NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK’ê têkildarî êrişên Îsraîl bo Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha got: "Dê têkoşîna demokratîk a gel û şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' azadiyê bîne Îranê.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên Îsraîl bo Îranê daxuyaniyek da. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gelê Rojhilat û gelên Îranê erka wan e.
PJAK’ê bang li hemû xelkê Îran û yê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwe di nava rêxistinên girseyî yên demokratîk de bi rêxistin bikin û bi hevgirtinê bandorên wêranker ên şer, li ser hev kêm bikin.
BANGA CIVAKA DEMOKRATÎK
PJAK’ê da zanîn ku dikarin gavên girîng biavêjin ji bo avakirina civakeke xweser û demokratîk û komên ji bo piştgiriya qurbaniyên şer, komîteyên herêmî ji bo rizgarkirina birîndaran, komîteyên alîkariya darayî, her wiha avakirina rêveberiyên herêmî û dûrxistina kirêgirtiyên hikumetê ji ber bandora wan a li ser welatiyan.
Her wiha PJAK’ê bang li hemû nîştimanperwer, azadîxwaz û endamên partiya xwe kir ku alîkariya gel bikin.