'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'

  • rojane
  • 09:01 9 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê êrişên li ser Rojava şermezar kirin û gotin: "Li hemberî kurdan şerekî bêexleq tê meşandin. Ger hiqûq hebe dê dewleta tirk bê darizandin.”
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 19-20’ê mijdarê ve didomin. Di êrişan de balafirên şer, Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA), obûs, topên hawanan û çekên giran tên bikaranîn. Di erişan de heya niha gelek mirovên sivîl hatine qetilkirin û nexweşxane, embarên genim, dibistan û perestgeh jî hatin bombebarankirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan.
 
‘HEKE HIQÛQ HEBE DÊ BÊ DARIZANDIN’
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê Medenî Onar bi lêv kir ku dewleta tirk ne tenê erişî başûrê Kurdistanê dike, di heman demê de erişî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê jî dike û wiha got: "Em dibînîn ku çekên kîmyewî yên li dijî mirovahiyê tên bikaranîn. Îro şerekî li dijî exlaqê mirovatiyê dide meşandin."
 
Onar wiha domand: “Exlaqek şer jî heye lê dewleta tirk tu exlaqan nas nake û bi alîkariya dewletên NOTA’yê û dewletên din erişî Rojava dike. Cihên wekî kadînên genim, nexweşxane, dibistan û mizgeftan jî bombebaran dike. Armancan wan ew e ku vir bide valakirin û gelê vir bide koçberkirin. Heke dewletên NOTA’yê destûr û rê nedana, dewleta tirkan nedikarî êriş bike. Ev bêdengî, wekî alîkariyê ye."
 
Bi domdarî Onar bang li saziyên navneteweyî û demokratan kir ku li dijî vî şerî rabin û ev tişt anî ziman: "Di serî de divê saziyên wekî mafên mirovan, dewletên ku dibêjin 'em demokrat in û mafên mirovatiyê diparêzin' li dijî vê rabin. Îro bi taybet li ser gele kurd şerekî bêexlaq tê meşandin. Heke hiqûq hebe, divê dewleta tirk ji ber van êrişên bêexlaq bê darizandin. Em bawer dikin ku dê di demê pêş de bê darizandin. Ji bo ev êriş bên sekinandin, divê em û hemû saziyên mafên mirovan zêdetir dengê xwe derxînin. Yê ku dibeje 'ez mirov im, demokrat im', divê li hemberî van êrişan rabe."  
 
'ŞERÊ LI DIJÎ EXLAQÊ MIROVAHIYÊ'  
 
Hevseroka Komeleya 78'an a Amedê Xalîse Batkgî jî anî ziman ku ew jin û dayik tu carî şer naxwazin û got ku şer talankirin, xirakirin û barandina hêsirên dayikan e. Batgî, bilêv kir ku berî ku zelal bibe bê ka kê teqîna li Taksîma Stenbolê kiriye, êrişî Rojava hatiye kirin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî teqînê çend caran hezên Rojava daxuyanî dan ku tu têkiliya wan bi wê teqînê re tune ye. Lê dîsa jî rabûn êriş kirin." 
 
Batgî, destnîşan kir ku exlaqekî şer heye û bal kişand ser peymanên navneteweyî. Batgî, got ku di peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku divê di şer de cihên wekî nexweşxane, dibistan, perestgeh, embarên genim û hwd. neyên bombebarankirin û wiha pê de çû: "Bombebarankirina cihên bi vî rengî sûc e. Lê em bala xwe didinê ku ev der jî tên bombebarankirin. Ev ne exlaqî û însanî ye.”
 
'BILA HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ KIRIN'
 
Bi domdarî Batgî bibîr xist ku ev 40 sal in şer berdewam dike û got ku êdî dixwazin ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe. Batgî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev mesele, gava hevdîtin bi Reberê PKK'ê Ocalan re çêbibe dê bê sekinandin. Ev mesele bi nîqaşan tê çareserkirin. Ger hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bihata kirin, dê ev pêvajoya giran hinekî siviktir bûbûya. Belkî ev şer bihata sekinandin û çareseriyek çêbûbûya. Sedema feqîrî û tunebûna civakê jî ev şer e. Bila hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Dema hevdîtin pêk tê, şer hinekî disekine, kuştin çênabin. Însanê ku bêje 'ez mirov im' gere vî tiştî bixwaze.”
 
‘HEKE ÎMAN HEBE RÊGEZÊN EXLAQÊ JÎ DÊ HEBIN’
 
Mele Seyda Kîno jî diyar kir ku “Ola îslamê aştî, aramî, edalet e û li dijî şer e. Pîvana îmanê ew e ku tu çawa ji qewmê xwe re bixwazî, divê tu ji qewmê din re jî bi heman awayî bixwazî. Heke ne wisa be, îman pêk nayê.” Kîno bal kişand ser rêgeza îmanê û ev nirxandin kir: "Heke ku îman hebe, rêgezên exlaqê jî hene û di dema şer de jî be ev rêgeza exlaqê nayê binpêkirin. Lê dema îman nebe, hemû tiştên bêxlaqî yê biqewimin. Em bala xwe didinê ku di êrişên li ser Rojava de hemû mafê jin, zarok û kalan tên binpêkirin û mafê wan ê jiyanê esas nayê girtin."
 
'EV RÊBAZA DÎKTATORIYÊ YE’
 
Kîno wiha domand: “Dewleteke endamê NATO’yê, bi piştgiriya NATO'yê êrişî Rojava dike. Di van êrişan de kaniyên avê, neweşxane, dibistan, embarên genim û perestgeh tên hilweşandin. Ev rêbaz, rêbaz  dîktatoriyê ye, dîktatorên xwinmij in û bîr û baweriya wan tune ye. Ji mirovatiyê sûd negirtine. Ev rêbaz li dijî exlaqê ye. Tu eleqeya wan bi nirxên mirovahiyê û exlaqê nîne. Li cem wan empatî tune ye. Gelo ev bê serê we, hûn ê vî tiştî qebûl bikin yan na?"
 
‘OL LI HEMBERÎ ZILMÊ YE'
 
Di berdewamê de Kîno da zanîn ku ol  li hemberî zilm û zordariyê radibe û axaftina xwe wiha qedand: "Ayetek heye ku dibêje, dema li derekê zilm û zordarî hebe, divê hûn li hemberî wê rabin û zilmê ji holê rakin. Divê her kes ji hêla ve xwe rabe. Nebêje ev qewm ne ji min e, ez ranabim. Îro komkujiyek li ser welatekî çêdibe. Di serî de li hemû bawermendên Rojhilata Navîn û cîhanê ferz e ku li hemberî vê zilme rabin û wan şermezar bikin û bibêjin eleyeqa we bi olê re nîn e. Olê îstîsmar dikin û li keleka wan jî cih negirin."  
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

12/12/2022
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin