Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e

img
AMED –Dayika Rozerîn Çukur a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê hatibû qetilkirin Fahriye Çukur wiha got: “Doza Rozerînê ji bo me ji her tiştekî girîngtir e. Ez ê tu carî ji bîr nekim.” 
 
Cemîle Çagirga ku di cenazeyê wê ji bo xera nebe xistibûn sarincê, Dayika Taybet (Taybet Înan) ku cenazeyê wê hefteyekê li naverasta kolanê mabû, Haci Lokman Bîrlîk ku cenazeyê wî pişta panzerê ve hatibû girêdan û kaşkirin... Piştre jî Rozerîn Çukur ku gora wê 4 mehan vala mabû! Navên navborî çend ji wan navan in ku di dema qedexeyên derketina derve yên salên 2015-2016’an de hatibûn qetilkirin û di bîra her kesî de ma ne. Yek ji kesên hatin qetilkirin jî Rozerîn Çukur a 16 salî bû ku bûbû hedefa sekvanan. Dayika Rozerîn Çukur qala keça xwe kir û got ku dê tu carî ji bîr neke. 
 
‘EM BI HEV RE MEZIN BÛN’
 
Fahriye Çukur da zanîn ku hemû serlêdanên wan ên hiqûqî yên ji bo keça wan bêencam mane û wiha got: “Êdî tu baweriya me bi dozan nema ye. Keça min dema hatî kuştin hêjta zarok bû. Xwendekara dibistana amadehî bû. Hêviya me, hevala me bû. Di dersên xwe de serkeftî bû. Digot dê bibim parêzer, dê bibim bijîşk. Ez û Rozerîn bi hev re mezin bûn. Ji dibistanê heta ezmûnan, em bi hev re çûn her derê. Rozerîn ne tenê alîkarî dida me lê ji her kesî re dibû alîkar. Alîkarî dida hemû hevalên xwe. Ji kesên pîr hez dikir û heke dersên hevalên wê baş nebûna jî jê re dibû alîkar. Heke rewşa madî ya kesekî baş nebûya jî jê re dibû alîkar û digot bila rewşa wan ji ya me baştir be.” 
 
‘SÛR EVÎN BÛ’
 
Çukur, anî ziman ku keça wê pir girêdayî xaka xwe bû û wiha domand: “Ji bajar û gundê xwe pir hez dikir. Sûr, ji bo wê evîneke pir cuda bû. Emrê xwe li Sûrê derbas kir. Wêneyên her deverê dikişand. Du zarokên min ên din hene lê cihê Rozerînê bo min pir cuda bû. Bi ser re 7 sal derbas bûn û dikeve sala 8’an lê dîsa jî birîna wê nekewiyaye. Yek şev nîne ku nekeve ber hizra min û wê nefikirim. Rozerînê ji deverên dîrokî yên Sûrê hez dikir. Qala deverên ku lê digeriya bo min dikir. Ji ber ku ez biyaniya van deveran bûm û tevek jî min bi wê nas kirin. Her ku wê vedigot, min digot qey li cîhanê digerim. Bi wêneyên ku kişandibû xelat wergirt. Li ser Dîcle û Firatê çîrok nivîsand. Min roja herî dawî keça xwe şand dibistanê, li pişt paceyê min lê temaşe kir û keça min êdî nehat. Me bihîst ku Sûr hatiye vekirin û ez û bavê wê çûn wê derê. Ji me re gotin dê saet di 16.00’an de were girtin lê hêj saet 14.00 ku ew der girtin. Em ji wir derketin lê keça min li wir ma, bi lênûska xwe, bi pênûsa xwe.. Dê çîrok binivîsanda û ji min re vegota. Em li bendê man ku were, em gelek li bendê man lê nehat.” 
 
‘BERÊ ÇEKAN DAN MIN’
 
Bi domdarî Çukur got ku hinek pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wê hebûn lewma tu carî dilê wê nedihişt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku keyfxweş bibe min jê re wênekeş kirî. Sekvanan keça min qetil kirin. Li ser hemû televîzyonan qala kuştina keça min dihat kirin lê haya me jê nebû. Haya min piştre bi şehadeta wê bû. Min ber bi Sûrê ve baz da, ketim erdê, ji bo xwe bigihînim keça xwe pişta min şikest. Her carê asteng dikirin û berê tifingan didan min. Me serî li her deverê da lê kesekî dengê me ne bihîst.” 
 
TÊKOŞÎNA 5 MEHAN 
 
Di berdewamê de Çukur anî ziman ku 3 roj piştî agahiya mirina keça xwe jê re gora wê amade kirine û wiha pê de çû: “Kesên li derdora me bi nalyon ser gora keça min girtibûn da ku ez xemgîn nebim. Ji bo ku cenazeyê keça xwe wergirim 20 rojan ketim greva birçîbûnê. Piştre jî em çûn Sumer Parkê û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê. Zivistan bû, berf dibariya. Zivistan qediya, gul bişkivîn û havîn hat lê dîsa jî me cenazeyên xwe wernegirtin, nedidan. Demek piştre dest bi dayîna cenazeyan kirin. Ji ewil cenazeyê Ramazan dan û sê piştre jî cenazeyê Rozerînê dan. Cenazeyê Rozerînê di 6’ê hezîranê de dan. Tenê hestî mabûn.” 
 
‘LI SER XAKA XWE HATE QETILKIRIN’
 
Bi domdarî Çukur ev tişt anî ziman: “Zarokên me yên ku li kolanên xwe dilîstin, kuştin. Ev der xaka me ye. Em li vir ji dayik bûn û li vir mezin bûn. Çima zarokên me kuştin? Çawa dibe ku niha nikarin delîlan peyda bikin? Sûr ne tenê ya min lê ya tevahiya cîhanê ye. Ma cîhan qet nabihîse? Pirsa min ji bo hemû mirovan e; her kesê xwedî wijdan bila destê xwe deyne ser dilê xwe û bibêje bê ka çima keça min kuştin? Hedef girtin û gule li serê wê xistin. Bi yek guleyê hate kuştin. Ma me çi kiribû? 
 
MA KURDBÛNA XELETÎ YE?
 
Xeletiya me çi ye? Ya ku xelet zazabûna me ye, kurdbûna me ye? Ji ber ku em zaza ne, em kurd in ma divê em bimirin? Ez bi vê nasnameyê ji dayik bûme û ev tiştekî xelet nîne. Parastina mirovekî ya xaka xwe, nasnameya xwe tiştekî xelet nîne. Tiştên li Sûrê tevî bedenên mirovan rijandin Çemê Dîcleyê. Ma me di çem de cenaze nedîtin, dest nedîtin? Me tevek jî dîtin. Hinek beden nîviya wan hebû, nîvî jî tune bû. Heta navberekê cenazeyek di çem de dîtin û gotin yê Rozerînê ye. Ez neçûm û min bawer nedikir. 
 
7 CENAZE LI KU NE?
 
Hêj niha jî li Sûrê 7 cenaze hene û aqûbeta wan nayê zanîn. Feqîr û hejarên Sûrê derxistin û tî û birçî hiştin. Niha li şûna wan vîlayan çêdikin. Mexdûrên Sûrê hene ku niha li derve tî û birçî ne. Na maleke wan û ne jî xaka wan. Pereyê wan nîne ku derbasî bînayan bibin. Heta ku yek du roj berê yek ji mexdûran li mala min bû. Mêvanê min bû. Li Sûrê mala wan a 3 qet hebû lê niha tune ye. Ma ev zilm dê çawa were jibîrkirin? Heta ku sax bim dê ne ji bîr bikim û ne jî dê ji bîra min biçe. Ji ber ku xiyanet li me kirin, zilm li me kirin. Kalên me, xizanên me, zarokên me li wir kuştin. Piştre jî dibêjin; ‘me terorîst kuştin.’ Hûn ji zarokên kê re dibêjin terorîst? Zarokê tu dayikekê nabe terorîst. Doza Rozerînê ji bo ser her tiştekî re ye û ji her tiştekî girîngtir e. Dê ev doz heta qiyametê bidome.” 
 
BANGA HEVRÛBÛNÊ
 
Ez bang li wan dikim; wer in em hevrû bibin bê ka ji me kî mafdar e kî nemafdar. Niha dibêjin me kuştin û çû. Ma ewqas hêsan e? Ma mirov qet xwe naxîne şûna yê li hemberî xwe? Ma dê mirov êşa li Sûrê çawa ji bîr bike? Bila ji bîr nekin û aqilê xwe bînin serê xwe, îro heke dora min sibe dê dora wan be. Heke ev rewş wiha bidome dê hêjta gelek guneh bên kirin. Werin em bibin yek û ji bo zarokên xwe pişta hev bigirin. Ez tu carî li Sûrê danûstandinê nakim. Bila neçin Sûrê û seyranê bikin. Ez vê qebûl nakim. Xwîna gelek Rozerînan li wir rijiya. 
 
HAKAN ASLAN JI BÎR NEKIN
 
Herî dawî jî cenazeyê Hakan Aslan ji Sûrê hate derxistin. Hemû dinya Aslan nas nake. 7 sal piştre cenazeyê wî di tûrikekî de radestî bavê wî kirin. Ev ewqas hêsan nîne. Tu zarokê xwe mezin dikî, hêviya te ji zarokê te dibe, pêşerojekê jê hêvî dikî û ji nişkan ve li pêş çavên te winda dibe. Bila 7 sal piştre hestiyên wî di tûrikekî de bidin te. Ma dê mirovek vê çawa ji bîr bike? Bila kesek vê ji bîr neke. Bila kesek wê roja ku cenaze di tûrik de dayîn ji bîr neke. Ev bûyer, ji bo hemû mirovahiyê îbret e. Heke îro cenazeyê wî xistibin tûrikî dê sibe heman tiştî bi cenazeyê zarokê min jî bikin.” 
 
PÊVAJOYA QEDEXEYÊ
 
Li gorî rapora “Qedexeyên Derketina Derve ya di navbera 2015-2016’an de” ya Komeleya Şopandina Koçberiyê, li 11 bajar, 52 navçe, 534 taxan, 426 gundan û 347 mezrayan bi giştî 439 caran qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di navbera 16’ê tebaxa 2015’an û 18’ê adara sala 2016’an de herî kêm 310 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm milyonek û 809 kes jî hatin koçberkirin.
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

11/01/2023
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn