Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin

  • rojane
  • 11:40 9 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA – Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşar ku 641 roj in Nobeta Edaletê didomîne 2 doz hatine vekirin. Bi van dozan re 15 lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin 6 jê veguherîn dozê. 
 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10’ê Kanûn weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanê qebûl kir. Her wiha hefteya ku ev roj tê de ye jî weke Hefteya Mafên Mirovan hat qebûlkirin. 
 
Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ku binpêkirinên mafan her tim lê domdar jî Riha ye. Yek ji van binpêkirinên herî mezin ên di salan dawî de jî tiştên ku Emîne Şenyaşar jiyayî ne ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla xizm û pararstvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Baran ve hatin qetilkirin. Hêj Şenyaşar şîna hevjîn û kurên xwe negirtibû ku îcar kurê wê Fadil Şenyaşar hate girtin. 
 
DANIŞÎN DI 17’Ê ÇILEYÊ DE YE
 
Di dosyaya cihê kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh cezayê hefsê hat birîn. Dosyaya nexweşxaneyê ku Esvet, Celal û Adîl Şenyaşar hatibûn qetilkirin jî piştî 4 sal û 4 mehan hat vekirin. Danişîna ewil a dozê di 17’ê çileya 2023’yan de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê lidarxistin. 
 
15 LÊPIRSÎN Û 6 DOZ HATIN VEKIRIN
 
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, 641 roj in bi daxwaza darizandinake adilane û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin. Di vê demê de daxwazên Emîne Şenyaşar nehatin qebûlkirin û derheqê wê de 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 6 jê veguherîn dozan. Ji van dozan 2 jê di Hefteya Mafên Mirovan anku di 6’ê kanûnê de jê re hatin ragihandin. Ji 15 lêpirsînan 2 jê di Hefteya Mafên Mirovan de hatin destpêkirin. 
 
Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Alî Aslan ku di heman demê de yek ji parêzerên malbatê ye, têkildarî lêpirsîn û dozan axivî û got ku tevahiya lêpirsîn û dozan di dema Nobeta Edaletê de hatine vekirin. 
 
'DIXWAZIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ ASTENG BIKIN’ 
 
Aslan, da zanîn ku ji 2 teqîbat û 15 lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de hatine destpêkirin 6 jê veguherîne dozan û wiha got: “Ev lêpirsîn û teqîbate jî bi îdiaya ‘heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye’ hatine vekirin. Tevahiya lêpirsînan di dema Nobeta Edaletê de hatine vekirin. Bi van lêpirsînan dixwazin têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar asteng bikin. Di gelemperiya lêpirsînan de dibêjin; ‘dema Yildiz peywira xwe ya cemaweriyê pêk dianî, heqaret lê hatiye kirin.’ Lê di îdianameyan de nayê gotin bê ka Yildiz çi peywira cemaweriyê kiriye. Tenê tê îdiakirin ku Yildiz parlamenter û peywirdarê cemaweriyê ye û gotinên derheqê wî de ‘heqaret’ in. Dema em li dosyayan dinihêrin, dibînin ku nehatiye destnîşankirin bê ka ev gotin ji ber kîjan tvgerê hatiye kirin.” 
 
' QETILKIRINA 3 KESAN PEYWIRA CEMAWERIYÊ NÎNE’
 
Bi domdarî Aslan got ku dozên tên vekirin girêdayî qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar in û wiha bi dawî kir: “Heke Yildiz îdia bike ku ji ber peywira wî heqaret lê tê kirin, bingeha vê jî kiryara qetilkirina 3 endamên Malbata Şenyaşar ji hêla xizm û parastvanên Yildiz AKP’î ye. Ev yek jî weke peywireke cemaweriyê nayê qebûlkirin. Lewma jî lêpirsînên derheqê Emîne Şenyaşar de derhiqûqî ne. Dixwazin bi vî awayî çalakiya malbatê asteng bikin. Gelo ma ev tiştekî rasthatî ye? Em baş nizanin lê ev îdianame di Hefteya Mafên Mirovan de ji malbatê re hatin teblîgkirin.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

12/12/2022
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin