CPT bixwaze dikare bike

  • rojane
  • 09:03 12 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - CPT ku diyar dike bêyî destura welatên endam, nikare raporan aşkere bike, heke li gorî biryarên pêşniyaran neyê tevgerandin, xwedî rayeya daxuyaniyê dayînê ye. CPT ku têkildarî Yewnanîstan, Rûsya û Bûlgarîstanê gelek daxuyaniyên wê hene, tevî tecrîda girankirî jî ji daxuyaniyên li ser Tirkiyeyê direve.  

 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku wê di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT'yê û Serokê 2'yan ê CPT'yê Therese Roytter, di 4'ê cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû, “Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim.” Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dike di 29’ê mijdarê de ev daxuyanî da: “Agahî hatin ber destê me ku di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê.”
 
Piştî daxuyaniyê fikarên têkildarî rewşa Abdûllah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin û ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji wan nayên girtin zêde bûn. Rêxistinên sivîl ên civakî û hiqûqî û siyaseta kurd hem bang li hikumetê hem jî li CPT’yê kirin ku ji bo pêşî li fikaran bê girtin daxuyaniyan bidin. 
 
CPT, neweşandina raporên li ser binpêkirinên li girtîgehan bi prensîba 'Heta ku hikumeta welatê têkildar nexwaze were weşandin nikarin bên weşandin' esas digire. Hiqûqnas dibêjin heke dewlet li gorî pêşniyarên li ser binpêkirinan tevnegerin, CPT dikare têkildarî van binpêkirinan daxuyaniyê bide. Hin daxuyaniyên ku CPT’yê di salên borî de dayî parêzeran piştrast dike.
 
PIRSÊN TÊKILDARÎ CPT’YÊ  
 
CPT organeke serbixwe ya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamên wê ne. CPT ku rol û mîsyona xwe weke “Ji bo kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bibînin serdana cihên binçavkirinê yên li welatên endamên Konseya Ewropayê ne dike. Ji bo cihên binçavkirinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên binçavkirinê yên zarokan, navendên binçavkirinê yên koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê û malên lênêrînê dikarin weke mînak bên dayîn” penase dike, her 4 salan careke serdaneke periyodîk li welatên endam dike. Her wiha “heke pêwistiyê bi şopandina rewşeke cidî bibîne” dikare bêyî welatan agahdar bike, serdanan bike. 
 
CPT bêsînor xwe digihîne hemû cihên ku serdana wan dike û bêyî ku tu sînoran deyne dikare tev bigere. Bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar in re dikare danûstandinên taybet bike û bi her kesê ku karibe agahiyan bide re bi awayekî azad têkiliyê deyne. Delegasyona CPT’yê, ji bo di dawiya serdana xwe de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêş bike, bi wezîr an jî rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar re hevdîtinê dike.
CPT ku mafê wê nîne giliyên takekesî bixe meriyetê û mudaxele li kirariyên qanûnî bike, bi erêkirina kes an jî kesên mijara gotinê dikare dozên takekesî pêşkêşî rayedaran bike û der barê îdîayên muameleya xerab de daxwaza lêpirsînê bike. 
 
HEKE BIXWAZE DIKARE DAXUYANIYÊ BIDE 
 
CPT piştî her serdanê bi daxwazên pêşniyar, şirove û agahiyan raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne. CPT piştî raporê ji rayedarên pêwendîdar di navbera 3-6 mehan de agahiyên berfireh ên li ser tedbîrên ji bo bicihanîna pêşniyaran hatine kirin, dixwaze. Piştî hevdîtinên “veşartî” tên girtin raporên ku CPT amade dike, heta ku rayedarên dewleta têkildar weşandina wê nexwazin, nayên aşkere kirin. Lê heke li gorî biryarên hatine pêşniyarkirin neyê tevgerandin, ew xwedî wê rayeyê ye ku li şûna raporên ku ji alîyê piranîya sê-duyan ya endamên wê ve hatine amade kirin, vê pirsgirêkê rave bike. 
 
Hin welat bi bersivên xwe re destûrê didin weşana otomatîk a rapora CPT’yê, lê Tirkiye ne di nav van welatan de ye. 
 
CPT bi serdanên xwe yên li Îmraliyê re li Tirkiyeyê her tim di rojevê de ye. CPT ji sala 1999’an û vir ve ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî girtî ye, bi giştî 25 caran serdana Tirkiyeyê kir. Ji van 6 jê periyodîk, yek jê hevdîtina di asta bilind de û 18 jî serdanên bêyî ku agahdar bike bûn.  
 
Ji van serdanan di 9’an de (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019, 2022) serdana Girtîgeha Îmraliyê hate kirin. Di 3 serdanên din de jî şert û mercên li Îmraliyê hatin rojevê. Raporên li ser 6 ji van serdanan hatin amadekirin, hatin eşkerekirin. Di her raporê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê hate kirin û binpêkirinên mafan a cuda hatin destnîşankirin. Her wiha, pêşnîyarên cuda jî ji bo bi dawîanîna şertên mûameleya nebaş hatin kirin. Lê belê tevî ku tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibin jî ji derveyî “pêşniyaran” tu gav nehatin avêtin. 
 
PIŞTÎ 1996’AN TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ DAXUYANÎ NEDAN
 
CPT’yê bêyî ku welatan agahdar bike di salên 2001-2003-2019’an de têkildarî Rûsyayê, di sala 2011’an de têkildarî Yûnanîstanê, di sala 2015’an de têkildarî Bûlgarîstanê, di sala 2017’an de têkildarî Belçîkayê û di sala 2021’an de têkildarî Bûlgarîstanê daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniya CPT’yê ya li ser Bûlgarîstanê ya di 4’ê mijdara 2021’an de hat destnîşankirin ku pêşniyarên demdirêj ên li ser rewşa mirovên li saziyên lênêrîna civakî û saziyên psîkiyatrî hatine bicihkirin, nehatine şopandin. Di daxuyaniyê de rewşa li hin malên lênêrînê weke "tirsnak" hat rexnekirin.  
 
HELWESTA DUALÎ
 
CDT’yê ji bilî raporê daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Tirkiyeyê di sala 1996’an de 3 sal beriya anîna Ocalan a li Îmraliyê dabû. Ji wê salê ve, tevî ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi taybetî yên li Îmraliyê zêde bûne û pêşniyarên hatine kirin nehatine şopandin jî, tu daxuyanî nehatine dayin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di vê pêvajoyê de gelek caran hem serlêdanên nivîskî û hem jî yên devkî li CPT'yê kirin. Di her serlêdanê de bal hat kişandin ku li gorî pêşniyarên CPT’yê nayên tevgerandin.  Her wiha nûnerên partiyên siyasî jî gelek caran li ser mijarê daxuyanî dan û bang li CPT’yê kirin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê bang li CPT’yê kir û diyar kir ku ji 25’ê adara 2021’an û vir ve ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin. CPT piştî bangewaziyan di navbera 20-29’ê îlonê de çû serdana Îmraliyê. Lê belê derket holê ku bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin nekiriye. 
 
CPT ku têkildarî Yewnanîstan, Rûsya û Bûlgarîstanê gelek caran daxuyanî dan, tevî tecrîda girankirî û rewşa 20 mehan zêdetir e agahî nayên girtin jî ji daxuyaniyên li ser Tirkiyeyê direve.  
 
MA / Azad Altay
 

Sernavên din

12/12/2022
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan