî heq û hiqûq jî tune ye. Em wekhevî, aştî û azadiyê dixwazin. Em dayikên Nobeta Edaletê ne. Em şer naxwazin. Bila tu dayik negirîn. Êdî bes e. Serokkomar êdî bes e, destên xwe ji xwîna kurdan bikişîne. Ev zilm û şer dê heta ku derê bidome? Dê ev kesên leheng, xwişk û birayên me li ber xwe bidin. Berxwedana wan dê bibe ronahî.”
 
‘DESTHILATÊ ÇAV Û GUHÊN XWE GIRTINÊ’
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî anî ziman ku ji destpêkê heta îro êşên herî giran û mezin dayikan kişandine û têkoşîna dayikan ku saleke didome silav kir. Baran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên kurd, dayikên ku êşa herî giran jiyan e, li ber deriyê hefs û zindanan emrê xwe derbas kirine. Dayik ev zêdetirî saleke nobetê digirin. Daxwazên wan, daxwazên mirovî û wijdanî ne. Divê girtî bên tedawîkirin an jî bên berdan. Saziyên lijneyên çavdêriyê ku weke notirvanên AKP-MHP’ê tevdigerin, bi biryarên siyasî înfazên girtiyan dişewitînin. Divê girtî demek beriya demekî bên berdan. Heke rayedaran guh bida dayikan, niha girtî bihatina berdan. Lê çav û guhên xwe lê girtine. Ji bo piştevaniya bi dayikan re çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
BANGA ÇALAKIYA GIRSEYÎ
 
Di berdewamê de Baran bal kişand ser meşên ku dê di 11’ê kanûnê de li Amedê û di 12’ê kanûnê de li Wanê bên lidarxistin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çalakî dê bibin weke fînala çalakiyên dayikan. Di wan rojan de her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê tev li meşan bibe. Ji bo ku bi hawara qêrînên dayikan biçin, ji bo ku zilm û zordariya li zindanan bi dawî bibe divê her kes tev li bibe. Em çalakiya dayikan pîroz dikin ku ji bo hemû dayikan têdikoşin. Ev zilm dê bi dawî bibe û gelê mazlum dê bi ser keve.” 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/12/2022
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin