Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin

  • rojane
  • 20:44 24 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya li Parîsê li gelek welatên Ewropayê tê şermezarkirin.
 
Di êrîşa duh de ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina komkujiyê kurd û dostên wan ên li Ewropayê, li welatên Ewropayê dadikevin qadan.
 
SWÊD
 
Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dest ji herikîna xwîna Kurdan berdin” û “DAÎŞ û Erdogan heman e” berz kirin. Kurdistaniyan wêneyên sê kesên li Parîsê hatin qetilkirin û yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan. Çalakgeran destnîşan kir ku heta komkujî neyê ronîkirin, wê şopdarê dozê bin.
 
YEWNANÎSTAN
 
Li Atînayê bi pêşengiya ciwanan, li dijî tecrîda Îmraliyê û komkujiya li Parîsê meşek hat lidarxistin. Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê gelê kurd û dostên wan, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiya li Parîsê, meşiyan.
 
Meşa girseyî li ber Gara Trenê ya Atînayê destpê kir û ji Cadeya Acharnon heta Cadeya Patîsîon dom kir. Piştre meş heta Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê domiya. Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku heta komkujî tê ronîkirin, wê li qadan bin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Parîsê”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berzkirin.
 
SWÎSRE
 
Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê û Meclisa Jinan a Berlînê hatin ba hev, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşenga Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwerê ji Tevgera Çandê û Abdûrrahman Kizil hildan.
 
Ji bo qurbaniyên komkujiyê di çalakiyê de rêz hat girtin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S), Emrûllah Bîngul anî ziman ku qetlîama hatiye kirin ne tesadufî ye û got: ‘"Dewama qetlîama 10 sal berê ye ku 3 jinên Kurd li Parîsê hatin armanckirin.’’
 
Piştî axaftinê, girse bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Sefaretxaneya Fransayê ve meşiya.
 
Girse ku gihîşt ber sefaretxaneyê, mîtîngek li dar xist. Fîdan Guler li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ev tişt gotin: "Feraseta sala 2013’an sê hevrêyên me yên jin qetil kirin, îro careke din bi rûyê xwe yê qirker derket holê. Dewleta Fransayê ku duh ser qetlîama Parîsê girt û şirîkatiya xwe ya sûc derxist holê, divê sûcdarên rastîn ên qetlîamê derbixe holê. Heta ku sûcdarên rastîn ên qetlîamê eşkere bibin; di serî de jinên Kurd em Kurd em ê her li qadan bin."
 
ALMANYA
 
 Kurd û dostên wan ku li ber Haûpbannof a Hannoverê hatin ba hev, li dijî qetlîama li Parîsê meşiyan. Bêyî navber di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Tolhildan”, “PKK’’, ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin. Kurd û dostên Kurdan, guh nedan şiliyê û heta êvarê çalakiya xwe domandin. 
 
FRANSA
 
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetlîam hat protestokirin. Kurdistaniyên li Qada Place de la Boûrse li hev kom bûn, qetilkiriyên qetlîama Parîsê bibîr anîn.
 
Li bajarê Grenoble yê Fransayê jî, gelê kurd û dostên wan li qada Vîctor Hugo hatin ba hev û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin. Piştî daxuyaniyan, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
 
AVÛSTÛRYA
 
Kurd û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Avûstûryayê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê hatin ba hev. Girseya ku li ber peykerê Annasaûl a li bajarê Innsbruckê li hev kom bû, xwest dewleta Fransayê piştperdeya komkujiyê demildest ronî bike. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
 

Sernavên din

26/12/2022
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe