Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin

  • rojane
  • 16:54 24 Kanûn 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar serdana DBP'ê kir û li ber avahiyê anî ziman ku sedema êrişan, tirsa li dijî siyaseta kurd û demokratîk e û got: “Em ê destpêke di hilbijartinê de pişt re jî li ber edaletê hesabê van binpêkirinan û êrişan ji vê desthilatê bipirsin. Em soz didin, em ê teqêz bi serkevin.”

 
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser avahiyên DBP'ê de girtin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek rêveberên partiyê binçav kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdegirtin û binçavkirinên li dijî DBP'ê serdana avahiya Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê kir. Sancar, li ber avahiyê bi Hevseroka DBP’a Giştî Salîha Aydenîz re hatin li gelhev û li wir axivîn. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Tayîp Temel, Hevserokên HDP’ê yên Amedê û gelek kes li ber avahiyê amade bûn. 
 
‘ÊN KU ÊRIŞÎ SIYASETA KURD KIRIN XWE XAPANDIN’
 
Di destpêkê de Mîthat Sancar axivî. Sancar anî ziman ku ew êriş operesyona qirkirina siyasiyê û bi salan e li dijî siyaseta kurd ev êriş pêk tên. Sancar, bi bîr xist ku di sala 2009’an de bi hezaran siyasetmedarên kurd di çerçoveya operasyona KCK’ê de hatibûn binçavkirin û axaftina xwe wiha domand: “Me ew êriş tu carî ji bîr nekirin. Operesyonên KCK’ê darbeya li dijî siyaseta kurd bû. Lê yên ku li bendê bûn ku siyaseta kurd dê serê xwe bitewîne û ji bo vê yekê jî her der bi polîsan dorpêç kiribûn xwe xapandin. Hişmendiya ên ku di 2’ye adarê  1994’an de li dijî parlamenterên DEP’ê operasyona darbeyê dan destpêkirin û ên ku niha li dijî siyaseta kurd van êrişan dikin heman in. Lê yên ku wê deme xwestin serê Orhan Dogan bitewînin, bi têkoşîneke bi hempa têk çûn. Ji wê rojê heta niha li dijî siyaseta kurd û demokratîk heman rêbaz pêk tên. Desthilata AKP’ê û MHP’ê jî mîrasa hemû darbekaran girtiye û êrişî siyaseta kurd û demokratîk dike.”
 
‘EM Ê DI VÊ RÊYÊ DE GAVEKÊ JÎ PAŞ VE NEAVEJIN’
 
Di berdewama axaftina xwe de Sancar, balkişand ser êrişa li dijî Ferhat Encu ku pêk hat û wiha pê dê çû: “Me xwest vê êrişê şermezar bikin lê asteng kirin û avahiya me ya navçeyê dorpêç kirin. Lê tevî vê astengiya ku makezagonên xwe binpêkirin jî nekarîn dengê me bibirin.  Em li dijî plana darbeyê ya sepanên qeyyuman ku di sala 2016’an de xistin meriyetê jî bi heman helwestê sekinîn. Hevserokên me, 12 parlamenterên me û bi hezaran siyasetmedarên me girtin û xwestin pêşiya siyaseta kurd, demokratîk û azadiyê bigirin lê xwe xapandin. Di hilbijartina 2019’an de me bersiva wan da. Sedema bê tehamûliya wan jî ev yek e. Nikarîn pêşiya me bigirin. Di sala 2020’an de li dijî parlamenterên me êriş dan destpêkirin. Parêzbendiya parlamenterên me Leyla Guven û Mûsa Farîsogllari rakirin. Çend roj berê jî bi heman awayî parlamenteriya hevala me Semra Guzel betal kirin. Dema xwestin serê Semra Guzel'ê bitewînin lê wê serê xwe netewand, weke Orhan Dogan û Îdrîs Balûken. Duh jî xwestin serê Keskîn Bayindir bitewînin lê Keskîn Bayindir bi nîşana serkeftinê bersiva herî xurt da. Bersiva me jî li dijî wan êrişan ev e, heta polîtikayên şer neyên sekinandin, pirsgirêka kurd çareser nebe, di nav gelan de wekhevî pêk neyê, em di rêya xwe de gavekê jî paş ve naavêjin. Di vê mijarê de em bi israr in, em hêza xwe ji piştgiriya gelê xwe digirin.”
 
‘EM Ê TEQEZ SERBIKEVIN’
 
Sancar, destnîşan kir ku sedema êrişan, tirsa deshilata li dijî siyaseta ku paş ve gav neaveje ye û ev tişt gotin: “Lê desthilat tirsa xwe de mafdarê. Her ku diçe em mezin dibin û tên. Em kolan bi kolan, mal bi mal bi gel re xebatên xwe dimeşînin. Hilbijartina pêşiya me pir girîng e. Di hilbijartinê de wê diyar bibe Tirkiye dê di vê siyaseta zext û tundiyan de israr bike an rêya çareserkirina pirsgirêka kurd û aştiyê vebe. Ya rast a dûyemîn e. Demokrasî azadî, aştî û wekhevî dê serbikeve. Serkeftina vê xetê têkçuyina vê desthilatê ye. Dema em li dîrokê dinêrin êrişên wan bi qasî mêşeke jî bandorê li me nake, lê vîna me û têkoşîna me dê wan têk bibe. Em ê di destpêke hilbijartinê de pişt re jî li ber edaletê em ê hesabê van binpêkirinan û êrişan ji vê desthilatê bipirsin. Em soz didin, em ê teqêz serbikevin. Serkeftin hevalno.”
 
Sancar, derbarê pirsa êrişa li Navenda Çand û Hûnera Kurdan a Ahmet Kaya de jî bi lêv kir ku ew vê êrişa nîjadperest a li dijî kurdan şermezar dikin û xwesteka wan ew e ku kûjerên wê êrişê bên dîtin. Sancar ji bo kesen ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji malbatan re xwest û got: “Daxwaza me ew e ku rêveberên Fransayê, polîs û dozgerî lêpirsîneke pir xurt bidin destpêkirin. Em jî dê ji nêz ve bişopînin.”
 
AYDENÎZ: EM PAŞVE GAVÊ NAAVÊJIN 
 
Pişt re jî Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, anî ziman ku mekanizmaya darbeyê ya li dijî siyaseta kurd ku desthilat xistiye meriyete bandor li ser hemû gelan dike. Aydenîz, destnîşan kir ku bingeha mekanîzmaya darbeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û wiha got: “Ne tenê sepanên dewleta tirk, rola dewletên hegomonîk jî di vê tecrîde de heye. Operasyonên dawî yên li dijî siyaseta kurd û komkujiya li Parîsê ji aliyê heman hişmendiyê ve hatine kirin.  Lê ew polîtikayên ku bi sed salane li dijî kurdan pêk tên, çawa ku nekarîn ji siyaseta kurd re paş ve gavê bidin avêtin, em jî li dijî van polîtikayan paş ve gavê naavêjin.  Em ê rêxistina xwe firehtir bikin û yek ji me bimîne jî li dijî vê yekê paş ve gavê naavêje. Em baş dizanin ku hûn têkçûne, em jî dê li ser vê têkçûyina wê siyaseta demokrasiye mezin bikin.”
 
Axaftin bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 

Sernavên din

26/12/2022
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe