Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin

  • rojane
  • 11:45 28 Kanûn 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Ji parêzerên doza Denîz Poyraz Abdulmecît Yildirim bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Ev dosye jî kiryar nediyar hat hiştin. Dibe ku dosyeyê girtibin lê wê têkoşîna me berdewam bike.” 

 
Li bajarê Îzmîrê di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujer Onûr Gencer li hundirê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr êrişa çekdarî pêk anîbû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Di danişîna 7’emîn a doza ku kujer jê dihat darizandin, 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê duh biryara dozê da û cezayê heta hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê hefsê li kujer Gencer birî.  
 
Danişîn ango darizandina ewil di 29’ê kanûna 2021’an de dest pê kir û ji roja darizandin dest pê kir heta roja biryarê jibo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyraz û parêzeran a ku ji bo hêzên pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Dadgeha ku daxwazên kujer qebûl kir lê daxwazên malbat û parêzeran red kir. 
 
Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê cotmeha 2022’yan de hat lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hat guhertin. Serokê dadgehê yê nû hê li ser qoltixa dadgehê rûneniştibû hemû daxwazên parêzeran red kir û destûr neda ku parêzerên bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin. 
 
HER TIM PARÊZER HATIN ASTENGKIRIN 
 
Di danişîna 6’emîn de ku 14’ê cotmeha 2022’yan hat lidarxistin helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherî û danişînê bêparêzer da destpêkirin û destûr neda parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dan û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kir. 
 
Di danişîna duh ango 27’ê kanûnê hat lidarxistin de heyeta dadgehê bêparêzeran danişînê bi rê ve bir û biryara dozê da. 
 
‘ME DIZANIBÛ WÊ EV BIRYAR BÊ DAYÎN’
 
Ji parêzerên dozê Abdulmecît Yildirim doza ku biryara wê hat dayîn nirxand û destnîşan kir ku wan dizanibû ku dozek li hundirê girtîgehê bê lidarxistin wê edalet jê dernekeve û got: “Li welat ne cînayetek polîtîk a ewil e. Dema em li raboriya welat dinêrin tije cînayet ango dozên polîtîk hene. Çawa ku karûbarên binçavkirin û girtina kujer demek kin dom kir, bi awayî ceza birîn jî bi demek kin dom kir. Me wek parêzerên dozê ji çapemeniyê hîn bûn ku cezayê heta hetayê yê girankirî li kujer birine. Jixwe me dizanibû wê ev ceza were dayîn. Lê belê bi cezakirina bersûc ev dosye çareser nabe.” 
 
'TÊKOŞÎNA ME WÊ BERDEWAM BIKE’ 
 
Yildirim destnîşan kir ku li gorî reqamên fermî li Tirkiyeyê 17 hezar bûyer ango cînayetên “kiryar nediyar” qewimîne û got: “Bi vê biryara dadgehê re dosyeya doza Denîz Poyraz jî kiryar nediyar hat hiştin. Ev perdeya yekemîn a vê şanoya ku lîstin bû. Dibe ku ev perde hatibe girtin lê têkoşîna me neqediyaye û berdewam dike. Ji bo ku kujerên rasteqîn derkevin holê çi ji destê me were em ê bikin. Ji niha şûn ve jî pêvajoyên dadgeha bilind heye. Em ê ji bo Dadgeha Îstînafê, Dadgeha Bilind, Dadgeha Dest3ura Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amadekiriyan bikin û van pêvajoyan bişopînin.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

29/12/2022
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan