Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!

  • rojane
  • 16:44 8 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî darvekirina Mohsen Şekarî çav zivirîn ser girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Hat ragihandin ku hunermend Saman Yasîn ê 27 salî yê ji Kirmanşanê ye li Girtîgeha Şehr a Racayî xistine hucreyê. Parêzerê wî ragihand ku îro çûye girtîgehê lê nehiştine pê re hevdîtinê bike. 
 
Çalakî û protestoyên ku piştî kuştina Jîna Emînî ya polîsan a di 16’ê îlonê de li Tehranê dest pê kir, li hemû bajarên Îran û Rojhilat belav bû. Piştî ku hêzên rejîmê bi tundiyê encam negirt dest bi darvekirina hin welatiyên binçavkirine kirin. Tê şirove kirin ku hêzên rejîmê bi vê yekê dixwazin encam bigirin. 
 
Berdevkê Darazê Mesûd Setayîşî di 6’ê Kanûnê de di axaftina xwe ya li ajansa fermî ya dewletê IRNA’yê de ragihandibû ku heta niha cezayê darvekirinê li 7 kesan hatiye birîn. Piştî vê axaftinê ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî, bi îdiaya ku di çalakiyên 25’ê îlonê yên li Herêma Setar Xan a li paytexta Îranê Tehranê de polîsek (Besîç) ji milê wî ve kêr kiriye, hatibû binçavkirin, îro serê sibê hate darvekirin. 
 
Bi vê agahiyê fikar zêde bûn ku ciwanên di çalakiyan de hatine binçavkirin, bi hincetên bi heman rengî cezayê îdamê li wan hatiye birîn jî bi bêdengî bên darvekirin. Gelek bikarhênêrên medyaya dîjîtla jî bi etîketkirina saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hewl dan balê bikişînin ser vê rewşê. 
 
Darvekirina Mohsen Şekarî ya piştî girtina du meh û nîvan ji nişka ve bal kişand ser ciwanên ku niha di girtîgehê de ne û derbarê wan de cezayê darvekirinê hatine dayîn. Yek ji van jî muzîkjen û bestekarê kurd Saman Yasîn (Seyîdî) yê 27 salî ye. 
 
Saman Yasîn di 2’yê cotmehê de di encama serdegirtina mala xwe de li Tehranê hatibû binçavkirin. Pişt re birin Buroya Ewlehiya Dozgeriyê ya li Girtîgeha Evînê. Piştî kirariyên li vir ew sewqî Girtîgeha Faşafuyeh hat kirin. Li wir nêzî du hefteyan di girtîgehê de ma, dîsa anîn Girtîgeha Evîn a Tehranê.
 
Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku di 29’ê cotmehê de danişîna dadgehê ya ji bo gelek kesên girtî ku Saman Yasîn jî di nav de ye hatiye lidarxistin. Di heman rojê de gelek daxuyaniyên medya dewletê nîşan da ku bi rengekî vekirî diyar kir ku Yasîn bi zor û îşkenceyê hatiye girtin. Hat ragihandin ku Saman Yasîn sê rojan li cihekî sar û serê wê vekirî hatiye ragirtin, bênavber rastî tundiyê hatiye û piştî ji cihekî bilind hat avêtin, zorî lê hatiye kirin ku îfadeyê bide.
 
Medyaya rejîmê ragihand ku hunermendê kurd bi “dijminahiya Xudê” (muharebe) û “bi armanca li dijî ewlehiya welat kombûne û peymana veşartî” tê tawanbarkirin
 
Darizandin û binçavkirina Saman Yasîn a bi sûcdariya dijminahiya Xudê” (muharebe) li ser îfadeyên ku di encama zext û îşkenceyê de hatine bidestxistin, malbat, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya Kurdistan û Îranê xist nava fikaran. 
 
MAFÊ WÎ YÊ BI PARÊZER RE HEVDÎTINÊ BIKE NEHAT NASKIRIN
 
Malbata ku di 9’ê mijdarê de ji bo zarokên xwe bibînin ji Kirmanşanê çûn Tehranê hevdîtina wan a bi zarokê wan re hate astengkirin. Li ser vê yekê malbata Saman Yasîn ji ber mafê ragihandinê yê bi malbatê re hate astengkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rêveberiya Girtîgehê di roja duyemîn a çalakiyê de destûr da ku malbat bi zarokê re hevdîtinê bike. 
 
Saman Yasîn di 24’ê mijdarê de cara duyemîn bi malbata xwe re hevdîtin kir. Malbat diyar dike ku heta niha zarokê wan bi parêzer re nekariye hevdîtinê bike û mafê ku parêzerekê bigirin tê astengkirin. 
 
LI GIRTÎGEHA ŞEHR A RACAYÎ XISTIN HUCREYÊ 
 
Hate ragihandin ku herî dawî Saman Yasîn ji Girtîgeha Evîn sewqî Girtîgeha Şehr a Racayî ku li Guhardeşt a bi qasî 20 kîlometreyan dûrî Tehranê ye hatiye kirin û li vir xistine hucreyê. Ragirtina wî ya di vê girtîgehê de fikarên darvekirinê zêde kirin. 
 
DAYIKA SAMAN YASÎN: ALÎKARIYA KURÊ MIN BIKIN BILA NEYÊ DARVEKIRIN
 
Dayika Saman Yasîn di videoya li ser medyaya dîjîtal parve kir de bang li herkesê kir ku kurê wê ji darvekirinê xelas bikin û wiha got: “Ez dayika Saman Seyîdî me. Hûn wî weke Saman Yasîn nas dikin. Cezayê darvekirinê li kurê min birîn. Mafê wî yê parêzerî nehat naskirin. Banga min li we, li mafên mirovan, li her kesî ye; Alîkariya min bikin ku ez bigihim kurê xwe. We li ku derê dîtiye ku mirovek ji ber tenekeya çop hatiye kuştin? Kurê min hunermendeke ne serhildêr e. Ez dayikeke dilê wê dişewite me. Alîkariya kurê min bikin. Bila kurê min neyê darvekirin.”
 
PARÊZERÊ MALBATÊ: MIXABIN CEZA JI HÊLA DADGEHA ÎNQILABÊ VE HATIYE DAYIN
 
Parêzerê malbatê Muhammed Îsmaîl Beygî, li ser hin îddiayên weke  "cezayê Saman Yasîn ne îdam e" di hesabê xwe yê medyaya sanal de daxuyaniyek weşand û wiha got: "Îro (08 Kanûn) ji bo ez wekaleta Saman Yasîn (Seyidî) bigirim çûme girtîgehê, lê mixabin weke hercar bi hinceta ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye nehîştin ez wekaletê bigirim. Mixabin, ceza ji hêla Dadgeha Înqilabê ve hatiye dayin û ji bo temyîzê niha li Dadgeha Bilind e." Parêzer destnîşan kir ku ew li benda biryara Dadgeha Bilind in.
 
DI DERBARÊ XWEPÊŞANDARAN DE BIRYARA ÎDAMÊ TÊ DAYIN
 
Alî Moazzamî Goudarzî, Muhammed Biroqanî û bijîşk Hemîd Qarahesenlu jî di nav de tê gotin ku hin kesên din jî heya niha cezayê îdamê li wan hatiye birîn. Dîsa di 6ê Kanûnê de di danişîneke dadgehê de di derbarê 5 kesan de hukmê îdamê hate aşkera kirin. Di heman dozê de derbarê 11 kesên ku di nava wan de 3 zarok jî hebûn heya 25 salan cezayên giran hat dayin. Ev kes bi îdiaya ku di 3yê Mijdarê de di dema girtina riya di navbera Karac-Kazvinê de polisekî (Besic) bi navê Ruhullah Acmaîn hatiye kuştin dihatin darizandin. Cezayê li wan hatiye birîn jî wê bê temyîzkirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

12/12/2022
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin