Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe

  • rojane
  • 09:19 24 Kanûn 2022
  • |
ŞIRNEX - Dayikên Roboskiyê ku ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê û dîtina kiryarên zarokên xwe 11 sal in bênavber têdikoşin, gotin ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe, ew ê ji bo ronîkirina komkujiyê her doza edaletê bikin. 
 
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê girêdayî navçeya Qilêbanê ya Şirnexê di bombardûmana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Desthilata AKP'ê ewilî ji komkujiyê re got, "qezayeke operasyonê ye" û piştre jî xwest bi tazmînatê ser vê komkujiyê binixumîne. Herî dawî jî got, "Wê bûyer di korîdorên tarî yên Enqereyê de winda nebe," lê belê tu pêşketineke berbiçav çênebû û berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin. Komkujiya Roboksiyê tenê li ser zimana ma. Heta niha bi dehan siyasetmedar hatine Roboskiyê û ji bo edaletê soz dane roboskiyan. Lê ev soz tenê li Roboskiyê man. 
 
Di 11 salan de ne kiryar diyar bûn û ne jî doz hat vekirin. Di van 11 salan de hema bibêje malbatên Roboskiyê tu cih nema neçûnê û doza edaletê lê nekirin. Malbatên Roboskiyê ku di her kêliyên jiyanê de têddikoşin û li ber xwe didin, di vê pêvajoyê de gelek caran rastî binçavkirin, lêpirsîn û zextên dewletê hatin. Ji bo ku ser vê komkujiyê neyê nixumandin têkoşîna roboskiyan a ji bo edaletê didome. Malbatên Roboksiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala bendewariya xwe ya ji bo edeletê kirin.
 
'EDELET NEHAT ROBOSKIYÊ'
 
Azîme Alma, dayika Nadir Almayê di komkujiyê de hat qetilkirin, anî ziman ku tu siyasetmenderên ku soz dane wan, soza xwe pêk neanîne û ev tişt gotin: "Ji siyasetmenderên Tirkiyeyê kes nema ku nehat Roboskiyê. Ji her partiyên siyasî siyasetmedar hatin. Heçiyê ku hat soz da me. Her kesê ku hat ji me re got, 'em ê edeletê bînin Roboskiyê, em ê komkujiyê ronî bikin.' Lê belê sozên xwe pêk neanîn. Zarokên me ne ji bo kêfa xwe çûn, ji nêçariya xwe çûbûn. Me bizanibûya em ê ji birçîna bimirana û ji bo vê dê canê me biçe, me nedihişt ku zarokên me bimirin. Piştî komkujiyê heçiyê ku hat destê xwe dan ser singê xwe û soz dan. Lê yekî jî soza pêk neanî. Kesek ji wan ji me re tiştek nekir. Îfadeya kesekî jî nehat girtin û kesek jî nehat darizandin. Kesê ku kezeba wî neşewitî nizane. Ew ji bîra me naçin, bêhna me dernayê û dilê me hênik nabe. 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûn û va em ê bikevin sala 12'an. Lê hê weke ku duh qewimîbe, li ber çavê me ye. Rojekê bi tenê jî em bi çavê ziwa ji ser gorên zarokên xwe nehatine. Her êvara înê em diçin û bi girî vedigerin. Çimkî tu sûcên zarokên me nebû. Bila zarokên me bigirtana, bila cezayê girtîgehê li wan bibiriyana, bila cezayê pere li me bibiriyana. Zarokên me bi vî rengî qetilkirin, heq nekiribûn. Zarokên xizan bûn û mexdûr bûn."
 
Dayik Almayê bilêv kir ku 11 sal in ew doza edaletê dikin lê edelet nehatiye Roboksiyê û wiha axivî: "Em çend caran çûn Enqereyê. Lê ew kesê ku ev komkujî kirine, xwe nîşanî me nedan. Hemû dinya jî dizane ku bê kê ev komkujî pêk aniye û bi fermana kê pêk hatiye. Ez bi xwe 4 caran çûme parlementoya Tirkiyeyê. Em edeletê dixwazin. Em dixwazin ku di vê sersalê de jî gelê me, me tenê nehêle û berê xwe bide Roboskiyê. Em ne tenê ji Roboksiyê ji her kesî re doza edeletê dikin. Heta em hebin em ê li edaletê bigerin. Li Tirkiyeyê edelet tune ye. Em jî dixwazin ku êdî dema ku em serê xwe deynin ser balîfê rihet razên." 
 
'EM WESTIYAN Û TU HÊZA ME NEMA' 
 
Leyla Encu, dayika Şervan Encu, diyar kir ku kurd tiştekî herî biçûk jî li wan bikin ew 10-20 sal cezayê girtîgehê li wan dibirin, lê 34 zarokên kurdan hatin qetilkirin kesek jî nehatiye darizandin û wiha got: "Ez dayika 34 şehîdên Roboksiyê me. Ew her 34 jî kurê min bûn. Tu ferqa 34 kesan ji min re nebû. 11 sal di ser re derbas bûn û kete sala xwe ya 12'an, lê edelet nehatiye Roboksiyê. Em westiyan û êdî tu hêza me nema. Em êdî nikarin xema xwe rakin. Ev 11 sal in her pêncşemê em diçin ser goristanê û ew roj cardin tê bîra me. Di van 11 salan de her serê sibehê zarokên me tên bîra me. Ev 11 sal in şîna me didome. Faîlên zarokên me nehatin darizandin. Em çûn Amedê, Enqereyê, Stenbolê û hemû bajarên Tirkiyeyê. Lê em çûn ku Tayip Erdogan ji me direvî. Me digot faîlên zarokên me nîşanî me bidin, lê nîşanî me nedan. Niha kesek kevirekî diavêje wesayitên zirxî 10-20 salan cezayê girtîgehê li wan dibirin. Me negotiye bikuje, em dibêjin faîlên me bidarizîne." 
 
'MA EV BI PEREYAN TÊN FIROTIN?'
 
Encuyê di berdewama axaftina xwe de got ku di van 11 salan de hêviya malbatan a ji bo edeletê hatiye şikandin û wiha dom kir: "Ji wê rojê heta niha tu aramiya me nema, xweşî nemaye. Tu heqê dewleta tirk li ser me hebû? Çûyin û hatin serbest bû. Bi zanebûn zarokên me qetil kirin. Em dibêjin edelet, ew dibêjin komkujî. Ji wê rojê heta niha komkujiyê li ser gelê kurd dikin. Her 3 mehan carekî tên gazî malbatan dikin û dibêjin, 'tazmînatê bistînin.' Ka bila kujerên zarokên me biavêjin girtîgehê em ê pere bidin wan. Emîne Erdogan hat got, 'soz be em ê kujeran darizînin.' Lê çû û ew edelet nehat. Kiliçdaroglû hat û ew jî ji bo kursiya xwe raya kom bike hat. Baweriya min bi edeletê nayê. Heke ku îqtîdara Erdogan bikeve dibe ku wê demê hêviya edeletê çêbibe. Ew cenazeyên ku li ser traktoran bar kirin û anîn em jibîr nakin. Ji me re gotin, 'em ê pere bidin we kadroyan bidin we.' Ma ev bi pereyan tên firotin? Ma pere wê wan bide jibîrkirin? Ez heta sibehê jî bibêjim ev kula dilê min hênik nabe. Me gelek got û vegot, lê tiştek jê derneket."
 
'ŞÛNA KUJERAN EM HATIN DARIZANDIN'
 
Xezal Encu, dayika Cemal Encu jî anî ziman ku li şûna kujerên zarokên wan ew hatine darizandin û got: "Kurê min digot 'ez ê dibistanê bixwînim û bibim mamoste.' Lê nehiştin ku bixwîne û bibe mamoste. Xîzanî bû û li ser wê debara me dikirin. Me tu carî hizra kuştina wan nekiribû. Roja ku hatiye qetilkirin jî destên wî gerim bûn. Heger ku gihîştibana nexweşxaneyê dibû ku bihatanan rizgarkirin. Di van 11 salan de tu guhertin çênebû. Heçiyê ku hat soza ji bo edeletê da. Lê edelet neanîn, kujer nehatin darizandin û hesab nedan. Ev 11 sal in ji bo me tu tişt nekirine. Bi qasî ku me gotiye edelet, edelet nehatiye. Li şûna ku kujerên zarokên me bên darizandin, em birin dadgehan û cezakirin. Di malbata me de 10 kes ji ber ku edelet xwestin tên darizandin. Ma ev ne neheqî ye? Heta ku em hebin em ê bibêjin edelet. Kiliçdaroglû hat û got, 'ez ê edeletê bînim' û çû û li pişt xwe nezîvirî. Hemû zarok bûn. Yek ji wan jî kerek jî di destê wan de nebû. Edelet nayê. Gelek neheqî li me hat kirin."
 
'HETA KU ERDOGAN NEÇE EDELET NAYÊ'
 
Huseyîn Encu, bavê Îslam Encu jî, bi lêv kir ku tu hêviya wî ya ji bo edeletê nemaye û ev tişt gotin: "Danê êvarî bû û xwe amade kir û çû. Piştî çend saetan ew bombardûman kirin. Heta niha gelek kes hatin, lê kesek li ser soza xwe nesekinî. Her kesî heman soz dabû. Cihek nema ku em neçûnê. Lê her hewledaneke me bê encam ma. Tu heviya me ji bo edeletê nemaye. Heger edelet hebûya dê di 2011'an de bihata. Daxwaza me tenê edelet e. Dosyeyên me red kirin û li ser nesekînin. Lê tişta ku ji me tê em ê li ser bisekinin. Edelet nîn e, nemaye. 10 salên din jî di ser re derbas bibin edelet nayê. Heta ku Erdogan neçe edalet nayê. Bangawaziya me ew e ku her kes di roja komkujiyê de bê ser goristanê û wê rojê jibîr neke." 
 
MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal

Sernavên din

05/01/2023
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye